Di nava Kurdan de ola pêşî ku derketiye, EZDATÎ bûye

Di nava Kurdan de ola pêşî ku derketiye, EZDATÎ bûye

Dîn cuda ye, nijad cuda ye

Zeynelabidîn Zinar, nivîskar/lêkolîner

. Gelo Yehûd Kurd in?
. Gelo Kildan, Aşûr û Asûr Kurd in?
. Gelo Êzîdî Kurd in?
. Gelo Kakeyî/Behdînî (peyrewên ola Zerdeşt Pêxember) Kurd in?
. Gelo Şîa û Elewî Kurd in?

Xwişk û Birayên Hêja!

Binerin Xwedayê mezin di vê Ayeta pîroz de weha gotiye:

”…we ce´elna kum şu´ûben we qebailen li te´arefû.”

Me hûn bi wek qebîle û nijad ji hev cuda afirandine (Suretê Hucurat, Ayet: 13).
Yanî Xwedê hinekan kiriye Kurd, hinek Tirk, hinek Ereb, hinek Faris, hinek Rûs û gelek nijadên ji hev cuda…

Temenê mirovan li dinyayê 350 hezar sal e, lê hinek dibêjin ku 500 hezar sal e.
Temenê derketina olan li dinyayê, bi Adem Pêxemberî dest pê kiriye, ew jî 10-11 hezar sal e.

Li gor hin çavkaniyan, Nijada Kurd li vê Navruya Asya û Rojhilata Navî, 15 hezar sal berê derketiye holê. Ji pazdeh hezar salî wêdetir, Kurd bi çi navî dihatin naskirin, nayê zanîn.

Neteweyê Kurd û Kurdistan, ji aliyê ol û pêxemberan ve, pirreng bûye. Piraniya pêxemberan li vê qadê derketine holê. Mîna, li navçeya Gêlê niha gota 9 pêxemberan heye. Gora Nûh pêxemberî niha li bajarê Cizîrê ye.

Di nava Kurdan de ola pêşî ku derketiye, EZDATÎ bûye.
Pişt re gelek olên din jî derketine holê, lê piraniya Kurdan li ser ola xwe ya pêşî mane.

Piştî Ezdatiyê:
Hin Kurd ola Mûsa Pêxemberî pejirandine, lê wek nijad Kurd mane.
Hin Kurd ola Zerdeşt Pêxemberî pejirandine, lê wek nijad Kurd mane.
Hin Kurd ola Îsa Pêxemberî pejirandine, lê wek nijad Kurd mane.
Hin Kurd jî ola Îslamê pejirandine, lê dîsa wek nijad Kurd mane.

Lê dema piraniya Kurdan ola Îslamê pejirandine, dîsa hin Kurd wek Ezdayî, Behdînî, Fileh, Yehûd û hin olên dî hebûne.

Niha Kurdên ku li ser ola Mûsa Pêxemberî ne, xwe Kurd dizanin.
Lê mixabin piraniya Kurdên ku Fileh bûn û wek Fileh mane, niha piraniya wan xwe ji nijada Kurd nahesibînin.
Lê testa DNAyê (Danasina Nijada Ademîzad) nijada her kesî dipeyitîne.

Di 1501ê de bi daxwaza Şah Ebasî ku Faris bûne Şîe, zexteke mezin li Kurdan jî hatiye kirin, gelek ji wan bûne Şîe jî. Lê beşek Kurd xwe kirine Elewî, da ku ew di nava Farisan de neheşifin.

Mesela olan û ya nijadan bi kurdtî û kurmancî ev e.
Fermo li ser vê babetê lêkolîn bikin…

Çend sal berê 450 kesên ku xwe ji nijada Cencizxanî dihesibînin, testa xwe çêkirine, yekî tenê jî wek Tirk, nehatiye peyitandin.)

Îro ewqas kesên Fileh ku xwe Suryan, Aşûr, Kildan û wekî din dihesibînin, bila testa xwe ya DNAyê çêbikin, hingê nijada wan eşkere dibe.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Zeynelabidin Zinar

Bav û kalên wî tev mela bûne û ders dane şagirdan. Ew bi xwe jî berhemê Medreseya Kurdî ye. Wî 11 sal Medrese, 3,5 sal Imam-Xetîm, çar sal lîse xwendiyte. Rêvebirê malpera www.pencinar.se e. Bi dehan pirtûkên folklorî çap kirine.

Qeydên dişibine hev