ŞENGALA ÇAVÊN GIRÎ (bi motîva gelêrî)

ŞENGALA ÇAVÊN GIRÎ (bi motîva gelêrî)

Prîskê Mihoyî

 

Şengala çavên girî,

Çend hezar sale – him dikene, him jî digrî,

Hey wax, li min, tengezar Şengal!..

Hey wax, li min, wêran Şengal.

Dinya heye mala Xwedê – nerdewane,

Îro emin cangorî, sibê dora wehîşane!..

Hey wax, li min, Şengala xana tijî,

Hinek dibin, hinek dimirin, hinek dijîn.

Hey wax, li min, vênese navenda rengîn!..

Hezar sale bi ruhê xwe – bi zêr û zîv xinêyî,

Bi bengzê xwe, nûr-nedera Lalişa Nûranî,

Belê, Şengal, rokê tê bi text û tacê xwe şabî!..

Lê kê îro dixweze bi zordestî hukum bike,

Xelîfeta zinêkar li ser axa pîroz ava bike,

Erê, Şengal, rojkê kasa mirinê wê tam bike!..

Ax, Şengalê, tirba me li serê vê kanîyê,

Xwîdana sar – xelqa mirinê daye enîyê,

Hey wax, ji te dixwezin ezavê cînartîyê?!..

Ax, Şengalê, tirba me li serê vê benda avê,

Şewqa xwîdanê – xelqa mirinê daye navê,

Hey wax, ji te dixwezin ezavê biratîyê?!..

Ax, Şengalê, menal, menal,

Derdên êzîdîyan li bedena te bûne çax û kendal,

Şîn û girî bê feyde ye, dinya yeke, derge hezar!..

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev