Di sedsala 19an de rewşa wêjeyî-hunerî ya Rûsya û Kurdistanê -1

Di sedsala 19an de rewşa wêjeyî-hunerî ya Rûsya û Kurdistanê -1

Nivîskarê malpera me yê aktîv û zane Omitê Mistefê ji Bazîda dilê Kurdistanê herdem ji me ra nivîsên wisa dişîne, ku em xwe li welatê kal û bavan, di nav zane û xunedarên miletê xwe yê berî dem û dewranan dibînin û bawerîya me bi miletê me, bi welatê me zêde dibe.

Em vê nivîsa wî a delal dikin du beşan, beşa pêşin îro çap dikin, beşa duduyan jî sibê bixwînin.

Omitê Mistefê

 

-Awireke giştî li rewşa wêjeyî-hunerî ya serdema Lev Tolstoy û Mele Mehmûdê Bazîdî-

Destpêk

Bêguman ji bo berawirdkirina du kesayetên dîrokî naskirina dem û dewranên wan karekî pêwist e; me jî di çarçoveya rêzegotarekê de hewl daye ku awireke giştî li rewşa wêjeyî-hunerî ya serdema Lev Tolstoy û Mele Mehmûdê Bazîdî bigerînin.

  1. Di sedsala 19an de Rûsya: Kurtnêrînek li bûyerên sereke yên serdemê

Di destpêka sedsala 19an de Rûsya di qada cîhanî de hêzeke xurt bû; lê di gel vê yekê jî, welat di pêşkeftina teknolojîk, siyasî û civakî de gelekî ji welatên pêşeng ên Ewrûpayê bi paş ve mabû. Di vê sedsalê de çendek bûyerên girîng ên dîroka Rûsyayê qewimîne: Şerê Niştimanî yê sala 1812an, Serhildana Şoreşgerên Çileyê (14 Çileyê Pêşîn 1825), Şerê Kirimê (1853-1856), betalkirina serfkariyê (19ê Sibatê 1861) û gelek bûyerên din ên bi heman rengî girîng.

Di destpêka sedsala 19an de Çarîtiya Rûsyayê bi pêşengiya Aleksandrê Yekem gihîşte gelek biryarên jêhatî; bi sayeya wan biryaran pêşketinek di saziyên dewletê de durist bû, Rûsya ket ser rêya çaksazî û serbestiyê. Her çiqas çarê nû yê rûs bi Fransayê re zimanekî hevpar dîtibû jî, Împaratoriya Fransayê ya bi pêşengiya Napolyonî çav berdabû dagirkirina Rûsyayê; li ser vê yekê di navbera Rûsya û Fransayê de Şerê Niştimanî yê sala 1812an qewimî û hevsengiya hêzan hema hema wekhev bû. Hêjayî gotinê ye ku fermandarên rûs ên wekî Kûtûzov, Bagratiyon û Rayevskî stratejiyên çalak danîn; her wiha -wekî Napolyon hêvî dikir- civaka welatparêz a rûs jî piştgirî neda destwerdana Fransayê. Artêşa fransî ya ku dixwest bi leza birûskê êrişî ser dewleta Rûsyayê bike û wê dîl bigire, heta Moskovayê bi pêş ve hat; bajar ji ezmûna talan, wêran û şewatê re derbas kir. Şerê Niştimanî yê sala 1812an tenê 6 meh û 2 rojan berdewam kir; lê kutabûna şerî di roja 25.01.1812an de bi serkeftina Rûsyayê hate ragihandin û artêşa Fransayê bi awayekî basikşkestî ji xaka Rûsyayê derket.

Piştî mirina Aleksanderê Yekem (19.11.1825), birayê wî yê biçûk Nîkolay derkete ser text; lê belê alozî û bêîstîqrariyekê welat hingaft û hinek komên nerazî yên şoreşger di roja 14.12.1825an de bingehê lidarxistina şoreşekê danî. Armanca serhildanê sererastkirina kar û barên desthilatdariyê û derxistina makeqanûnekê bû; lê belê serhildana ku roja 26.12.1825an dest pê kir, ji aliyê Nîkolay ve bi hovane hate tepisandin, pêşengên şoreşê hatin darvekirin an jî ber bi sirgûnê hatin şandin.

Bê guman vê serhildanê baweriya Nîkolayî ya bi esilzadeyan têk bir; lewre siyaseta xurtkirina xweseriyê berdewam kir, bi kirdarî çalakiyên çaksaziyê paşguh kirin û di encama vê bêbaweriyê de rêxistineke nû ya bi navê “Şêwirmendiya Qeyserê Gewre” damezirand. Peywira vê saziyê şopandina pêbendbûna bi biryarên çarê rûs bû; wekî encameke vê saziyê hejmara burokratên li welêt bi qasî 6 qatan zêde bû, karbidestên dewletê vegeriyane çîna serdest û sereke ya welêt. Lê belê di nîveka sedsala 19an de çarê rûs rastî gelek têkçûnên leşkerî hat; yek ji wan têkçûnan Şerê Kirimê (1853-1856) bû ku di navbera Çarîtiya Rûsyayê û koalîsyona împaratoriyên osmanî, brîtanî, fransî û Keyaniya Sardînyayê de pêk hatibû.

Piştî mirina Nîkolayî (18.02.1855), Aleksanderê Duyem roja 19.02.1855an de derkete ser text; piştî şeş salan (1861) biryara çaksaziyê da û li Rûsyayê serfkarî betal kir ku di nava gel de wekî “Rizgarker” hate binavkirin. Ji bilî vê çaksaziya girîng a dîroka Rûsyayê, Aleksanderê Duyem gelek çaksaziyên din jî di sazûmana dewletê de pêk anîn; bi çaksaziya leşkerî xizmetkariya artêşê ji 20 salî daxiste 6 salan, her wiha çaksaziya milkiyeta erdê û çaksaziya dadweriyê jî li Rûsyayê dan destpêkirin. Lê belê Aleksanderê Duyem ji ber van çaksaziyên çalak û girîng di sala 1881ê de tûşî komployekê hat û di encamê de hate kuştin.

Piştî wî Aleksanderê Sêyem hate ser text; çaksaziyên bavê xwe bi rijdî berdewam kirin û di serdema wî ya bê şer û qirên de (1881-1894) pêşketina pîşesaziyê ya çalak dest pê kir ku ji ber vê karakterê xwe di nava gel de wekî “Çarê Aşitiyê” hate naskirin.1

  1. Awireke giştî li rewşa wêjeyî-hunerî ya Rûsyaya sedsala 19an

2.1. Wêje

Di çaryeka yekem a sedsala 19an de helbesta romantîk li ser wêjeya rûsî serdest bû. Piştî ku Vasîlî Jûkovskî di sala 1802an de helbesta Thomas Gray a bi sernavê “An Elegy Written in a Country Church Yard” (Zêmara Nivîsandî li Hewşa Dêra Welatekî) wergerande ser zimanê rûsî modayeke zêmaran hanzûka kete nava wêjeya rûsî; Konstantîn Batûşkov, Mîr Pyotr Vyazemskî û Aleksandr Pûşkînê ciwan ev cureyê nivîsandinê bi pêş ve bir û pijand.

Her çend di dawiya salên 1810an û destpêka 20an de bangewaziyek ji bo helbesta civakî hebû jî, piraniya helbestvanên herî xurt rêça lîrîkî ya Jûkovskî şopand. Lê belê sala 1820an Pûşkînê tezegihîştî rêya xwe vekir û rêzeyek şahkarên xwe afirandin ku bi vê yekê wekî helbestvanê neteweyî yê Rûsyayê hate naskirin; her wiha derkete asta W. Şekspîrê ingilîz û Danteyê îtalî. Vê heyamê Pûşkînî helbesteke dirêj a bi sernavê “Girtiyê Kafkasyayê (“Kavkazskîy Plennîk”, 1820-21)”, “Qecer” (“Tsîgane”, 1824), romaneke helbestî ya bi sernavê “Yevgenî Onegîn” (1833), û trajediyeke bi şêwaza Şekspîrî “Borîs Godûnov” (1831) nivîsandin; her çiqas şarezayê zimanê wêjeyî yê rûsî di van xebatên xwe de hestyariyeke berbiçav û hevsenga xwe ya kevneşopî parastibe jî, zimanekî teyîsok î bi naverokeke felsefî û qerfî jî afirand.

Di salên 1830î de gav bi gav stêrka helbestê xuricî û pexşanê şûna wê girt; bi vî awayî saziyên wêjeyî rûgeha xwe guherand û eywanên torinan bûn mêrg û zeviyeke wêjeya rûsî. Di vê maweyê de hêdî hêdî “kovarên mehane yên qalind” hatin weşandin; edîtor û rexnegirên pispor aşxaneya wêjeya rûsî bi çêjên nû zengîn dikir. Pûşkînî di xebatên xwe yên wekî “Çîrokên Birêz Îvan Petrovîç Belkîn” (“Skazkî o Pokoynom Îvane Petrovîçe Belkîne”, 1831), “Şahbanûya Maçayan” (“Pikovaya dama”, 1834), û “Keça Kapîtan” (“Kapîtanskaya Doçka” de pexşana rûsî derxiste bazarê. Dîsa di heman pêvajoyê de berhemên nivîskarê qerfî yê ukraynînijad Nîkolay Gogolî jî derketin pêş xwendevanan; çîroka wî ya bi sernavê “Bêfil” (“Noc”, 1836), şanonameya “Mifetişê Dewletê” (“Gasûdarstvênnîy Înspektor”, 1836) û romana destanî ya “Giyanên Mirî” (“Mêrtvîye dûşî” 1842) çêj û şêwazên cuda anîn nava pexşana rûsî. Her çend Gogol wê hingê wekî nivîskarekî qerfî dihate naskirin jî, lê niha bi awayekî din tê nirxandin; êdî ew sêrbazekî zimanê devkî ye ku xebatên wî dişibihin absurdîstên sedsala 20an. Divê bê gotin ku di dawiya salên 1830î de Mîxayîl Lermontovî berhemeke bi navê “Lehengekî Hevçaxê Me” (“Gêroy Naşeva Vremenî”, 1840) nivîsand û ev xebata wî wekî romana psîkolojîk a yekem hate tomarkirin ku wêjeya rûsî derbasî asteke din kir.

Di salên 1840î de rûgeha wêjeya rûsî bi biryardarî zivîrî ser asteke cuda; êdî wêjeya kesane û romantîk bi pêşengiya rexnegirê mezin ê wêjeya rûsî Vîssarîyon Bêlînskî veguherî ser şêwazê civakî û realîstî. Bêlînskîyî di destpêkê de pirsgirêkên civakî yên heyî anîn rojeva wêjeyê û ne li bendê bû ku rojek ji rojan dev ji fonksiyona estetîkê berde; lê di dawiya salên 1840î de ramanên Bêlînskîyî bi ser ketin û êdî xebatên destpêkî yên realîzma rûsî derketin pêşberî xwendevanan. Îvan Gonçarov romana xwe ya li dijî romantîzmê “Çîrokeke Hevpar” (“Obşaya Îstorîya”, 1847) û Fyodor Dostoyevskî jî “Mirovên Hejar” (“Bêdnîye Lyûdî”, 1846) li ser vê rêça nû nivîsandin.

Ji salên 1840î heta destpêka sedsala 20an romana realîst serdestê wêjeya rûsî bû; lê belê bi tu awayî ne tevgereke yekpareyî bû. Di destpêkê de li ser “bingeha fîzyolojîk” rêbazeke bijare hebû ku pir caran endamekî çînên bindest dibû lehengê berhemê; mînakên wê yên berbiçav di berhevokeke çîrokan a Îvan Tûrgênev de tên dîtin. Tûrgenevî di berhema xwe ya bi sernavê “Rahênanên Werzişkarekî” (“Zarîsovkî Sportsmena”, 1852) de çîrokên pir xweşik hûnandine; jiyana xizmetkar û berdestiyên rûs li gorî dîtin û ramanên xwe veguhastiye wêjeyê, bi vê xwepêşandana hunerî ya xurt Çarê Rûsyayê Aleksanderê Duyem qanî kiriye ku xizmetkar û berdestiyan azad bike. Tûrgênevî piştî Rahênanan rêzeke romanan jî nivîsandiye ku hevçaxên wî her romaneke wî binyad û binaçeya civaka rûs hesibandiye. Romana wî ya hera serkeftî “Bav û Kur” (“Attsî î Dêtî”, 1862) e ku nakokiyên nifş û çînan vedibêje; lehengê romanê ciwanekî hîçperest (nîhîlîst) ê bi navê Bazarov e ku di serdema reformên Aleksanderê Duyem de dijiya û bi malbata Kîrsanov (bav, kur û ap) re hinek peywendî girêdabûn.

Bêguman di sedsala 19an de du nivîskarên realîst morên xwe li wêjeya rûsî xistine ku yek Fyodor Dostoyevsky e û yê din jî Lev Tolstoy e. Dostoyevskî bi giştî li ser derûnînasiya jin û mêrên derkenarî û hejar radiweste; lê Tolstoy di berhemên xwe de pirsgirêkên rojane yên çîna navîn derman dike; wekî mînak di “Şer û Aşitî” (“Voyna î Mîr”, 1865-69) û “Anna Karenîna”yê (1875-77) de nirxandinên xwe yên derûnînasiyane û civaknasiyane bi kar tîne, bi dîmenên kûr portreyên xweşik û nuwaze şayese dike.2

2.2. Muzîk

Berî sedsala 18an, muzîka gelêrî û dêrî li Rûsyayê serdest bû û muzîka laîk a rojavayî di 1730î de dest bi geşedanê kir; di serdema Çarîçe Anna Îvanovnayê de komeke operaya îtalî hatibû vexwendin ku li dîwana çarîtiyê şahiyan li dar bixe. Di dawiya sedsala 18an de li ser bingeha libretoyên rûsî hinek bestekarên xwecihî derketin holê; her wiha hinek komên biçûk jî bi pêşengiya şefên îtalî operayên qerfî li dar xistin. Bestekerê rûs ê yekem Mîxayîl Glînka ye ku arîstokratekî naskirî ye; pîşeyê xwe li Mîlano û Berlînê fêr bûye û di asta navneteweyî de navdariyek bi dest xistiye. Glînkayî du operayên rûsî yên herî kevn afirandine; di operaya bi navê “Jiyanek ji bo Çar” (“Jîzn za Tsarya”, 1836) de welatparêziya xwe pêşkêş kiriye û di “Rûslan û Lyudmîla”yê (1842) de jî îlhama xwe ji Pûşkînî wergirtiye.

Di nîvê duyemîn ê sedsala 19an de jiyaneke mûzîkî ya çalak derketiye holê; bi hewildanên bestekar û piyanîst Anton Rubinstein cara pêşîn Konservatûara Çarîtiyê li St. Petersbûrgê hatiye avakirin (1862) û Piyotr Îlîç Çaykoskî jî wekî bestekarekî pispor ev konservatûar berfireh kiriye. Operayên wî yên navdar ên wekî “Gola Qulingan” (Lebedînoye Ozero)“Findiqşikên” (Şelkunçîk) û “Rindiya Nivistî” (Spyaşaya Krasavitsa) îlham daye nifşa serdema xwe; çendek bestekarên nifşa wî bi xwe fêrî muzîkê bûne û debara xwe bi karên derveyî muzîkê pêk aniye. Wekî mînak Mussorgskî di kar û barên sivîl de dixebitî, Aleksandr Borodîn kîmyagerekî navdar î heyama xwe bû, Nîkolay Rîmsky-Korsakov jî dev ji karê deryavaniyê berdabû û wekî profesorê muzîkê yê Konservatûara Çarîtiyê ya li St. Petersbûrgê dixebitî. Ev bestekarên xwe bi xwe fêrbûyî xwedî li mîrateya neteweperwer a Çaykovskîyî derketin; hinek operayên girîng ên wekî “Borîs Godûnov” (Mussorgskî, 1874) “Mîr Îgor” (Borodîn, 1890), “Şehrazad” (Rimsky-Korsakov, 1888) afirandin.3

2.3. Hunerên dîtbarî

Her wekî muzîkê, li Rûsyayê hunerên dîtbarî hêdî hêdî bi pêş ve çûne û li gorî çarçoveyên ewropî ji wêjeyê derengtir ketiye. Ji sedsala 18an heta destpêka sedsala 19an ji bilî Dmîtrî Levîtskîyî tu nîgarkêşekî rûs î mezin derneketiye. Di sala 1830î de Akademiya Hunerê ya Rûsyayê (damezrandin: 1757) ji bo perwerdehiyê dest bi şandina nîgarkêşên rûsî kiriye. Di nava nîgarkêşên şandî de Aleksandr Îvanov û Karl Bryullov kesên herî jêhatî bûne; her du jî bi kevalên dîrokî yên romantîk dihatin naskirin û kevneşopiyeke nîgarkêşiyê ya xasneteweyî dest pê nekiriye. Di salên 1870î de “Nîgarkêşên Gerok” (Peredvîjnîkov) derketin ser dika nîgarkêşîya neteweyî; lê belê xebatên wan li derveyî Rûsyayê baş nayê zanîn. Bêguman dîmenên arambexş ên Isaak Levîtan, portreyên balkêş ên Îvan Kramskoy û Îlya Repîn, her wiha nîgareyên civakparêz ên wekî Vladîmîr Makovskî, Vasîlî Perov û Repîn hêjayî navdariyeke navneteweyî ne.

Bale cara yekem di destpêka sedsala 18an de li Rûsyayê hate pêşandan û dibistana yekem a welêt di sala 1734an de hate vekirin; lê belê heta destpêka sedsala 19an reqs û semaya rûsî bi gelemperî di bin bandora dansa ewropî de bû, serdestiyeke şêwazên frensî û îtalî hebû. Piştre rûsan kevneşopiyên xwe yên gelerî bi dansa ewropî re kelijand û baleya xwe ya serbixwe afirand. Şanoyên dramatîk û baleyê heta dawiya sedsala 19an bi tevahî di bin kontrola dewletê de bûn; lîstikvan û semajen (reqas) karmendên fermî bûn û pir caran rastî miameleyeke nepak dihatin. Lê belê di tevahiya sedsalê de çalakiyên şanoyê pir xurt bûn; di destpêka sedsalê de navên hin lîstikvan û semajenên rûs derketibû, balerîna Îstomîna û lîstikvan Mîxayîl Şepkîn pir navdar bûn. Heke ji çarçoveyeke navneteweyî ve bê nirxandin, serketina herî mezin a şanoya rûsî di warê baleya klasîk de pêk hatibû. Ji salên 1820î û pê ve semajenên rûs serwerî li dika baleyê dikir; gelek nimayişkerên mezin ji bo şanoyên Çarîtiya Rûsyayê dixebitîn û heta hin kesên mîna Marîyûs Petîpa -ku bi eslê xwe ne rûs bû jî- karmendekî şanoya rûsî bû. Her du berhemên Çaykovskîyî “Gola Qubeqazan” (Lebedînoye Ozero) û “Rindiya Nivistî” (Spyaşaya Krasavitsa) bi destî Petîpayî hatin nimayişkirin.4

Wêne: Lev Tolstoy

(dûmayîk sibê bixwînin)

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev