Tirk har bûne

Tirk har bûne

Devliken Kelogirî

Tirk har bûne!
Û ji kûçikên har re jî jehr hewce ye…
Kûçikên har, hefteya çûyî li Konyayê êrişî malbateke kurd kir, biçûk mezin hemû endamên vê malbatê hatin kuştin; malbatek qir bû!
Pêr jî li Antalyayê kûçikên har hewl dan êrişên xwe bi êrişeke din berdewam bikin, lê vê carê miradê wan di qirika wan de ma, bi ser neketin.
Malbata ku kûçikên har êrişî wan kir merivên min in; pismamên min in.
Li berîya Mêrdînê eşîra me, bi taybetî jî bavikê me (Mala Îsa) bi cirnexweşîya xwe tê naskirin. Her tim ji ber vê cirnexweşîya wan min bi tundî jî ew rexne kirine.
Ji ber nerîna min a civakî, hunerî, edebî ez ji têkilîyên eşîrtîyê dûr im, lê tu carî min ji ber têkilîyên eşîrtîyê fedî nekirîye; berevacî vê yekê, her tim min gotîye bi qasî şaşî û kêmasîyên zîhnîyeta eşîrtîyê, herweha alîyên wê yên baş jî hene û yek ji alîyên wê yê baş û girîng jî reha wê ya kurd û kurdî ye û bi xêra vê reha kurd û kurdî jî hîn entegrasyon û asîmilasyona dewletê ya bi haweyekî sîstematîk dimeşîne û herweha otoasîmilasyona me bi xwe tam bi ser neketîye.
Divê meriv bextê xwe neavêje.
Hin adet hene, li gorî zemanê me êdî nabe û nayê qebûlkirin, loma jî divê meriv wan adetan reformîze bike;
hin adet jî hene, bingeha netewê temsîl dikin û divê em wan adetan biparêzin.
Çi ne ew adet?
Ziman e,
kultur û jîyîna bi vî zimanî ye,
ciwanikî û ciwamêrî ye,
comerdî û mêvanperwerî ye
û herweha xusûsîyeta herî girîng ku pirê caran me ji neteweyên din vediqetîne, mêrxasî ye.
Erê, mêrxasî yek ji xusûsîyetên herî girîng ê kurdan bû,
lê bi qelsbûna ruhê eşîrtîyê re û herweha bi serdestîya îdeolojîyên pûç û vala re, em bi ber bayê zemên ve ketin û baskên me şikestin.
Axir, ez li meseleya me ya esasî vegerim.
Vê carê ez bi cirnexweşîya eşîra xwe, bi cirnexweşîya bavikê xwe serbilind im;
serbilind im, lewra neh deh xortan li hemberî sêsed mêrên tirk ên harbûyî şerekî mêrxasane kirin û ji ber wan danequrtandin.
Doh li ser vê bûyerê gelek nûçe û gotegot belav bûn; her ji serîyekî dengek derdiket; loma jî tiştekî zelal tune bû.
Ewil bi min wek bûyereke magazînî hat, loma ez zêde bi ser de neçûm, dû re min lê nerî li ser medyaya civakî mesele giran e, ez rabûm, min telefonî pismamê xwe kir.
Ew bi xwe li zanîngeha Dîcleyê xwendekar e, lê ji bo destek û piştgirîyê bide malbata xwe û mesrefa xwe ya xwendinê derxe, piştî dibistan ketin betlanê, lê dixe dihere cem malbata xwe.
Wê rojê ew bi xwe jî di nav şer de bûye û tiştên wî ji min re got ev in:
Wek hûn dizanin piştî şewata daristanên Tirkîyeyê, hin fraksîyonan bi qastî kurd wek hedef nîşan dan û ez ê nebêjim nijadperestên tirk, ji ber ku ya tirk dikin, ji nijadperestîyê wê de harbûn e…
Belê, piştî hin fraksîyonan kurd kirin hedef, van kûçikên har derketin nêçîra kurdan;
van kûçikên har ewil li Konyayê êrişî malbatekê kir, ew malbat qir kir, dû re li Antalyayê hewl dan êrişî kurdên wir bikin.
Berî êrişî malbata pismamê min bikin, diherin digirin ser du sê malên din, gefan li wan malbatan jî dixwin.
Lê carinan hesabê malê û sûkê li hevdu dernakeve.
Zarokên me amade ne; texmîn kirine kûçikên har ê ber bi wan jî ve werin; loma jehra xwe amade kirine.
Sê gund, xort û mêrên sê gundan bi tevayî sêsed kes digirin ser malbatê.
Gefan li wan dixwin, dibêjin, “Em ê we kurdan wek cewrikên kûçikan bikujin! Em ê nehêlin tenê kurdek jî li welatê me bimîne!” û filan û bêvan…
Heta eskerî tê, xwe digihîne ser wan, şer dest pê dike.
Eyb e meriv pesnê xwe bide, lê zarokên me ji şer re jêhatî ne û têra xwe jî wêrek û mêrxas in.
Ji ber ku berê hazirîya xwe kirine, ne destvala ne.
Kî xwe li sînorê xênî diqewimîne, demildest derbê dixwe û bi şûn de direve.
Heta eskerî xwe digihîne nav wan, pênc kûçik jehrdadayî dibin;
yek jê şîş di çav re dihere, çav dirije; çar jê jî dest û serî û parsûyên wan dişikên, bi birînên giran wan radikin nexweşxaneyê.
Di wê navberê de pismam mismamên me yên li wan deveran dixebitin jî dibihîzin û ber bi wan ve diherin; ên me jî dibin çel pêncî kes.
Axir…
Ji dêvla esker herin kûçikên xwe aş bikin, tên li ber ên me digerin.
Ka komutanê eskerîyê ji kîjan bajarî ye, nizanim lê li hemberî mêrxasîya zarokan şaş dimîne, difitile ser pismamê min, dibêje, “Helal be ji we re! Bi sed xortên mîna we meriv dikare bajo ser dewletan!”
Êê!
Wexta meriv mêr û mêrxas be, dijminên meriv jî qedr û qîmetê meriv digirin.
Axir, ji qewla me mêrdînîyan:
“Çû heyfa bavê, qûna dê jî li ser kir!”
Û serhedîyên me jî dibêjin:
“Zenda zer, qûn da, kadik li ser!”
Ez çavê we bixwim!
Ha werê ha!
Cira xwe ne ji hev re, cira xwe ji dijminên xwe re ne xweş bikin, bila dijminên we hesabê we bikin.
Ji vî qewmê harbûyî re kurdên bi genetîka wan nehatîye lîstin hewce ne;
kurdên li ser koka bav û kalên xwe mezin bûne û bi eslê xwe serbilind!..
Tirkên harbûyî hînî kurdên pûç û vala bûne; hînî kurdên bi îdeolojî û sloganên beradayî gêj bûne û xîret û kesayet bi wan re nemaye, bûne; texmîn nekirin kurdên hur û xas jî hene.
Wêrekî û mêrxasî mîna şewbê ye, belav dibe.
Vê malbatê tirs û xof bera dilê van kûçikên harbûyî dan ku ji mêj de ye van kûçikan ev hest ji bîr kiribû û loma jî êdî hesabê kurdan nedikirin.
Bi vê mêrxasîyê zingînî ji serê wan çû; ez bawer im ji nuha şûn de berî êrişî kurdan bikin, êdî ew ê hesabê wan bikin.
Û heger kurd hazirîya xwe bikin û bi vî haweyî reaksîyonê nîşan bidin, tirk ê ji nû ve kurdan nas bikin û mîna cinê ji hesin bitirse, ew ê hesabê kurdan bikin û bitirsin.
Qewmên hov û teres, tenê ji zorê fêhm dikin û tirk jî ji wan hov û teresan in.
Heger bizanibin tu ditirsî, ji ser te venagerin, lê heger bizanibin tu wêrek û mêrxas î, zû bi zû newêrin têkevin zevta te û xwe naspêrin te.
Pêr neh deh şêran ji çeqel û wawîk û keftaran re got, “Dem û dewran guherî!”
Bi salan bi saya serê van sîyasetvanên xwelîser kurd ji kurdbûnê dûr ketin;
berê kurd kurd bûn, wêrek û mêrxas bûn; di dilê dijmin û neyarên xwe de tirs bûn, xof bûn; ji bavê kê zêde bû tilîya xwe ber bi wan ve dirêj bikira!
Bi sîyaseteke rezîl, bi şerekî qeşmerane, em di nav lepên tirkan de kirin tirsonek û bizdonek, tirk jî li ser serê me bûn egîd û mêrxas.
Dema partî û rêxistinên kurdan derbas bû; êdî divê xwe fesh bikin; lewra ji kurdan bêtir ketine bin xizmeta dagirkeran.

Gotina Dawî
Gur gotîye heger min bizanîbûya ev hêz hêza min e û ez weha xurt im, min ê dinya xera bikira.
Û êdî gur ji qulê derket!…

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Devliken Kelogirî

Li zanîngeha Beykentê a Stembolê di beşa Sînema-Televîzyonê da dixwîne. Bi esilê xwe va ji Mêrdînê ye. Niha karê sînemayê û televîzyonvaniyê dike. Fîlmekî wî a bi navê "Xof" heye û herweha bi navên "Doxînsistîzm" û "Xwelîserîzm" du pirtûkên wî çap bûne.

Qeydên dişibine hev