3ê TEBAXÊ

3ê TEBAXÊ

Êdî bes e!

Husên Duzen

 

Her ku 3ê Tebaxê nêzîk dibe hestên têkel min digrin; hestên bêhêziyê, yên hêrsa ku sal bi sal meztir dibe û hwd.

 

3ê Tebaxa 2014 beşekî ji Îslamê êrîşî Şingalê kiribû, beşekî mezin î dunya Îslamê jî bêdeng mabû. Di vê êrîşê de wehşeteke mezin li dijî Êzîdiyên herêmê hat pêkanîn; mêr li ber ҫavên maliyên wan hatin qetilkirin, jin û zarok hatin revandin.

 

Bêguman êrîşa DAÎŞê ne tenê li dijî êzîdiyan bû, ne tenê li dijî kurdan bû jî, lê derba herî xedar li Êzîdiyan ket. Mîna nirxekî kurdayetiyê yî bingehîn wahşetê, xwest êzîdiyan qir bike.

 

DAÎŞê û dewletên herêmê yên alîgirên wê, dixwestin bi Êzîdiyan re projeya dewletbûna Kurdistanê jî têk bibin, lê sedemê qetilkirina Êzîdiyan ya bi şêweyekî barbarî û dorfirehî ola wan, êzîdayetî bû. Divê ev rastî di beşê mejî yî paş baş bê nîşekirin.

 

Bêşik êrîşên hovane yên li dijî kurdan jî û yên bi taybetî li dijî êzîdiyan jî bi Şingalê dest pê nekirin û piştî Şingalê jî dawî li wan nehat. 31 Tîrmeha 1983an 8 hezar kurdên ji devera Barzan hatin revandin, ku qetil kirin. Qetilkirina 7 kurdên ji malbatekê derketî ya van rojan li Qonyayê yek ji mînakên neyartiya kurdan î dirêjahiya salan e.

 

Berî keraseta Şingalê jî min ne carekê tenê bal kişandibû ser pêdiviya parastina Êzîdiyan a bi şêweyekî taybet ji alî desthilatdariya Axa Azad ve. Mixabin ku gotinên bi wî şêweyî nikarîbûn xwe bighandana navenda bihîstinê ya guhên rayedarên me.

Gava ez van rêzan dinivîsim, nivîsa min î berî bi salekê tê bîra min ku hin xalên wê li jêr in:

 

Di salên bê de ҫavên min li rê ne ku:

 

– Yasaya li jor bahsbûyî bê derxistin (yasayeke ku eşkere tê de bê nivîsandin: „Êzîdî bi şêweyekî taybet di bin parastina desthilatdariya Kurdisatanê de ne“),

– Navedeke lêkolînê ji bo komkujiya Şingalê bê avakirin,

– Kurdên ku hemû derfetên di dest xwe de bikar nanîn ji bo êşa qurbaniyan kêmtir be, bên cezakirin.“ 

Gelo di nava salekê de kîjan ji van xalan pêk hat? Xwedê bike ku ez şaş bim, lê biqasî ez dizanim, ne yek ji wan jî.

 

Piştî ku rewş ev e, min dil heyî ez dîsa bala we bikşînim ser babeta ku bi sedsalan e di rojeva me de ye, lê em dest navênê: Tunebûn an lawaziya ku her kurd di kûrahiya mejî û nava xwe de bibêje: “ÊDÎ BES E!“

 

Azmûnên gelê din nîşanî me didin, ji bo ku rê li ber qirkirina wan bê girtin gotin bes e û dewleta xwe damezirandin; alaveke ji bo parastina xwe, ji bo rêlibergitina qirkirina xwe.

Ji bo em êşên mîna ya Şingalê û deverên din hew bikşînin:

Êdî bes e! 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Husên DuZen

Wek bijişk di beşa norolojî de kar dike. Di ber re jî wergerên wêjeyî dike. Berî fakulteya bizîşkîyê bixwîne, fakulteya aborî jî qedandibû.

Qeydên dişibine hev