”UÇAXA ME HÎN ÎNMÎŞ NEBÛYE”

”UÇAXA ME HÎN ÎNMÎŞ NEBÛYE”

Abdurrahman Benek

Li balafirgeha Îzmîr’ê çend Kurdên me, ku hemû ciwan bûn, li dora hev civiyabûn û li benda balafira xwe bûn ku herin bajarê xwe. Pirranîyên wan bi hev re bi Kurmancî diaxifîn. Kurmanciya wan jî, mîna ku li heman dibistanê xwendibin û dersên zimanê Kurdî dîtibin, wek hev bû. Çawa wek hev bû? Ewqas ku êdî ji Kurdî û Tirkî derketibû, bûbû Tirkmancî.

Têlefona yekî lêket. Bi dengekî bilind got “eloo” û dest bi axaftinê kir. Her camêrekî li derdora wî, bi rehetî dengê wî dibihîst. Zimanşûjin jî du metroya dûra wan rûniştibû û guhê wî jî li ser axaftina wan bû.

“Elooo, efendim abê.”’

“Niha tu li kuderê yî?”

“Ez niha li havaalaniya Îzmir’ê me. Uçaxa me hîn înmîş nebûye”.

“Baş e, ku tu hatî têlefonî me bike, em te pêşwazî bikin.”

“Temam abê. Ku ez li uçaxê înmîş bûm ez ê te aramîşkim. Yegenê min bila min karşilamîşke”.

“Baş e rêya te vekirî be.”

“Saxol abê teşekur dikim.”

Hevalên wî ji wî pirsîn.

“Kî bû tu aramîş kirî?

“Amcaoxlûyê min bû. Dibê ez te li havaalaniyê bigirim.”

Û sohbeta camêran dora saetekê bi vî awayî dewam kir. Di nav wan de yek tunebû ku ji yê din piçeki baştir Kurdî biaxife. Tiştekî din jî bala Zimanşûjin kişand, giraniya wan li ser Kurdî bû û şaşo maşo be jî Kurdî diaxifîn.

Zimanşûjin xwe ber wan ve kir û slav da wan:

-Selamunaleykum xortno.

-Aleykum selam abê.

Bala hemûyan vegeriya ser Zimanşûjin.

“Balafira we derengiyê ket herhal?”

“Erê wele abê, saeteke em beklemîş dikin ema hîn uçaxa me nehatiye. Abê tu derî kuderê?”

“Ez diçim Enqerê.”

“Tu li Enqerê otirmîş dibî?”

“Belê ez li Enqerê dimînim. Hûn li kîjan bajarî dijîn?”

“Em gî li Diyarbekirê yaşamîş dibin.”

“Baş e. Niha ez bona çi hatime cem we hûn dizanin?”

Her yekî li yê din mêze kir û kesekî tiştek negot.

“Min axaftina we guhdarî kir. Eferim ji we re ku hûn nivco mirço be ji Kurmancî diaxifin. Mixabin ji du peyvan yek axaftina we bi Tirkî ye. Înmîş nebû, karşilamîş bike, yaşamîş dike, havaalani û filan û bêvan. Heyfa we ku hûn Kurdî û Tirkî linavhev dixin û tirkmancîyekê peyda dikin.”

Hîn gotina Zimanşûjin neqedîyabû ku yekî got: “Abê wele heqlisen ema me oqil okimîş nekirîye ku em qasî te kanibin konişmîşbin.”

“Qebul we li dibistana nexwendî ye. Min jî li dibistana xwendin nekiriye. Çima zimanê min tam Kurdî ye yê we nîvî Tirkî nîvî Kurdî ye? Hele carê bifikirin.”

Careke din li hev mêze kirin û bi hev re gotin: “Wele abê doxrî dibê.”

“Xortno min meraq kir. Dê û bavê we jî mîna we diaxifin?”

Yekî got:

“Na wele, Kurmancîya mezinên me bîr nûmara ye.”

Yê din got:

“Wele abê cîya min nizane Tirkî konişmîş bibe.”

Yekî din got:

“Ciya min jî Tirkî nizane ema bavî min konişmîş dibe, hem Kurmancî konişmîş dibe hem jî Tirkî.”

Zimanşûjin got:

“Baş e. Ez jî dibêjim ku di warê zimên de dibistan, dayika meriya ye. Zimanê xwe ji dayika xwe fêr bibin. Ku wana çawa nabêjin “konişmîş û înmiş û kapamîş” hûn jî mebêjin û heta dema we çêbû, bi dayika xwe re, extiyarên xwe re biaxifin.”

“Abê tu her bijî.”

Xortên rû bi ken bûn. Ji Zimanşûjin hez kiribûn û kêfa wan bi şiretên wî dihatin. Zimanşûjin:

– Xortno, ez naxwazim we eciz bikim. Tenê tiştekî din ji we re bibejim û rabim herim. Jixwe wexta min hat ku ez li balafira xwe siwar bibim. Gotina min ev e. Bihesibînin hûn li welatekî xerîb in. Nîv Îgilizîyeke we heye. Derdora we qet ji zimanê we fehm nake û hûn mecbûr in bi Îngilizî biaxifin. Hûnê çi bikin? Dema we xwest hûn hevokekê saz bikin, hûnê li peyvên Îngilizî bigerin û bixwazin bînine hişê xwe. Aqil û fikra we wê li ser peyvên Îngilizî be ne wisa?”

Xortekî got:

“Erê wele eyni mîna abê ye.”

Zimanşûjin rabû ser xwe û got:

“Dema hûn bi Kurdî diaxifin jî bila aqil û fikra we li ser zimanê we be. Li pey peyvên dayîka xwe kevin. Bimînin di nav xêrê de hevalên ciwan.”

Hemû xort rabûne ser pîya. Yeko yeko bi destê Zimanşûjin girtin, hevdu maç kirin û ew oxir kirin.

Zimanşûjin hîn çend gav avêtibûn ku dengê yekî hate guhê wî:

“Allahima abê heqlî ye. Îro şunda ez ê doxri konişmîşbim.”

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev