Hewraman di lîsta Kelepûrên UNESCO de hate tomarkirin

Hewraman di lîsta Kelepûrên UNESCO de hate tomarkirin

Gotareke delal ji malpera Navenda Revenda Kurd li derve

Li gorî gotina birêvebirê pirojeya bicîhanîkirina dîmenên siruştî û ferhengî yên Hewramanê (Pûya Talibniya) “di dawiyê de ev dosye di çil û çaremîn civîna komîteya şûnwarên cîhanî yê UNESCO de hate pesend kirin, û dîmenên ferhengî yên Hewramana Rojhelat li ser asta cîhanî hatin tomarkirin.”

Di daxuynaiyekê jibo malpera MIHR a Îranî (Pûnya Talibniya) ragehand, “tomara cîhaniya dîmenê ferhengî yê Hewraman ku xwedan keltûr û kelepûreke resen e û pênaseyeke hezarên salan e, destkefteke giring e jibo keltûr û şaristanîya Kurdî.”

Talibniya diyar kir, “ji bilî ku Hewraman di warê avahiyê de gelek taybetmendiya xwe heye, lê xwedan ferhengeke resena şaristaniya zindî ye jî, lewma UNESCO biryar da wê li cem xwe tomar bike.”

Hewraman nimûneyeke berceste ye di hevsengiya jiyana mirov û siruştê de û nûner û koka ferhengiya zindiya Kurdistanê ye.

Tê zanîn, di heyama herdû salên derbasbûyî de, hejmareke çalakvanên ferhengî û parêzerên keltûra Hewramanê, bi rêya dehên çalakiyên hemreng û pêkanîna guhertinan li ser dîmen û avahiya beşeke ji gundên giring ên Jweroyî, Sine, Merîwan û Kamiyaran, êdî roleke berçav dîtin jibo serxistin û tomarkirna Hewramanê di lîstan kelepûra cîhanî de.

Herçende, ev biryara UNESCO bi tenê Hewramana aliyê Rojhelatê Kurdsitanê li xwe girtiye, ango ew deverên ser bi bajarên Sine, Kamiyaran, Merîwan û Sewlawa, lê di heman demê de aliyê Lihon ê ku dikeve bajarên Pawe, Nesûd û Nodşe û herweha Hewramana Başûrê Kurdistanê ya li parêzgeha Helebçe ku ji her sê bajarokên Biyare, Tewêlî û Xormal û dehên gundên din jî pêk tê, ew jî xwedan dehên dîmenên keltûrî û siruştî yên nayabin, lê ku heta niha nehatine tomarkirin.

 

Çavkanî: https://kurdishdc.org/

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev