Ji nimûneyên zargotina me – 249

Ji nimûneyên zargotina me – 249

Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Berhema dusedûçilûnehan me ji pirtûka kurdzan Emînê Evdal ya “Heleqetîyêd pizmamtîyê nav kurdada”, ku sala 1965an bi kurmancîya kirîlî ya kurdên Sovyet va hatîye çapkirin, hildaye û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî ya îroyîn kirîye. Berhema heftan berdewama nivîsa ”EYANBÛNA HELEQETÎYA XÛN-QINÊTÎYÊ EDETÊD KURDADA” ye. Em îro beşa wê a şeşan çap dikin.

Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.

Tîpguhêzîya kurdîya ji tîpên kirîlî ser tîpên kurdîya latînî Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr kirine.

Amadekar: Têmûrê Xelîl

 

EYANBÛNA HELEQETÎYA XÛN-QINÊTÎYÊ EDETÊD KURDADA -6

 

  1. WEXTA MÎRATXARINÊ

Mîratxarin formasîyayêd mexlûqetîyê gişkada bi malhebûna tomerî û arizîra grêdayî bûye. Bêy îdêa malhebûna tomerî û arizî li ortê tunebûye û tune mîratxarin.

V.Î Lênîn xebata xweye ”Çine pizmamêd cmaetê”-da nvîsîye, wekî înstîtûta mîratxarinê îda bîr tîne malhebûna arizî. Glîyê V. Î. Lênîn nîşan nade, wekî wexta bereka mîratxarin tunebûye.

Berî zemanê qûltîyê jî mîratxarin hebûye, çimkî wexta neferêd berekê dimirin, çawa edet, gerek hebûna yê mirî cîda bima, neketa destê berekeke din.

Çawa em zanin Marks, Êngêls, usa jî Morgan, M. Kavalêvskî derheqa qurnêd bereka gelekî nvîsîne, usa jî bi berekara grêdayî derheqa mîratxarinê nvîsîne. Wana nvîsarêd xweda nîşan dane, wekî mîratxarin qewmandina mexlûqetîyêye teze nîne, ew hela wextê bereka hebûye, ji wî zemanî tê û grêdayîbûye heleqetîya bira-pizmamtîyêra, guhastina bereka, bera-qebîlara. Wî çaxî tunebûn qewmandinêd cmaetîyêye usa, wekî bi xûn û qinêtîyêra nehatana grêdan. Hema wî çaxî femdarîya mîratxarinê jî bi pevgrêdana pizmamtîyêra grêdayî bû, mesele, ser hîmê edetê bereka, ew neferê berekê ku dimir, hebûna wî dighîşt bereka wî.

Em ser hîmê matêrîyalêd arxêologîyayê, êtnografîyayê û folklorê zanin, ku hema zemanê matrîarxatêda dest bi mîratxarinê bûye, wî çaxî, wexta jinê nav cmaetêda cîyê pêşin digirt, him malda, him jî derva, serkarî destê wêda bû, lê wexta pêşda diçe malhebûna cmaetê, têxnîka, wî çaxî matrîarxat hêdî-hêdî tê guhastin, pêşda tê patrîarxat, wî çaxî her derecada mêr serkarîyê dike. Çawa qanûnêd mexlûqetîyêye din û edet, usa jî celebê mîratxarinê tê guhastin. Îcar hebûna wî neferê berekê, wekî miribû, ser hîmê extîyarîya edet dighîşt pizmamê wî, mêrê dha nêzîkî wî. Berê, wekî miratxarin ser navê jinê bû, paşwextîyê bi navê mêr dihat kivşkirin. Nebî, nebîçirkêd kalikê jî mîratxurêd kalikê, bavê dihatin hesabkirin.

Extîyarîya mîratxarinê, ya zemanê bereka, timê, her cîya, nav her berek û qebîlada bi celebê pizmamtîyê, edet dihat eyankirin, lê paşê, wexta berek batmîş dibûn û pêşda tê dewlet, merî nvîsarê dest tînin, wî wextî dewlet, ser hîmê qanûnêd edet, bi guhastinava tevayî, dide çêkirin qanûnêd mîratxarinêye resmî, yêd ku bi destî organêd wêye here blind dihatin îzbatkirin. Kêleka qanûnêd hukumetê qanûnêd cmaetîyêye mîratxarinê jî diman.

Raste, hebûye knyajêstva (mîrîtî – Not ya werger e) kurda, dînastîyêd wan, lê heyf ku tunebûne qanûnêd mîratxarinêye nvîsandî, çawa mesele: ktêba ermenîya, ya Mxîtar Goş, -”Datastanatîrk” û yêd din. Lê ew qanûnêd heqîyêye mîratxarinê, paşwextîyê nav gelek cmaetada bi qanûnêd rêlîgîyayêra hatine perwedekirin, yanê her tişt, usa jî mîratxarin, ser hîmê hebandinê, fanatîzma dîn şirovekirine, wan tirê bê hebandin tu tişt dinyayêda tune. Usa jî nav mexlûqetîya snifîyêda mîratxarin ûymîşî bengzê snifîyê dibe. Raste, wexta dewlet hebûye, pêra jî hebûne qanûnêd mîratxarinêye nvîsandî, wekî bi destî organêd wê dewletê dihatin qedandin, lê ji qnyatêd êtnografîyê em zanin, wekî rex wan qanûnêd mîratxarinê paşwextîyê jî hebûye extîyarîya mîratxarinê bi celebê edet, wekî cmaetê, çawa edetê xwe, nav xweda daye qedandin. Em paşmayîyêd wana îro jî ber çevêd xwe dibînin nav gelek cmaetada, usa jî nav kurdada. Bi gotina S. Karapêtyan îro jî ne ku çawa paşmayî, lê çawa edet, nav kurdêd Dêrsimêda, wextê malxwê dimire, bira, kur, pizmamêd wî mîrata wî hiltînin bê hesabkirina qanûnêd dewletîye mîratxarinê. Eva yeka nîşan dide, wekî qanûnêd mîratxarinêye berektîyê bi celebekî guhastî, îro jî nav ber, qebîl, êl-eşîretêd kurdada hene.

Zemanê arxayîk nav ber û qebîlêd cmaeta gişkada hebûne du cûre pizmam: yêd nêzîk û yêd dûr.

Berê huruma pizmamêd nêzîkra digotin ”agnatî”, yêd dûrra ”gentîes”. Îrlandîyayêda îro jî komêd pizmamtîyêra dibêjin ”Fein”, cmaetêd slavon wan komêd pizmamara dibêjin ”zadrûga”, ”rodî”.

Bi gotina M. Kovalêvskî û Gêrn, cmaet berê ewlin wan merîya hesab dikin pizmam, yêd ku ji malekêne, silsiletekêne, ji berekê yan jî ji qebîlekêne, mîratxurêd hevin.

Ew wê yekê dikarin bêjin berê ewlin derheqa kurdêd ji welatê me der, derheqa ber, qebîl, eşîretêd wanda, usa jî paşmayîyêd femdarî û heyetîya pizmamtîyê nav kurdêd Sovêtîyêda, hilbet sistbûyî. Bi vî teherî, em ku xeber didin derheqa mîratxarinêda, gerek zanibin derheqa êtapêd wê, extîyarîya wê bi dîwanî û paşmayîyêd wêda: bi cûrê edet.

Extîyarîya mîratxarinê ewe, wekî pey mirina merîkîra hebûna wî dighîje yekî dinî nêzîkî wî pizmamî.

Nav kurdêd Dêrsimêda vê gavê jî, wexta xeberdan dibe derheqa extîyarîya mîratxarinêda, dest-dest tê ber çeva pevgrêdana wane pizmamtîyê, biratîyê, xûn û qinêtîyê, merîyêd nêzîk, yekbûn-tifaqa wana, alîkarîya wana  bona hevdu. Nav kurdêd Golovînoda îro jî edete, wexta mezinê malê dimire, hebûna wî dighîje bira, kur, kurapêd wî. Eger ewana tunebin, wî çaxî hîmê qanûnêd dewletê wê hebûnê dest tînin, hinek jî ser hîmê edet.

Çawa hebûna yê mirî, usa jî deynê wî ser merîya dighîje mîratxurê wî.

Bê malxwê, çawa pirsêd din, usa jî pirsa mîratxarinê nedihat zelalkirin.

Edet bû, pey mirina malxuêra, wexta paravekirina hebûna wî nav bira, pizmamada, tenê başqe hesab dikirin hûr-mûrê bûkêyî arizî: kincêd wê, pêşkêşêd jêra hatî, şkartêd wê û yêd din. Îzna jina malê hebû pey mirina mêrê xwera tiştêd xwe, şkartêd xwe bibira mala bavê xwe. Ew paşmaya zemanê matrîatxatêye, matrîarxatêra grêdayî gerek bê şirovekirin. Ew yek ji nav kurdêd Sovêtîyê hatîye hildan. Wekî usane, xênji hebûna bûkêye arizî, hebûna malêye din bo temamîya neferêd malê bû, her hebûna bûkê nediket tev mal, eşîyayêd mîratê.

Wexta silsileta malêye kevn hindik-hindik ji ortê derdiket, hebûna malê dima silsileta tezera, ewledê malêra – kurara, nebî-nebîçirkara, peyhatîyêd wanara (yêd kurînra).

Pey mirina malxuêra, wekî zarêd wî tunebûna yan jî hûr bûna, wî çaxî mîrata wî dighîşt birê wî, eger bira tunebûna, dighîşt pizmamêd wîye lape nêzîk. Bi cûrê mîratê zaru jî dighîştin mîratxur. Lê wekî pey mirina malxuêra neferêd malê hebûna û ji hev cihê bûna, wî çaxî mîrat parî ser dereca dikirin. Yanê extîyarîya her neferêkî malê hebû ji wê hebûna malêye tomerî, qasî extîyarîya xwe dest bîne. Hilbet, wexta parevekirina hebûnê ber çevêd wan bû mezinayî-çûkaya neferêd malê, gelo bira yê mezin yan yê çûke? Gelo jine yan mêre? Kale yan cahile? Û yêd din.

Mirina birê mezin şûnda, wekî ji birêd xwe din başqe dijîn, wexta parevekirina hebûna wî nav birêd chêbûyîda, wa dikirin: wekî qîz, kurêd yê mirî hebûna, qelenê kur, cihêzê qîza wî başqe didan birakî, hilbet berê ewlin didan birê mezin, eger ewî ew borcdarî hilnedida ser xwe, wî çaxî didan birê ortê yan jî yê biçûk, ku ew borc hildida ser xwe. Para mezin, çawa edet, dighîşt wî birayî, wekî zarêd birayê mirî bal wî diman, usa jî hesab dikirin mezinaya birê emrê xweda qird.

Ji alîyê mîratxarinê extîyarîya jinê tunebû, çawa dibêjin wî alîda ewe dengbirî bû.

Malda, ew jina ku bî dima, dikaribû biçûya mala bavê xwe, çawa jinêd bî gişk, ser hîmê edet, cara duda mêr bikira. Wî çaxî ji mîrata mêrê wê, xênji tiştêd wêye bûktîyê, tu tişt nedighîşt wê. Lê wexta malxuê yan jî tîyê bûkê bûk ji mal derdixistin, wî çaxî extîyarîya wê jî hebû, çawa nefera malê, ji hebûna malê para xwe bistenda. Usa bû extîyarîya edet.

Vira , xênji edetê kal û bava dayîna para bûkê, jina bî bi îsafa malxuêra jî grêdayî bû. Jinêd bî hebûn, wekî bi rezalixîya xwe diçûn, lê para xwe jî dibirin mala bavê xwe. Ew jinêd zarêd wan hebûna, bi xwe neçûna mêra, mîrata mêrêd wana dighîşt wan, çimkî ji zarêd xwe nediqetyan heta mezinkirina wana, heta zaru fira ketana. Jina bî dikaribû ji mal derneketa, lê îzna we hebû pey mezinkirina zarara jî mêrkira. Zaru usa jî dighîştin pizmamêd mêr, eger mêrê mala yê mirî tunebûna. Jina ku ne dixwest biçûya mala bavê xwe, ne dixwest mêrkira, îzna mêrê malê tunebû jina bî ji mal derxista. Eger bi nav-namûs bûya, xebatçî, ewê dikaribû (eger zarêd wê jî tunebûna) cihê bûya, ji mala mêrê xwe para xwe bistenda û ji xwera başqe derbazkira. Îzna neferêd mala bavê jina bî jî tunebû, bi zor kinêza xwe bidana mêr. Edetê kurdada heye, çawa me go, wexta mêr dimre, zaru dighîje mala mêr, lê îzna jina bî jî heye, wekî zarêd xwe nede tu kesî, cihê be û wana xweyke. Wî alîda jina kurde aza bû, xweyextiyar. Ev îzbatîyêd hana bi îzna jinêra grêdayî, paşmayîyêd matrîarxatêne, wekî bengzê dêmokratîyê stendine nav ber, qebîl û eşîretêd kurdada. Ew edet tiştekî xirab nîne emrê kurdada.

Raste, wekî azaya jina kurd mala kurdada pir-hindikî hebû, ew grêdayî bû qanûnêd kognatîyêra, lê ser hîmê qanûnêd agnatîyê, çawa dereca mîratxarinêda, usa jî derecêd dinda extîyarîya hîmlî destê mêrda, konkrêt nav kurdada, destê mêrê kurdda bû.

Em hildin lîtêratûra mletêd din, mesele, extîyarîya mîratxarinê û edetê ermenîyayî, kevnî din, wekî gelekî mîna extîyarîya edetê kurdane, rind hatîye eyankirin ktêba Mxîtar Goşe: ”Datastanagirk”-da.

Eva ktêba Goş, qanûnêd wê ser hîmê prînsîpa qanûnêd agnatîyê hatine şrovekirin. Şrovekirina qanûnêd mîratxarinêye usa: him ji alîyê prînsîpêd agnatîyê, him jî ji yêd kognatîyê usa jî hene ktêba rîmêye edetda, wekî jêra dibêjin ”nomokanon”. Qanûnêd nomokanonê hatine çêkirin ser hîmê nêt-meremê xûn-qinêtîyê, pizmamtîyê. Ew merîyêd ku dixwezin pirsêd agnatîyê û kognatîyêva mijûlbin, ew ktêb dikarin gelek komekê bidin wan.

Nha em binhêrin çika nav neferêd mala kurdada, pizmamada extîyarîya mîratxarinêye ser hîmê edet çawa dihat qedandin? Wexta malxuê dimir. Em rind zanin, wekî extîyarîya mîratxarinê ku edet bûye, bi dîfêrênsasîya kulfetê malêra, neferêd malê gişkîra hatîye grêdan. Bê dîfêrênsîyasîya tunebûye extîyarîya mîrtxarinê. Extîyarîya mîratxarinêye edet nav pizmamada her wî çaxî pêşda dihat, kengê serkarê malê dimir û neferêd malêye sereke jî ji hevdu ichê dibûn yan jî zûda cihê bûbûn, hebûna malê gişk ser nefera parevedikirin. Nava gelek mletêd dinda, hukumetêd wan bi zakonî qanûnêd mîratxarinêye dîwanî xwey dikirin, lê çawa me got, nav cmaeta kurdda ew yek tunebû, kurda ser hîmê edetê xwe, pey mirîra hebûna malê parevedikirin. Bal me jî, vê gavê, nav kurdada pirsêd mîratxarinê hîmlî ser hîmê zakonêd Sovêtîyê tên safîkirin, lê hela hene kurd, wekî dîsa ser hîmê edetê kevn mîratê nav hevda parevedikin, Hema eva yeka, çawa paşmayîna edetê kevn, nîşan dide patrîarxalîya cmaeta me, emrjîyîna wêye bertîyê, qebîltîyê berî rêvolyûsîya Oktyabrê welatê meda û heyetîya wê nha jî nav kurdêd Îranê, Tûrkîyayê û welatêd dinda: cîyê ku têda kurd didebirin.

Berê, wexta parevekirina mîratê orta cmaetêd kurd, ermenî, gurc û yêd dinda firqî hebû. Em hildin ermenîya û kurda. Mala ermenîda, wexta parevekirina mîratê, berê ewlin hesab dikirin çika malda çiqase qazanca her neferekî kulfet, çika çi anîye malê? Ser hîmê wê yekê jî para bira, apa yan jî kurapa dihat dayîn. Lê nav kurdada usa nîbû. Ji mîratê êpece dighîşt mêrê malêyî sere, paşê neferêd malêye din.

Parevekirina mîratê nav ermenîyada jî ser hîmê xûn û qinêtîyê bû. Mesele:

”Li Axalsixayê û çend cîyê mayî pey mirina bavêra, bi extîyarîya weke hev mîratxur tên hesabkirin ne ku tenê kurêd wî, usa jî ap û kurapêd wî, wekî bi hevra malekêda mane, ew mîratxur gişk ji hebûna malê wekehev parê distînin”(25). Lê nav kurdada, çawa me jorê got, hevekî firqî dikevê, wekî usane, em derheqa wê qewmandina cmaetîyê dikarin bêjin, wekî prînsîpa parevekirina mîratêye wekehev anegorî neferêd kulfet hesabkirî, nav gelek cmaetada hebûye.

Nav ermenîyada berê ewlin mîrat dighîşt kurê yê mirî, eger kur tunebûya, dighîşt bira, wekî jêra digotin ” Axbêrabajin” (para birê). Wekî qîza malê seqet bûya, wî çaxî ji mîrata bavê wê, apê wê, gelek hebûn dighîşt wê, lê wekî saxlem bûya, wî çaxî tenê cihêzê wê başqe dikirin, bona wexta mêrkirinê pêra danîna. Lê nav kurdada usa nîbû. Pey mirina bavêra qîz, çawa dereceke mîratê, dighîşt apa, pizmama, çimkî paşwextîyê wê bi qelen bidana. Eva yeka nîşan dide, wekî kulfetêd ermenî dha progrêsîv bûn, pêş bûn ji terefê extîyarîya mîratxarinêda. Nav kurdada jinêd ku mêr nedikirin, îzna kesî tunebû hebûna wê ji dêst bigre, lê pizmamêd mêrê wê dikaribûn sihabî li wê û zarêd wê bikirana, çawa ji xûn û qinêtekê.

Nav kurdada ji mîratê êpêce dighîşte bira, kurapêd mezin.

Qrara extîyarîya mîratxarinê, ya ku edetra grêdaye, nav temamîya kurdada ewe, wekî berî mirinê yan jî pey mirina malxwêra, xweymîrat gerek ji xûn û qinêta malxuê bin, ji silsileta wî, çimkî ew yek tê kirin ser hîmê parevekirina prînsîpêd nêzîkî hevbûnê, wekî nava kurdada, başqe gotî nav kurdêd welatê derekeda, gelekî qewîne. Bi glîkî, eger mîratxur neferê malê jî nîbe, gerek pizmambe, bona hebûna malê bighîjê. Nav kurdada tunene merîyêd usa, wekî bira, pizmamêd wan tunebin, çimkî wana heta îro jî emrê xwe bi ber, qebîl, êl û eşîretî derbaz kirine, nav wanda pizmamtî timê qewîn bûye. Bêy wê yekê tu cara mîratxarin nikaribû hebûya. Wan qanûnêd mîratxarinê em dikarin parî ser sê derecakin, awa:

Ya pêşin: -Mîratxurê merîyê mirî berê ewlin tê hesabkirin: kurê wî, lê wekî kurê wî tunebin, mîrat dighîje nebî, nebîçirkêd wî. Lê wekî kur, nebî, nebîçirk jî tunebin, wî çaxî pizmamêd malêye nêzîk mîratxur tên hesabkirin. Vê yekê em dikarin hesab bikin ji mezina berbi çûka berjêr çûyîn.

Ya duda: -Tên hesabkirin bavê merîyê mirî, birêd wîye helal, kurêd birê wîye helal, evê yekê em dikarin dereca jorin hesabkin.

Ya sisîya: -Pizmamêd dûr.

Eva hersê cûrêd mîratxarinê ser hîmê sîstêma agnatîyêne.

Nha em bêjin derheqa hebûna mala merîyê mirî. çika çawa dihat parevekirin? Hebûna kurda hîmlî heywanet bû: dewar û pez, paşê xwelî, avayî, hacetêd rêncberîyê û selmiyanê malêyî din. Çawa me go, eger kur, mêrêd kulfete din tunebûna, wî çaxî mîrat parî ser neferêd pizmama dikirin. Mesele, bi gotina Ûsivê Baso(26) gundê rex gundê wan: Tirkmaşênêda, du bira hebûna, herdu jî malxwêd malê xwe bûne, zarêd wan tunebûne, her yek du jinêd wî hebûne. Herdu bira jî: Elî û Misto sala 1914-a mirin. Mîrata herdu malêd wan, pizmamêd wan qasî neferêd mala xwe parî ser hevdu kirin.

Gerek xwendevanêd me pirsa mîratxarinê û cihêbûna neferêd malê tev hev nekin, çimkî çawa me got, mîrat berî rêvolyûsîya Oktyabrê bal me û nha jî nav kurdêd welatê derekeda, ser hîmê prînsîpêd agnatîyê tê parevekirin. Vêderê, berê ewlin, ber çevaye kurê merîyê (mêrê) mirîyî mezin, birê mezin, lê wexta cihêbûnê ber çevane temamîya neferêd mala kurd bi extîyarîya xweye edetîva tevayî.

Çawa wexta parevekirina mîratê, usa jî wexta chêbûnê hebûna malê yeko-yeko hesab dikirin: heywanet, hasileta malê, nivîn, hacetêd rêncberîyê, avayî û yêd din. Her kincêd nefera wexta chêbûnê hesab nedikirin, usa jî kincêd yê mirî, çimkî kurda pey mirina yekîra kincêd wî çawa xêr didan şêxa, mella û pîra.

Nav kurdêd Mehmedîda şêxa, mella kincê merîyê mirî xwera hildidan, lê ji wan kinca parek didan feqîr-fiqara. Nav kurdêd êzdîda şêx û pîra kinc tenê xwera hildidan.

Berî parevekirina hebûna malê, çiqas xortêd nezewicî malda hebûna, bo zewaca wan ji wê hebûnê derdixistin qelenê wana, xêra mirîya, çend dewar, pez jî didan wî birayî, yê ku dê yan jî pîrka wan wê bal wî bima. Ji hebûnê hevek jî zêde didan birê yan jî apê sere, çawa merîyê mezin, wekî keda wî malêda diha zef bû. Paşê hebûna din qasî neferêd kulfet parevedikirin.

(dûmayîk heye)

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev