Hunermend Îman Hisên

Hunermend Îman Hisên

Özzengin Seyhmus 

Hunermenda hêja Îman Hisên, zaneya hunerê mozayîkê ye û wek hêsirên çava, bi xwîna kezeba xwe, hunerê xwe dinexşîne û dîyarî me dike.

 

Dibe beşek ji hunerê mozayîkê yê Kurdistanê. Di xeta mozayîkê de dibe tayên dîroka çand û hunerê Kurdistanê.

 

Îman Hisên, bi delalîya xwe, bi wan tilîyên nazdar, bi hestên kurdewarî, nûra çavên xwe dixe nav hunerê mozayîkê, dihone û hunerê xwe pêşkêşî me dike.

 

Jineke Kurd, hunermenda hêja, wan perçên hûrik hûrik yên mozayîkê, bi wan tilîyên mîna findên şimê, bisebir, reng bi reng di hunerê xwe de bi ruh dike û bi hestên xwe re dihone.

 

Mîna lêkolînereke dîrokî, şexsîyetên Kurd dişopîne. Motîfên dîrokê di hunerê xwe de bi rengan di hunerê mozayîkê de, bi ruh dike û bi hunerê xwe mesajên xetên dîroka Kurdistanê, di mozayîka van şexsîyetên Kurd de, her yek qermîçokek, her yek xet, wek keserên dîrokî derdixe ber me û dike tayên dîrokê.

 

Hunerê mozayîkê, hunerekî xwedî dîrokeke dûr û dirêj e. Pîspor, hunerê mozayîkê, yek ji hunerê herî kevnar qebûl dikin. Di dîrokê de, ji Yewnana Qufar (Antîk) û Medenîyeta Roma pir mînakên berhemên hêja yên hunera mozayîkê mane. Cihek ji warê vê hunera mozayîkê jî li bakurê Kurdistanê ye. Bajarê kêleka çemê Firat, Zeugma ye.

 

Li Kurdistanê dijminên kurdan li henber huner û hêjayên Kurdistanê jî bêtehamûl hereket kirine û dikin.

 

Di warê hunerê mozayîkê de, em qatlîama herî mezin li Kurdistanê dibînin. Li bajarokekî Entabê, ku li kêleka çemê Firatê ye, muzeya herî mezin a mozayîka cîhanê heye. Navê vî bajarokî di dîroka hunerê mozayîkê de Zeugma ye. Muzexaneya mozayîkê a Zeugmayê, di mezinaya 1700 metre çargoşe de ye.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev