Nameyên evînî – 142

Nameyên evînî – 142

Xwendevanên delal, em beşa xwe a bi navê “Nameyên evînî”, bi rêberîya nivîskara malpera me Nura Şane berdewam dikin.

Hûnê di nivîsên Nurayê da evîna ser asta bilind, paqij, wek ava çavkanîyan zelal hîs bikin, a here giring jî, bi zimanê dayîkê.

Belkî dijwarîya here mezin di vê beşê da ev be: -Emê çawa bikin ku evîna mezin û erf-edetên kal û bavan li hev bikin, bi hev ra bikemilin û rêya xwe a bextewarîyê bibînin?

Hêvîya me di çareserîya vê pirsê da ew e, ku evîna mezin herdem rast e, madem rast e, gerekê bi ser keve.

Em îro nameyên evînî çap dikin, ku ji Nura Şane a delal ra hatine şandin. Ew ne tenê bi pênûsê hatine nivîsar, lê bi dil, ruh û hîsan va jî.

 

¤¤¤

Piştî te bo min xelk, neyar, dijmin, xêrnexwaz, zikreş, çavnebar, hevsûd tunene. Ji te hezkirin van hemûyan pûç dike, dike weke gûzê kor, weke nanê kefikî, weke sêva kurmî, weke kincê pizinî, weke çewalê rizîyayî. Piştî te hemû keç û jin bo min bûne portre…

 

¤¤¤

Dema tu a min î, ji hîç tiştekî jî aciz nabim. Tenê ji salên xwe aciz dibim.

 

¤¤¤

Dilê min, xwe qet himberî tu kesî neke, tu Xweda yî û Xweda jî yek tenê ye.

 

¤¤¤

Ez bo te bûm bawermend, dikarim bibim musulman jî. Sirûda kurdî nabêje: -Dînê min, îmana min her Kurdistan e? Ez jî dibêjim dînê min, îmana min Nura min e.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev