Enwer Karahan: Ji ber ku bav û bapîrên me tirkî nizanîbûn kurdî li ser lingan ma

Enwer Karahan: Ji ber ku bav û bapîrên me tirkî nizanîbûn kurdî li ser lingan ma

Nivîskarê Kurd Enwer Karahan wekî helwesteke siyasî li dijî bişaftin û zilma berdewam a li ser gelê Kurd ji salên heşteyî ve, ango ji zaroktiya xwe ve, dest bi nivîsandina kurdî kiriye.

Karahan bi kurdiya xwe ya zelal a ku ji kanîya kurdî diherike û bi berhemên xwe yên cihereng ên edebî (helbest, çîrok, ceribandin, roman) bêguman yek ji stuna girîng a nivîskariya kurmancî ye.

Enwer Karahan herî dawî jî bi romana xwe ‘Silûk’ ku ji aliyê Weşanxaneya Avesta hatiye çapkirin derket pêşberî xwendevanên kurdî.

Birêz Karahan ji kerema xwr pêşî dikarî behsa serpêhatiya xwe ya nivîskariya kurdî ji me re bikî?

Heger qesda te nivîskariya kurdî ya edebî be, piştî çûyina (1997) Swêdê ye, na, qedîsda te bi kurdî nivîsîn be, ji salên heyştêyî û vir de ye. Ji xwe di mala me de kes bi tirkî nedipeyivî û ez jî piştî salên dibistana destpêkê û ya navîn û vir de hêdî hêdî fêrî tirkî bûm. Hemû jiyana me, tevdîr û tifaqên me bi kurdî bûn, lê meseleya nivîsê piçekî jî helwesteke siyasî ye. Bi baweriya min, di rêya veqetandina ji serdestên xwe de çeka herî mezin ew e ku tu bi kurdî tevbigerî. Heger tu bi kurdî tevgeriya, ji xwe te cepheya herî mezin vekiriye. Çi baş bûye ku bav û bavpîrên me bi tirkî nizanîbûn, bi xêra vê yekê kurdî li ser lingan ma û edebiyata devkî jî ji zarê dengbêjan neqlî dema me bû. Ya li me jî dikeve ew e ku em bi rêya nivîsê edebiyata vî zimanî bi ser lingan bixin û neqlî qirên li dû xwe bikin.

Bi te rewşa zimanê Kurdî ya niha çawa ye?

Rewşa zimanê kurdî ne baş e. Teva ku nebaş e jî em hewil didin baştir bibe, lê ev bi me (nivîskaran) tenê safî nabe. Ji ber ku meseleya zimanê kurdî meseleyeke siyasî ye, loma jî divê terefên siyasî di vê meseleyê de cehd bikin. Heger ew axaftin û nivîsîna kurdî nekim merkeza xwe, zorê nedin dewleta Tirkiyeyê ku ew bi xwe kurdî têxin bin garantiyê, dê kurdî her weha lawaz be. Me di pêvajoja ”Çareseriyê” de dît bê kurdî çi qasî geş bû. Di her warî de bi pêş de diket, ji ber ku nan ji vî zimanî derdiket, her kesî hewil dida kurdiya xwe bi pêş de bixe. Kitêbên kurdî bêhtir dihatin frotin, kesên bi kurdî nizanîbûn jî hewil didan ku fêr bibin, di unîversîteyan de gelek kesan master û doktora kirin, kanalên televîzyonan dest bi program û rêzefîlmên kurdî kirin, loma jî garantiya dewletê tune be (li gorî rewşa kurdan ya vê gavê) zahmet e kurdî di civatê de bibe xwedî qedir û qîmetekê. Îcar, em nivîskarên kurd jî bi vî zimanî edebiyatê dikin ku bi salan e qedexe bû û nebûbû zimanekî nivîskî, di çîrok û sitran de mabû, di gotin û mitiqulkan de hefs bûbû, êdî hesab li cem te ye.

Li gorî te têkiliya di navbera nivîskar û xwendekarên Kurd de di çi astê de ye? Mirov dikare çawa vê têkiliyê bihêztir bike?

Têkiliyeke pir lawaz e. Hema bêje ku xwendevan tune ne. Kitêbên kurdî herî zêde hezar lib tên çapkirin û ev hezar lib di 5 û 10 salan de jî naqedin, di embaran de ew kitêb kufikî dibin. Ji xêndî îstisnayan, kitêbên kurdî çapa duduyan nakin. Kesên kitêbên kurdî dikirin û dixwînin jî yan nivîskar bi xwe ne û yan jî kesên namzedên nivîskariyê ne. Potansiyeleke xwendevanên kurdî tune ye. Kesên herî nêzîkî nivîskaran jî (Xweh û bira û aqreba) kitêbên wan naxwînin, yan jî nikarin bixwînin. Ji xwe rexne û rexnegir tune ne. Van demên dawiyê hin komên xwendinê çêbûne, ew jî di çerçoveyeke teng de dinêrxînin. Kapasîte gelekî nizm e; lê teva hemû tiştî jî divê meriv ji ya xwe danekeve û dev ji vê înada bikurdînivîsînê bernede.

Ji ber ku tu bixwe jî demeke dirêj li derveyî welat maye, rewşa zimanê Kurdî ya li derveyî welêt çawa dibînî?

Li derveyî welêt jî rewş ne kêmî welêt e. Bi tenê li Swêdê piçekî rewş guhertî ye. Kurdên li Swêdê ji destpkê de li gorî xwe helwestek di vî warî de daniye û hîna jî berdewam e. Kurdên li Swêdê zimanê kurdî kirine zimanê xwe yê dayinûsitendinê, bi zarokên xwe re bi kurdî diaxivin û civata xwe bi kurdî bi rê ve dibin. Di warê edebiyatê de jî demekê roleke baş lîst, ji çend salan û vir de ye ev pêl jî qels bûye. Nivîsîna kurdî derbasî generasiyona nuh nekirin, yan jî nikarîbûn ev yek pêk bianiya. Di warê edebiyata nûjen de, di salên heyştêyî de rolek baş lîstin û bûn merkezekê, lê piştî salên nodî êdî ev rola hanê neqlî welêt bû û Îstenbûl û Diyarbekir bûn merkeza nivîsîna kurdî. Derveyî Swêdê, li welatên dinê rewşa kurdî ne zêde baş e, pir hindik dişibe rewşa welêt.

Romana te ya dawî “Silûk” demek berê derket. Em pîroz dikin. Bextê wê vekirî be. Gelo dikarî ji me re bi kurtî behsa vê berhema xwe bikî?

Gelekî sipas. Silûk, çend rismên sîh-çel salên dawî ne. Ji xwe ne karê nivîskarên edebiyatê ye ku rê nîşanî civatê bidin, bi tenê hin risman nîşan didin û mîna mirêkê didin ber çavê civatê, bi gotineke dinê, berê kamerayê dide ser hin dîmenan û nîşanî civatê didin, jê û pê ve êdî ew karê xwendevanan e bê ew çi ji wî rismî û ji wan wêneyan derdixin. Min gotibû ku Silûk şopa li ser tahtê ye û ji vê gotina pêşiyan jî tê fêmkirin ku şop li ser tahtê nayê gerandin, bi tenê dide fikirandin. Di eslê xwe de, Silûk tiliya xwe datîne ser birînekê ku di têkiliyên însanan de bê çi dejenerasiyon çêbûne. Di navbera demên dîroka kurdan ya nêzîk de panaromayekê ava dike. Her çi qasî sal di ser re derbas bûbin jî di fikra serdest ya dixwaze civatê birêve bibe de tu guherîneke mezin çênebûye. Bi pêşdeketina civatê ya di warê bajarvaniyê de fikra serdest jî xwe li gora wê mobîlîze kiriye û bi metodên cûda dîsa civatê li ser heman kok û asasî dide meşandin, bi tenê hin tiştên rojane û formel hatine guherîn û civata kurd eynî mîna gêreyê li dora xwe dizîvirîne, loma jî wêneyên di Silûkê de van deman tîne ba hevdu. Bi gotineke din, wêneyên reşûsipî û yên rengîn datîne tenişta hevdu.

Birêz Karahan te heta niha bi nivîskariya kurdî û berhemên xwe kedeke mezin ji bo zimanê me yê dayikê daye. Hêvî û daxwaziya te ji xwendevanên kurd çi ye?

Ez bi xwe tu hesabî li ser kitêbên xwe û nivîskariya xwe nakim, bi tenê dinivîsim û li wê derê datînim û difikirim ku rojekê kurd dê bên wê astê ku karibin bixwînin û belkî jî li gora xwe binirixînin. Ji bo roja îroyîn ne tu hêvî û bendewariyek min ji kitêbên min û ne jî ji xwendevanên min heye. Bi tenê ji tiştekî bawer im û baş zanim bê ez çi dinivîsim, ev jî têra min dike. Heger tu bipirsî bê têratekirin tenê têrê dike? Erê, îroj têrê dike.

Çavkanî: http://www.rupelanu.com/

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev