Xurşîd Mîrzengî: ”Sala Şewatê” û “Belqitî”

Xurşîd Mîrzengî: ”Sala Şewatê” û “Belqitî”

Süleyman Çevik

 

Ev herdu roman bi mijarên xwe gelek xurt in. Zimanê wan dewlemend e. Di dawiya her yekê de 10 rûpel ferheng heye.

Sala Şewatê romana mehkûm û firarên dewletê ye. Romana firarên piştî serhildana Şêx Seîd, mehkûmên hereketa Pêçarê.

Belqitî navê qehremanê romanê ye, ew kesek kone û fenek e. Roman di hengama avabûna komara Tirkiyê de behsa zilma dewletê dike; Belqitî her ku diçe li hemberî zilmê bêhtir dibe kone û fenek.

 

Sala Şewatê

 

Ev roman, romana mehkûm û firarên dewletê ye. Firarên piştî serhildana Şêx Seîd, mehkûmên hereketa Pêçarê… Mîna gelek qehremanên wek Şêx Fexrî, Feqî Elî, Emê Faro… Dewlet li pey şopa wan e di gund û newalan de. Bi eskerê giran gundan dorpêç dike, nahêle kesek derkeve ji malan, dişewitîne kes û pez û sewalan. Ev Roman, bîra hedîseyên  piştî dardekirina Şêx Seîd û hevalên wî ye. Romana wan salên zor û zehmet, romana wan SALÊN ŞEWATÊ…

 

Belqitî

 

Romana Belqitî, behsa heyama avabûna Komara Tirkiyê dike. Belqitî dibe eyneyek sosyolojîk bo qewimînên wê demê. Herwekî qedexebûna zimanê Kurdî, zulma zabitên dewletê û têkiliyên navbera gundî û bajariyan… Şaşik, kum û kolos qedexe… dema “şoreşa şewqê” ye. Qehremanê romanê Belqitî, jiyana wî li gundekî dest pê dike û li bajarê Diyarbekirê dewam dike. Bi vî awayî roman hem behsa jiyana gundewarî û hem jî ya bajarvaniyê dike. Belqitî, ji ber nezanên gundê xwe direve, diçe bajêr; li wir jî rastî zilma dewletê tê. Li hemberî vê zilmê çiqas diçe dibe fenek û koneyek wisa ku êdî nayê kontrolkirin. Çi zor û zehmetîyên ku desrdikevin pêşîya wî ji wan re serî natewîne.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev