Herdu qezayên Soran û Zaxo dibin îdareyên serbixwe

Herdu qezayên Soran û Zaxo dibin îdareyên serbixwe

Hewlêr (K24) – Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê di civîna îro de bi serperiştiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî biryar da; her du qezayên Soran û Zaxo bibin îdareyên serbixwe.

28ê Tîrmeha 2021ê, Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî civiya.

Di beşa yekem a civînê de, Serokwezîr û Cîgirê Serokwezîr ronahî xistin ser hewldanên Hikûmeta Herêmê ji bo rêkûpêkkirina dahatên navxweyî. Serokwezîr tekezî li wê yekê kir ku Hikûmeta Herêmê hemû hewlên xwe ji bo rêkûpêkkirina dahata giştî bi armanca dabînkirina mûçeyên mûçexurên Herêma Kurdistanê dide, ku karê herî pêşî yê hikûmetê ye.

Cîgirê Serokwezîr diyar kiriye ku mebesta sereke ji rêkûpêkkirina dahatan, xizmetkirina welatiyan e û ji wezaretan daxwaz kiriye ku ji bo serxistina vê proseyê alîkar bibin.

Di beşa duyem a civînê de, Wezîrê Tendirustiyê Saman Berzincî raportek li ser rewşa tendirustiyê û zêdebûna berçav a hejmara pêketiyên vîrusa Koronayê li Herêma Kurdistanê û bilindbûna hejmara mirinên bi vê vîrusê û rêkarên rûbirûbûna zêdebûna Koronayê pêşkêş kirine. Encûmena Wezîran tekezî li cîbicîkirina wan rêkarên xweparastinê kiriye ku piştî civîna Lijneya Bilind a Rûbirûbûna Koronayê biryar li ser hatine dayîn, bi awayekî ku hevsengiya navbera debar û karê welatiyan û parastina tendirustiya wan li ber çavan were girtin.

Encûmena Wezîran tevî destxweşî li hewldanên Wezareta Tendirustiyê û bijîşk û karmendên tendirustiyê di rûbirûbûna Koronayê û piştevanîkirina projeya hawarçûnê ya Wezareta Tendirustiyê û rêkarên Lijneya Bilind a Rûbirûbûna Koronayê de kir, di heman de ji civaka navdewletî daxwaz kir ku ji bo dabînkirina vaksînê bo nişteciyên Herêmê, alîkariya Herêma Kurdistanê bikin.

Di beşa sêyem de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşniyar kir ku her du qezayên Soran û Zaxo bibin îdareyên serbixwe.

Serokwezîr destnîşan kir ku qezayên Soran û Zaxo du deverên mezin û berfireh û girîng in û dema bibin îdareyên serbixwe, ji bo welatiyên wan her du deveran dê hêsankariyên mezin bike.

Piştre Wezîrê Navxwe Rêber Ehmed behsa bingeha yasa û îdare yên deverên Soran û Zaxoyê kir ji bo îdareya serbixwe. Encûmena Wezîran biryara pêkanîna îdareyên serbixwe li Soran û Zaxoyê da û Wezareta Navxwe û wezaretên pêwendîdar raspart ku rêkarên yasayî û îdarî yên pêwîst ji bo cîbicîkirina vê biryara Encûmena Wezîran pêk bînin.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev