Amerîka: Hîn Şingal di bin destê Heşda Şeibî û PKKê de ye

Amerîka: Hîn Şingal di bin destê Heşda Şeibî û PKKê de ye

Kurdistan24: Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê bo Karûbarên Rojhilata Navîn: Di vê rewşê de jî, ti koçberek naxwaze vegere ser cih û warê xwe.

Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîka bo Karûbarên Rojhilata Navîn Joey Hood radigihîne, hîn Şingal di bin destê Heşda Şeibî û PKKê de ye.

Joey Hood di çarçoveya beşdariya di vîdêokonferansekê bi boneya salvegera komkujiya Şingalê de ragihand: Şingal hîn di bin destê Heşda Şeibî û PKKê de ye û di vê rewşê de jî, ti koçberek naxwaze vegere ser cih û warê xwe.

Wî berpirsê bilind ê Amerîkayê diyar kir jî: “Her dema hêzên ewlehiyê yên xwecihî li Şingalê hatin avakirin, Amerîka amade ye wan rahênan bikin, lê em nikarin wan hêzan pêk ava bikin û divê Hikûmeta Iraqê ya Navendî wî karî bike.”

Ev di demekê de ye, îro salvegera heftem a êrîşa DAIŞê li ser Şingalê ye ku tawanên hovene anîn ser xelkê wê, mêr û ciwan kuştin û jin û keç revandin û li bazarên Mûsilê, Reqqayê û hin navçeyên din firotin. Herwiha bi hezaran jî xelkê Şingalê koçber bûn.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev