Bavê Nazê: ”Xewna Bi Hêvî”

Bavê Nazê: ”Xewna Bi Hêvî”

Berhemeke delal ji Weşanxaneya LÎSê

 

Bavê Nazê, di Xewna Bi Hêvî de, demûçaxa qirkirina Ermenan wekî dema esasî dike romana xwe.

 

Û di vê demê de, qilopilo û fenekiyên dewleta Osmanî ku dixwaze hemû Kurdan, bi taybetî yên li herêma Cizîra Botan di vê qirkirinê de çalak bike, ji hêlekê ve dixe mijara romana xwe. Ji hêla din ve jî, hin axa, beg, serokeşîr û mîrên ku hişyar in di warê fenekîyên Osmanîyan de û naxwazin bibin leşkerê ”Siwarên Hemidîyê” û ”Kirîv”ên xwe bikujin.

 

Û li hember vê xweragirîya mîr û serokeşîrên Kurdan, hewldanên dewleta Osmanî ku ji bo pêkanîna mebesta xwe, li ser dînê Îslamê dixwaze poç û serê serok û giregirên Kurdan li hev bixe.

 

Û Qedrîyaya ku wekî jina duyem çûye ba ”Egîd axa û ji bo ku jê zarok jê re çêbibe û li hember Egîd axa, rûmeta jintîya xwe xelas bike”, berê xwe dide kanîyeke din û xwe pê dide avdan; û dawîya wê û ya pitikê wê yê trajîk.

 

Û digel wê jî, çîroka evîna mirzanekirî ya keça axa Sêvê û Hosta Rezo tê (ve)gotin.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev