Mirî

Mirî

Gird Elî

Divê ez di destpêkê da bibêjim, heger ne ji xatirê vî dînikî bûya, hûn dê qet bi vê serpêhatîya min nehisîyabana û ew jî mîna min dê li gel min biketa gorê. Lê dia bikin ku hîn dînikên welê yên xwedîyên fentezîyên bêsînor di nava we zindîyan da hene û tiştên welê bêserûber dikarin fentezîyan bikin, bihûnin û vebêjin. Ji xwe, ji ber vê fentezîya wan ya bêsînor e ku bi tenê ew bi tiştên welê nepen dihesin û dikarin vebêjin ku hîn dîrokek an çîrokek li dinyayê ma be bi saya serê wan e. Îro jî qîmeta wan nîn e û mîna parsekên li ber dîwaran dijîn, ji ber ku ew înada afirînerîyê li ba wan ew çend xurt e, loma jî guh nadin tiştikên welê besît û çîrokên xwe her vedibêjin. Serpêhatîya min jî berhemeka welê ya fentezî û pênûsa vî dînikî ye.

Di zîndîbûna xwe da min gelek serpêhatî û çîrok bihîstibûn, min li wan guhdarî kiribû, hûn dê niha bibêjin nexwe tu mirî yî! Na, ez hîn ne mirî me! -Lê ji xwe, ev dînik dê behsa wê bike. Ji van çîrok û serpêhatîyan yên li ser mirîyan bala min dikêşand. Xasma yek hebû, bi caran min lê guhdarî dikir û her carê jî tevzînok bi laşê min dixistin. Erê, ez dizanim we jî meraq kir bê kîjan e, bê şik ya Lazarosî bû. Ew kesê ku Îsayê pêximber ew ji gorê rakir û vejandibû. Rebeno bi zîndibûna xwe ya dawîn qet şa nebû. Rojê komek merivên meraqdar li ber derîyê wî diketin rêzê û wan bi pirsên xwe yên ecêb ew diheyirand, gêjomêjo dikir û dipirsî:

Gelo li wî alîyê din çi hebû?

Gelo tu rastî cenabê wî hat?

Ma tu pêrgî jina min nebû?

Dojeh çawa bû?

Di dawîyê da, çare nedît, rabû çî wî hebû firot û terkedinya bû. Li wê girava mezin bi navekî nihênî bi cih bû û rojên xwe yên dawî bi dilrehetî bihurandin. Meraqdaran dîsa jî dest jê bernedabû, şopa wî gerandibû û saloxê wî jî wergirtibû, lê ew negihiştibûn ser, heta ku wan navnîşana wî ya rastîn bi dest xistibû, wî cara diduyan ji vê dinyayê koç kiribû û vê carê koça wî bêveger bû. Bi salan bi şûn da çend xêrxwazan li şûna wî, bi navê Lazarosî, kinîşteyek ava kiribû. Ez welê texmîn dikim ku evê dînik dê rojekê vê çîrokê jî binivîse, lê niha dora ya min e:

Wê rojê, serê sibehê dema ku ez ji xewê rabûbûm, serê min gelekî diêşîya. Car caran ber çavê min tarî dibû, ez gêj dibûm û mecbûr dimam ku hinekî rûnim, da ber xwe bitefsilînim. Sibehê zû, malîyan êrîşî odeya min a razanê kiribû. Nivînên min û hemû cilikên odê birin, dizaynek nû da odê. Pêşin min welê texmîn kir ku dîsan li mala me ezîmetek ji ezîmetên xanimê li dar e, lewra her car dema ku hinek ji merivên xwe dawetî cem me dikirin, guherînên welê di malê da çê dibûn. Lê dîsa jî dema çavên min bi taximê qedeh û fincanên wê yên ferfûrî ketin, ez behîtî mam. Lewra ev taxim bi salan ji qomidîna wê derneketibû derva. Her hal, mêvanên me kî bûna, dê îro bi qedeh û fincanên ferfûrî çay û qehweya xwe vexwarana. Kar pir bû û ji malîyan kesî guh neda min û serêşa min. Min jî ji kesî nepirsî, ka gelo li mala me îro çi ezîmet heye! Min ji dolabê du hebên serêşê derxistin û bi gulpek av daqurtandin, qehweyek girt û li qorzîyekê xwe avêt ser dîwançeyê û ez vehesîyam.

Piştî demekê, min êdî fam kir ku li mala me ne ezîmet, lê merasimek heye. Bêtir dişibîya tazîyekê. Û ji xwe dema wê sûretek danî ser maseyekê û du mûm li tenîştê vêxistin, êdî eşkere bûbû. Min di xwe ra nedî ku rabim ser xwe û biçim lê binerim, ka gelo kî ye û min qet nepirsî jî. Lê ji xwe, êdî ez fêrî tazîyên welê bûbûm. Her cara ku yek ji merivên jinikê dimir, tazîyeka welê li mala me jî hebû.

Piştî bîstikekê mêvan hatin, yên pêşî ku ketin hundirê malê, çend porspîyên me û birayê min yê sermezinê kokimvala bûn! Ev deh sal bûn ku ez pê ra nediaxivîm. Niha jî heger ne ji fedîyan bûya, ez dê ji ber ranebûma. Lê ji hurmeta ji mêhvandarî û porspîyên me ra, ez ji ber wan rabûm û min bi tenê bi awirekî xêrhatin lê kir û ez li tenişt wan rûniştim. Serêşê rê neda min ku ez li gel mêhvanan biaxivim an jî tiştekî ji axaftinên wan fêm bikim.

Hinekî bi min ecêb hat, dema min dît ku mêhvanên vê tazîyê hemû dost û merivên min bûn. Min hewl da xwe ku biçim alîyê malîyan û ji wan bipirsim, ka gelo kî ji me mirî ye. Lê bi rabûna min ra dîsa ber çavên min reş bû û min heman gavê paşpaşkî dîsa xwe avêt ser dîwançeyê û ez li şûna xwe rûniştim.

Mîna di hemû tazîyên me da, hinekî bi şûn da hin mêhvan radibûn û hinekî din dihatin şûna wan. Hemû jî dost û merivên min bûn. Dostekî min yê wefadar ku min ew bîst salan nedîtibû jî ji cihekî dûr hatibû. Dema me hevûdin himêz kir, çavên wî tijî hêsir bûbûn. Di wê navberê ra min çend caran xwast ku ez beşdarî axaftina civatê bibim, lê sermezinê birayê min rê nedabû min û ji ber serêşa xwe jî min israr nekir û me wekî civatê li derewên wî guhdarî kir. Ev seans heta ber êvarî dom kir. Êdî hindik mabû ku tarî biketa erdê û ode jî hêdî hêdî ji mêhvanan xalî bû. Di dawîyê da, sermezinê birayê min jî çû, me di şûna xatirxwestinê da, dîsa bitenê awirek di hev da û ez bi tenê li odeyê mam. Serêşa min hê jî neqedîyabû, min mefer bi xwe hanî, da biçim nava malîyan û hin agahîyan fêr bibim. Min hîn du gav ber bi derîyî ve neavêtibûn û mîna ku heta bi newqê di nava herîyekê da noq bûbim, min nema dikarîbû xwe bilivanda. Derî ji ber çavên min winda bû û bû dîwarek. Min hewl da xwe ku ez ber bi pacê ve vegerim û gazî zaroyan bikim, da bi hawara min ve werin, lê bi heman şêweyî ew jî ji ber çavên min winda bûn, veguherîn û bûn parçeyek ji dîwarî. Bi tenê şewqa di hundur da ya her du mûmên vexistîbû ma. Û dema min berê xwe bi wê şewqê ve kir, aha wê çaxê min wêneyê xwe dît û hingê fam kir û min ji xwe ra got:

Nexwe, yê mirî ez im!

Riataza

Derheqa nivîskar da

Gird Elî

Di sala 1964 an li Bakurê Kurdistanê, li gundekî Nisêbînê (Zorava) hatime dunyayê. Xwendina navîn û gimnaziya li Nisêbîn xwend. Li Swêdê jî pedagojî xwend û bû mamostayê piçûkan. Heta nuha du pirtûk çap kirine yek di sala 1994 an de bi navê MEHKÛM weşanên Welat, ya din jî di 2015 an de DEREWEKE PIÇÛK weşanxaneya Apec

Qeydên dişibine hev