Afrîkaya Navîn û Bakurê Welêt

Afrîkaya Navîn û Bakurê Welêt

Welat Agirî

Welatek heye. Komara Afrîkaya Navîn. Ev komara tam di goveka Afrîkayê da nebe jî, jê ra gotine Afrîkaya navîn. Ez jî nizanim ka çima ev nav lêkirine.

Firansî çil-pêncî sal berê ji vê derê derketine çûne, lê li pey xwe zimanê xwe, kêmzêde çanda xwe hîştine. Herçiqas zimanê xwemalî Sango be jî, ji piçûk û mezinan yekê firansî nizanibe tune. Texmîna min gelek kurd, ji hebûna dewleteke bi vî navî bêxeber in. De dewleteke him piçûk e, him jî pêş neketîye, ku haya we pê tunebe jî tiştek nabe, normal e.

Komara Afrîkaya Navîn ji aliyê erdnigarîyê va, hema hema wek Kurdistanê ye. Erdê wê mezin e, lê nifûs hindik e. Belê çar mîlon file û mîlonek jî misilman hene, ku bidî ser hev dike pênc mîlon.

Weke gelek welatên li darê dinê, vî welatî jî ji şerên navmiletî û navxweyî gelek kişandîye û hê jî dikişîne.

Balaka û Seleka xûna hev fir dikin, wisa xuyaye şerê navbera wan zû zû nayê sekinandin. Balaka hêza eskerî ya fileyan e, Seleka jî destek û piştgirîyê ji misilmana digire.

Herçiqas nifûsa misilmana kêm be jî, çend sal berê bi alîkariya misilmanên Sûdan û Çadê dest dane ser hukumatê, hertişt hildane bin per û baskê xwe. Balakayê nikaribû li ber xwe bida, lewma nifûsa Sûdanê çil mîlon e û herweha Çad jî welatekî mezin e.

Belê Selekayê hukumeteke nû ava kir, lê emrê vê hukumeta nû du meh kişand nekişand. Fileyên vê komarê, tiştekî wisa kirin, ku bi vê kirina xwe ji hemû miletên bindest ra bûn nimûne û mînak. Belê wan jî zanibûn, ku bi şer nikarin ser kevin û bê şer dest bi tekoşîna xwe kirin.

De ji wan çar mîlonan, çiqas dixtor, polês, mamoste, memûr, karker, pale hebin, yek neçû ser kar. Ne zarên xwe şandin dibistanan, ne jî çûne awahîyên dewletê. Bi wê tevgera fileyên komarê her tişt tevîhev bû. Banqe nehatin vekirin, dibistan girtî man, bînayên dewletê bê ceyran û bê av, nexweşxane bê dixtor û hemşîre man. Li vî welatî jîyan sekinî, ku misilmanan tu fêde ji vê sîstema nû nedîtin û xwezîya xwe ji halê xwe berê ra anîn.

Piştî du meha Seleka û hevalbendên wan destê xwe ji hukumdarîya welat kişandin û rêveberî ji fileyan ra hîştin û çûn.

Belê, dewran ne dewrana berê ye. Ger daxwaz û yekitî hebe rê û metod gelek in. Çend roj berê ev hate aqlê min. Min got gelo li bakurê welêt, 25-30 mîlon kurd (nizanim ev jimar rast e yan na) dest ji kar û memûrtîya dewletê berdin, zarên xwe neşînin dibistanan wê çawa be? De hûn jî zanin, hema wê wek Afrîkaya Navîn be. Erê wê heman rewş çêbe. Her tiştê me heye, lê kanê ew bawerî û yekitîya filehên vê komarê? Qe kê dîtiye, kê bînaye ku hemû kurd hatine ba hev, bi hev ra tifaq çêkirine! Na, mixabin ne min dîtiye, ne jî te!

Riataza

Derheqa nivîskar da

Welat Agirî

Zanîngeha Uludagê (Bursa) da zanîst ( science) xwand. A niha mamostetiyê dike

Qeydên dişibine hev