Romana Wezîrê Eşo: ”SÎBER”

Romana Wezîrê Eşo: ”SÎBER”

Lokman Polat

Di sala 1996an de li Almanyayê şeveke çandî hebû. Ez jî çûbûm beşdar bûbûm. Di şevê de min serokê Enstîtuya kurd li Brukselê birêz Dewrêş Medenî Ferho dît, yek jî li ber bû, Dewrêş me bihevûdu da nasîn. Ew  rahmetiyê gorbihîşt Wezîrê Eşo bû. Min û wî me bi hevre gelek sohbet kir. Di salona şevê de standên pirtûkfiroşiyê hebûn, me li pirtûkan dinêriya û ji xwe re sohbet dikir. Ji ber sohbeta wî a xweş êdî ez neçûm min li programa şevê jî temaşe nekir.

Ez zanibûm piraniya kurdên Sovyeta berê ji hêla nivîsînê ve jîr in, afirînerin, gelek pirtûkên wan ên kurdî derketine. Ji xwe di dîroka wêjeya kurdî de ê ku romana pêşîn nivîsiye Ereb Şemo ye. Nave romana Ereb Şemo ”Şivanê Kurd” e. Û ê ku weke pirtûkê pirtûka pêşî a çîrokên nûjen jî nivîsiye Wezîrê Nadir e, wî pirtûkek çîrokên nûjen/modern nivîsiye û weşandiye . Navê pirtûka wî a çîrokan jî ”Nûbar”e. Ev pirtûk niha li Stenbolê di nav weşanên ”Nûbihar”ê de derketiye. Wezîrê Nadir di sala 1935an de pirtûka yekem a şano jî nivîsiye.  Navê pirtûka wî a şano jî ”Reva Jinê” ye. Ev pirtûk jî li Stenbolê di nav weşanên ”Nûbihar”ê de ji nû ve derketiye.

Hinek weşanxaneyên kurdan li Stenbolê û li Amedê pirtûkên hinek nivîskarên kurd ên Sovyeta berê weşandibû, lê ez nizanibûm ku pirtûkên hêja Wezîrê Eşo jî hatine weşandin. Dema min li Stenbolê dostê xwe ê hêja birêz Nihad Gultekîn dît wî got ku  7 pirtûkên rahmetî Wezîrê Eşo derketine, li Amedê hatine weşandin.

Kurdên Sovyeta berê gelek berhemdar in. Berhemên ku wan afirandiye bûne nirxên dewlemendiya wêjeya kurdî. Ew xezîneya destpêka edebiyata kurdî a modern/nûjen in. Van nivîskarên kurd ên hêja û berhemkar bi sedan pirtûkên lêkolînî, ên çîrokan, helbestan û roman nivîsîne û hêj jî dinivîsin, berhemên edebî diafirînin.

Min di refên pirtûkxaneya xwe de li romanên ji bo xwendinê xistime dorê mêze kir, 3 romanên Wezîrê Eşo, 4 romanên Eskerê Boyik, 3 romanên Ezîzê Gerdenzêrî, romanek Egîdê Çerkez û çend pirtûkên çîrokan ên kurdên Sovyeta berê li benda xwendina min in. Digel xwendinê ez ê hewl bidim ku derbarê wan de gotarên danasîn, nirxandinê binivîsim, van berhemên hêja şîrove bikim.

Di vê nivîsa xwe de, ez dixwazim behsa romana Wezîrê Eşo a bi navê ”Sîber”ê bikim. Roman di nav weşanên ”Lîs”ê de li Amedê derketiye û 147 rûpel e. Hêjayê pesnê ye ku di nav weşanên kurdî de ê ku herî pir pirtûkên nivîskarên kurdên Kafkasyayê weşandiye weşanên ”Lîs” e. Lêbelê divê mirov weşanên ”Peywend” û weşanên ”Nûbihar”ê jî ji bîr neke, wan jî gelek pirtûkên hêja ên kurdên Sovyeta berê weşandine. Lê Swêdê jî di dema borî de weşanên ”Roja Nû”, ”Jîna Nû”, ”Helwest”, ”Nûdem”, ”Kurdistan” û ”Apec”ê hinek pirtûkên kurdên Sovyeta berê weşandibû.

Sîber keçeka kurd e. Ew demeke li bajarê Tiblîsê cem Apê xwe maye. Tiblîs paytextê Gurcistanê ye. Herçiqas piraniya Kurdên Kafyasyayê li Ermenîstanê, Azerbeycanê, Gurcistanê, Kazakîstanê û li herêma Kurdistana Sor hene jî, piştî fermana Stalîn a ji bo sirgûnkirin û koçberiya kurdan hema bibêj di tevahiya komarên federe ên Sovyeta berê de kurd hene. Wek tê zanîn di dema desthilatdariya Stalînê diktator de kurdên Kafkasyayê belawelayê komarên federe ên li Kafkasyayê û Asya navîn kirin.

Sîber keçeka spehî û bedew e. Lê, ew qure û pozbilind nîn e. Keçek xebatkar e. Di kolhoza gund de kar dike. Belê, Sîber keçeke bedew û bi xeml û xêz, bi tore û xwende li gundekî kurdan li Ermenistanê dijî. Dibe mirada hemû xortên gund. Xortên li gund jê hez dikin. Lê ji ber cudahiya wê ji keçên din, kes cesaret nake here xwazgîniya Sîberê.

Ji ber rindiya wê hiş û sewdayê xortên gund li ser wê bû. Xortan di xewn û xeyalên xwe de bi wê re dizewiciya. Lêbelê ew zanibûn ku Sîber ne sêva devê wan bû. Ji gundê Sîberê na, lê ji gundek din xwazginiyê wê tên ew ji malbata wê dixwazin. Bavê wê dibêje; ”divê em ji keça xwe û apê wê bipirsin, hêj bersîva erê yan na bidine we.”

Di romana Wezîrê Eşo, “Sîber”ê de vebêj/nivîskar dide xuyakirin ku pir caran bedewî – ya rûhî û fîzîkî- dikare çi bîne serê xwediyê xwe, nexasim dema ew bedewbûnî, spehîbûn wek nêçîrekê bikeve xefkê û bibe dîla destê kesên nezan û neyarên zanîn û bedewiyê.

Romana Wezîrê Eşo, “Sîber” romaneke gelêrî ye, civakî ye û li gor rabûn û rûniştina cemaata kurd hatiye hunandin û rave kirin. Keç xwestin, qalindê keçan, dawet û dîlan hemû li gor adetên cemaata Êzîdiyên Kurd tê rave kirin.

Êzîdiyên Kurd di dema desthilatdariya Sovyetê de jî bi zimanê xwe î bav û kalan, bi tore û adetên tradîsyona xwe a netewî ve herdem girêdayî man, parastin. Di çar parçeyên Kurdistanê de, di nav kurdan de ên ku bi ziman û ola xwe ve girêdayê man, xwe neguhurandin û wek kurdên xas man Êzîdiyên Kurd in.

Malbata Temir têne Sîberê li gor adetên bav û kalan ji bavê Sîberê dixwazin û ew jî li gor adetên Êzîdiyên Kurd ew didine Temir. Êdî Sîber dibe destgirtiyê Temir. Dema nîşana wan û daweta wan jî diyar dikin û xwazginî vedigerin diçine malên xwe.

Xwendina romana Wezîrê Eşo ”Sîber” wisa li xweşa min çû ku, herweke ku pisporekî kalepîr î kurd bi min re sohbet dike, herweke ku sohbetxweşbêjekî kurd, vebêjekî gelêrî ji mirov re qala adet û toreyên civakê, tradîsyonên di nav xelkê de hêj jî hene û herweha herweke ku ji mirov re behsa govend û dîlanên kurdan, nîşan û dawetên wan, lîbas, cil û bergên wan dike û mirov jî ji xwe re gohdariya vî xeberxweşî dike. Roman tehm û lezeteke xwendinê a weha dide mirov û mirov wê bi dilxweşî dixwîne, xwendina xwe didomîne.

Sîber bi Temir re destgirtiye, lêbelê bavê Temir qaîl nîn e, ew naxwaze ku kurê wî bi Sîberê re bizewice. Ew bi bavê Sîberê re devjênî dike, çend caran minaqeşe dike û dawî nîşanê xirab dike. Bavê Temir boxçeya nîşanê digre û diçe gundê xwe. Gundê wan heman gund nîn e. Lê, Temir boxçeya nîşanê tîne û tê gundê mala Sîberê. Ew bi bav û diya wê re diaxife û pirsgirêkê hel dike.

Lêbelê paşê, roja birina bûkê de pirsgirêk derdikeve. Qewlê wan divê roja pêncşemê werine bûkê bibine, lê berbûr roja çarşemê tên bûkê dibin. Roja çarşemê di ola Êzîdiyan de bêyewmiye û ji xwe navê wê roja ”çarşema reş” e.

Di romanê de behsa kolhoza li gund jî tê kirin. Wek tê zanîn piştî şoreşa Oktobirê, di dema desthilatdariya partiya Bolşevîkan de, di Sovyeta berê de sîstema birêvebirina aborî li ser Kolhoz û Solhozan hatibû pêkanîn. Li gundan erd, rez, baxçeyên fêkiyan, bostan, hemû aîdê kolhozan bû. Li bajaran jî fabrîqe û karxaneyên din aîdê solhozan bû. Kar û xebat bi kolektîvî dihat kirin. Mal û milk ên prîvat/şexsî/kesayetî nebû, ên dewletê bû. Dewlet jî partî dewletî ango dewleta partiyê bû. Ji xwe sazûmana yek partîtiyê û li ser navê îdeolojî û siyaseta karkeran/proleteran dîtatorî hatibû pêk anîn.

Piştî daweta/dîlana Sîberê çend meh derbas dibe, malbavên Sîberê diçine serlêdana wê û ji bo ku di nav kurdan de adet e, tore ye, piştî zewacê bûk dice mala bavê xwe zeyiyê. Ev mesela zeyiyê çandeke kurdan e, di nav kurdên zaza, kurmanc, soran, goran û êzîdiyan de tê pêkanîn. Ev jî dide nîşandan ku dîn/olê kurdan ji hev cuda bin jî kurdên êzîdî, xirîstiyan û misilman yek neteweyek in, çandeke wan a wekhev, hevbeş, hevpar heye.

Mala xezûrê Sîberê malbateke nebaş in. Ew ji Sîberê re jî gelek xirab in. Lê zilm dikin. Mêrê wê Temir jî zilamekî serjinik e, xwedî soz û peymana xwe nîn e. Dê û bavê Sîberê gelek poşmanin ku keça xwe dane vê malbatê.

Xezûrê Sîberê ew kiribû qewraşa malê. Hemû karên malê bi wê didane kirin. Mêrê wê Temir jî biroj bi karê kolhozê re mijul dibe û bişev jî xwarin û araq vexwarina bi hevalên xwe re mijule û derengê şevê vexwarî, serxweş tê malê. Roj li du rojê derbas dibe rewşa Sîberê di malê de xerabtir dibe. Ji malbata mala bavê Sîberê jî xeberek tune. Ew jî ji ber pîsîtiya xezûrê Sîberê êdî nayên û naçin, pirsa keça xwe jî nakin.

Sîber li ber zor, zilm û zalimtiya ku li wê tê kirin diêşe, tişteke şabûnê, hêvî û meremeke jiyanê jê re namîne. Ew ji jiyanê sar dibe û mirinê difikire. Û dawiyê diçe xwe di axurê de, di tewleya deweran a tarî de bi darve dike, şerît dixe stuyê xwe û xwe dieliqîne. Drama Sîberê, jiyana wê a trajîk dil û kezeb li mirov dişewitîne.

Rahmetiyê gorbihîşt Wezîrê Eşo berhemeke hêja a wêjeyî/edebî afirandiye. Wî romaneke tam li gor ekola realîzma civakî/sosyal realîzm ku bi tirkî jê re ”Toplumsal Gerçekçîlîk” dibêjin/ afirandiye û pêkêşê xwendevanên kurd kiriye. Wî bi hemû berhemên xwe ên hêja xelat wergirtiye. Ew bûye xelatgirê pêşevayê romana kurdî Ereb Şemo. Wî xelata Ereb Şemo ya ”Yekîtiya Nivîskarên Ermenîstanê” girtiye.

Di romana wî a bi navê Sîber de gelek bêwejên folklorîk, pêşgotinên bav û kalan û şîretên giranbiha hene. Û a girîng bindestî, belengazî û zordariya li ser jinan heye. Adet, tore û tradîsyonên civakî ên baş û nebaş hene. Di zewaca keç û xortan de biryarên şaş ên malbatî jiyanê lix ort û keşên ciwan diherimîne. Di xwe eliqandina/întîxara/ Sîberê de biryara zewacêke şaş, hesûdiya xezûr û sersariya bavê Sîberê dibe sedem ku jiyan ji wê re dibe zindan, dibe cehenem/dojeh û dibe sedemê dawî lêanîna jiyana wê.

Di naveroka romana Wezîrê Eşo a bi nave ”Sîber”ê de jî diyar dibe ku jin di hemê sazûmanê berê û ên niha de hertim peliçiqîne, zilm û zordarî dîtine. Di bin birêvebiriya sazûmaneke ku xwedêgiravî sosyalîst bû û di teorîyê de wekheviya jin û mêran hebû, wekheviyö diparast, dîsa jî jin têne peliçiqandin, li wan neheqî, zordarî û zilim tê kirin. Di nav civakan de guhertinên berbiçav, pêşketinên nûjen pêk neyê, raman û mentalîteya însanan neyê guhertin nav sosyalîzm be jî bindestiya jinan didome. Pêşveçûna civakê, bi azadiya jinê ve girêdayîye. Civakên ku wekheviya jin û mêrî pêk neyne, kesayetiyên azad tunebin, li ser jinê zilm û zordarî, tehda û lêdan hebe, ew civak nabe civakeke demokratîk.

Di civakên koledar û feodal de jin kole û bindest in. Di civaka kapîtalîst de jî jin têne peliçiqandin. Zilm û zordariya li ser jinan hem ji hêla cinsî ve û hem ji hêla çînayetî ve heye. Yanî jin ducar têne pelixandin. Hetanî ku wekheviya jin û mêran pêk neyê, dê jin bêne peliçiqandin. Azadiya jinê di civakên azad û wekhev de dikare pêk bê.

Pêvajoya dîroka civakên cîhanê bi jinê hatiye xemlandin. Bê jinê pêşveçûn pêk nayê. Şoreşên ku li cîhanê pêk hatine netenê bi mêran, bi jin û mêran bi hevre pêkhatine. Jin rindî û xweşiya cîhanê ye. Bê jin jîyan nabe. Evîn, jin û jîyan sê peyvên ku herî xweş li hev tên û hevûdu temam dikin.

Wek gotina dawî ez vê bibêjim; Nivîskar, edbiyatzan/wêjezan, dîrokzan, rojnamevan û wergêrê kurd rahmetiyê gorbihîşt Wezîrê Eşoyê Hûtî Begê; di romana xwe ”Sîber” de adet, tore, govend û dîlan, cil û bergên û nerînên Kurdên Ermenistan , Gurcistan û Sovyeta Berê  li ber çavên xwendevanan radixîne. Herwiha siruşta wir a qeşeng nîşanî xwendevanên kurd dide û jiyaneke dema berê tomar dike û ji windabûnê diparêze, pêşkêşê xwendevanên dema nû dike, xwendevanan ji dema borî hayidar dike. Ev xizmeteke hêja ye, bêpayan e û lewre jî qîmet û rûmet parastina çand û wêjeya kurd e. Ev berhema giranbiha hêjayê xwendinê ye û dive xwendevanên kurd wê bikirin û bixwînin.

 

PÊVEKA NIVÎSÊ

Jiyana Wezîrê Eşo

Wezîrê Eşo, (z. 1934 – m. 2015)  nivîskar, lêkolîner û rewşenbîrekî kurd bû.

Wezîrê Eşo di 1´ê sermaweza 1934an de li paytextê Gurcistanê Tiblîsê ji dayîk bûye. Pêşiyên Wezîrê Eşo ji Zêtkaya Agiriyê koç kirine.

Kurtejiyan

Ew di sala 1953an de li fakulteya dîrokê ya Zanîngeha paytextê Ermenistanê Êrîvanê tê pejirandin û gava ew xelas dike, di navbera salên 1958–1961ê de li gundê Pampê wek serokê dibistanê kar dike. Salên 1961–1963an wek berendamê doktorayê beşa kurdzaniyê ya Enstîtuya Rohilatzaniyê de li Lenîngradê (niha Sankt–Pêtêrsbûrg) di nava dîroka Kurdistanê de kûr dibe. Salên 1964–1983an weke redaktor û redaktorê sereke yê polîtîkî di radyo, televîzyon û weşanên Ermenistanê de kar dike. Salên 1983–1994an karê redaktorîkirinê û wergeriyê di beşa weşanên kurdî ya Radyoya Êrîvanê de bi cî tîne.

Weke rojnamevan zêdeyî hezar gotar û şiroveyên wî li ser rûpelên rojnameya Rya Teze û gelek rojname û kovarên Ermenistanê û Moskovayê yên navendî de hatine weşandin, lê welê jî di radyoyê de hatine weşandin. Ji ber vê kedê ew kirine endamê Yekîtiyên nivîskar û rojnamevanên Ermenistanê û yê Yekîtiya Sovyeta berê. Wezîrê Eşo di sala 1991ê de hêjayî xelata Yekîtiya Nivîskarên Ermenî û Seksyona nivîskarên kurd ya bi navê Erebê Şemo bû.

Wezîrê Eşo heta mirina xwe li Belçîkayê di kar û mijûliyên nivîskariyê de berdewam bû. Ew di 23ê kanûna mezin a 2015an de li Brûkselê çû ber dilovaniya Xwedê..

Berhemên Wezîrê Eşo

  • Mizgînî
  • Dengbêj kal bûbû
  • Pamp–Sîpan
  • Xaçatûr Abovyan
  • Sîber – Roman
  • Qirme – Roman
  • Tosinê Ûşan – Roman
  • Hosta hovane – Novel
  • Îtbarî – Novel
  • Xebera dosta
  • Pariyê berdemayî
  • Kurdzanê Mezin Qanadê Kurdo – Lêkolîn
  • Dosya Barzanî di sandoqa Stalîn a polayî de.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev