”Kurd. Efsaneya Rohilatê” – 41

”Kurd. Efsaneya Rohilatê” – 41

Malpera me bi rêzenivîseke nû dest bi çapkirina berhemên ser dîrok, çand, ziman, wêje û zargotina kurdî dike, ku wê wergerên ji rûsî yên ji pirtûka gelekî delal ”Kurd. Efsaneya Rohilatê” bin, ku şîrketa neftê û gazê ya Rûsîyayê ”Gazprom”ê bi naverokeke gelekî xurt û dagirtî bi zimanê rûsî çap kirîye.

Bi bawerîya me, eva pirtûka ji hemû pirtûkên derheqa kurdan û Kurdistanê da, ku heta niha çap bûne, ya here serketî û bi bûyeran va têr û tije ye: him bi nivîskar û zanyarên di cihanê da gelekî binavûdeng va, ku nivîsên wan yên ser dereceya bilind û li ser bingehê ulmî, bi belgeyan va dewlemend di vê berhemê da cî girtine, him bi mîzanpaj û dîzayna xwe va, him jî bi xemilandina wêneyên dîrokî va, ku piranîya wan heta niha li tu cîyan çap nebûne.

Mizgînîyeke din jî ew e, ku ev berhema bêhempa xênji zimanê rûsî, bi zimanên îngilîsî, bi du zaravên zimanê kurdî – kurmancî û soranî jî çap bûye.

Berhema me a îro ha tê binavkirin: ”Rol û giringîya kurdan di gêopolîtîka herêmî da li Rohilata Nêzîk û Rohilata Navîn da”.

Amadekar û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

 

V. V. Naumkîn

Rol û giringîya kurdan di gêopolîtîka herêmî da li Rohilata Nêzîk û Rohilata Navîn da

Yek ji taybetmendiyên xwerû ku bo çi îro rewşa li herêma Rohilata Nêzîk û Navîn ewqas bi lez diguhêre – bilindbûna lez ya xwefemdarîya kurdan ya miletîyê û qewînbûna rola wan e di jîyana aborî û sîyasî ya wan dewletan, ku ew îro lê dijîn. Kurd, ku ji nava dewrên bedbext yên dîroka xwe ra derbaz bûye, ku derheqa vê yekê da di vê kitêbê da tê qalkirinê, di nava tevgera gelek sedsalan ya bo bidestxistina mafên xwe, kemilîye û xurt bûye, ji bo xwedîderketina nasnameya xwe mekanîzmayên bi bandor çêkirine. Îro zêdetir nûnerên gelê kurd dibine karmendên sîyasî û dewletê yên welatên herêmê. Gelek ji wana li welatên diyasporayê gihîştine dereceyên bilind, di nav wan da herwiha li Rûsîya Federal. Kurd xwesma li wan navçeyan gihîştine serketinên mezin, ku di goveka sîstema li dewletan sazbûyî li wir mafê xwerêvebirinê bi dest xistine. Kurdistana Îraqê – ew, bê şik, îzbata serketinê ye.

Em dikarin behsa bi carekê va zêdebûna tesîra ”faktora kurdî” li ser sîyaseta cihanê jî bikin. Desteyên kurdan yên çekdar di şerê dijî dijminên tevaya merivahîyê – komên terorîstên çete, berî hemûyan jî rêxistinên DAÎŞ1, ”Cebhet en-Nusre” û yên din, ku bi qanûndarî li Rûsîyayê hatine qedexekirin, roleke giring lîstin. Nasnameya miletîyê ya vî miletê gelek mêrxas û egît ji alîyê dewletên herêmî û yên mezin da, ji hêla rêxistinên navnetewî her diçe zêdetir tê naskirinê û qîmetkirinê. Pevgirêdanên dewleta Rûsîyayê bi kurdan ra, ku herdem jî yên dostanîyê bûne, her diçe xurttir dibin û derheqa dîroka wan pêwendîyên qenc da di rûpelên vê kitêba me da tê behskirinê.

Kurd di nava demeke dirêj da li welatên cuda-cuda, yên hevsînor – Tirkîyê, Îranê, Îraqê, Sûrîyê dijîn, ku bi pircûretîya miletan, dîrokê, sîstema dewletê va ji hev pir cuda ne. Eva yeka hertim jî alî jihevdûrketin û perçebûna gelê kurd û rêxistinên ku berjewandîyên wana diparêzin kirîye, ku her yek ji wana xwedî taybetmendîyên ji hev cuda ne. Şertên giran û dijwar, ku komên kurdan yên cuda-cuda bi sedsalan tê da jîyane, rê li ber hevgirtina wan girtîye, nehîştîye nehlihevîyên di navbera wan da heyî – yên êtnîkî, zimanî, olî û eşîrtî bêne çareserkirin û hilanînê. Û tiştekî ber çavan e, ku pirrengîya kurdan, pirawazîya wan a çandî, ku derheqa wan da di vê kitêbê da bi awayekî zelal belgeyên dîrokî dibêjin, wek cem miletên din, hesab dibin nîşana dewlemendîya wan a medenî, hebûna gelêrî.

Olkên kurdan ku li dewletên Rohilata Nêzîk û Navîn yên cuda-cuda da dijîn, pêwendîyên xwe bi hevalbendên herêmî û global ra saz kirine, yên ku pir caran hewil didin kurdan bo berjewendîyên xwe yên gêopolîtîkîyê, ji bo bidestxistina hukumê xwe li herêmê himberî dijberê xwe bi kar bînin. Rêxistinên kurdan yên sîyasî gerekê vê helwesta dewletan, ku bo berjewendîyên wan yên miletîyê ne, di karê xwe da bidine ber çavan, ji ber ku berjewendîyên kurdên wan welatan dijîn û yên wan dewletan tam dijî hev in. Pêwendîyên di navbera hinek desteyên kurdan yên tevgera miletîyê da nelihevî hene. Em vê yekê di pêwendîyên du partîyên sîyasî yên sereke yên Kurdistana Îraqê da jî dibînin: di navbera Partîya Demokratîyê ya Kurdistanê (PDK) da, ku rêberê wê Mesud Barzanî ye û ji sala 2005an hetanî sala 2017an serokkomarê Kurdistana Îraqê bû, û Yekîtîya Niştimanî Kurdistanê da (YNK), ku demeke dirêj serokkomarê berê yê Îraqê Celal Telebanî serokatî lê dikir, û herwiha partîya ”Gorran”, ku ji YNK veqetîya bû. Lê dema dibînin ku dijminên wan yên tomerî gefan li wan dixwin, dikarin zirareke mezin bidine wan, hevgirtina wan zora nelihevîyên wan dibe. Dema kurdên Sûrîyê dest bi şerê giran yê bo rizgarkirina kantona xwe Kobanî ji zevtkarên terorîstên DAÎŞê2 kirin, desteyên pêşmergeyan yên ji Kurdistana Îraqê hatine hewara wan û ew rizgar kirin. Lê di eynî wextî da, têkoşîna sîyasî, kul i Kurdistana Îraqê bi awayekî vekirî tê kirinê, îzbata wê yekê ye, ku ew herêm di riya demokratîyê da gavên mezin avîtine.

* * *

Xwesma rola Kurdistana Îraqê (KÎ) di bûyerên ku li herêmê diqewimin da pir e, ya ku gorî Konstîtûsyona welêt, ku di referenduma sala 2005an da hate qebûlkirin û di sala 2006an da kete dewrê, di teşkîla axa Îraqa hevgirtî da otonomîya berfireh bi dest xist. Gorî wê qanûnê hukumeta herêmê hatîye damezirandin, desteyên wê yên çekdarî – pêşmerge hene, ku aramîya herêmê diparêzin, û destûra herêmê heye 17 % hatinîyên nefta welêt ku tê firotan, bistînin. Ew yek alî KÎ dike bona pirsgirêkên pêşketina xwe bi awayekî serketî çareser bike. Lê dîsa jî di pirsên mafên hukumeta herêmê bo bikaranîna neftê û girêdana peymanan bona firotana mehsûletên kanên neftê û gazê yên herêmê da di navbera Bexdayê û Hewlêrê da nelihevîyên ciddî hene. Zexîreyên neftê û gazê yên KÎ bêhesab pir in. Gorî malûmatîyan, zexîreyên wê yên ku bi fermî hatine îzbatkirin, zêdeyî 2 mîlyard bermîl in, lê bi zexîreyên ku nehatine dîyarkirin û dikarin hebin ra tevayî (gorî malûmatîyên koma ”Arbat-Kapîtal”ê), ew bi kêmanî 17,7 mîlyard bermîl in. Ji nîveka dehsalîya buhurî destpêkirî derxistina neftê pir zêde bûye, ji ber ku li bakur-rohilata Hewlêrê, Dihokê û Zaxo, paşê jî li Suleymanîyê kan û medenên neftê û gazê yên dewlemend hatine dîtin û xebitandin. Peymanên veberhênanê bi hevkarên biyanî yên wisa re hatin rêkeftin, yên ku di bîznêsa neftê da li cihanê serkêşî dikin. Di nav wan da – Kompanîyayê Rûsîyayê “Gazprom neft” û “Rosneft”. Gorî malûmatîyên çend analîtîkan, li KÎ heta 60 % nefta Îraqê tê derxistin.

Hukumeta Herêmê dabû ber çavan, ku di sala 2019 da derxistina neftê di rojê da bigihîne heta 2 mîlyon bermîlan, herweha şandina wê bo Tirkîyê bide zêdekirin. Herwiha karê paqijkirina mehsûletên neftê jî dest bi karê xwe kirîye.

Ev hemû alî kurdên Îraqê kir himberî deverên din yên Îraqê dereca halxweşîya jîyanê bide bilindkirinê. Gorî çend malûmatîyan, êdî di nîveka salên 2000î da hatinîyên bo her şexsekî niştecîyên Kurdistanê bi çarêkekê va ser dereceya herêmên Îraqê yên dinê bûn, hema wê demê jî jimara mîlyonerên dolaran li herêmê zêde bû û ji 12 kesan gihîşte heta du hezar kesî. Eger ne dijberîya di hindava terorîstên Daîşê3 bûya, ku li bakurê Îraqê şerekî bi xwînrêtinê va tijî tevrakiribûn, ku dibû sebebê xercên mezin û mobîlîzekirina leşkeran, herwiha lazimaya, ku gelek penaberan qebûl bike û wana xwedî bike, herêm wê diha serketî pêş biketa. Hilbet, ketina buhayê neftê jî tesîra xwe li ser pêşketina herêmê kir.

KÎ ne tenê bi dewlemendîyên xwe yên binerd va, wek neft û gaz, dewlemend e. Gorî hesabkirinên zaneyê Rûsîyayê yê di karê aborîya herêmê da pispor û binavûdeng A. O. Fîlonîk, “di şertên krîza ava vexwerinê li Rohilata Nêzîk, ku her diçe zêdetir dibe, zexîreyên pir mezin yên avê li KÎ û erdên bêcerkirinê yên bê hed û bê hesab pir eger bi têknologîyayên nûdemê va bêne xebitandin, aborîya herêmê wê ewqas zêde bibe, ku wê bikaribe xurekê xwe bifiroşe derva jî. Êdî ji niha da ew herêm weke 75 % ekinê genim, 50 % berên fêkîyan û hema bêje 100 % titûna cixareyan distîne, ku tevaya Îraqê tê deranînê”. Û lema jî hukumeta herêmê plansaz dike ku cihêrengiyek mezin bigihîne aboriya herêmê, gavên bi lez davêje di hêla pêşxistina senayê, malhebûna gund, tûrîzmê da. Li KÎ bi çavekî erênî û bi xwebawer li pêkanîna van planan dinêre. Eger bikaribin du Hîdro-êlêktrostasyonên li Doxanê û Derbendîxanê nûjen bikin, zoraya wana wê têr bikira bona rewacên KÎ di hêla ênêrgîya êlêktrîkîyê da pêk bînin. Li Suleymanîyê du karxaneyên çîmentoyê kar dikin û di dema nivîsara vê kitêbê karxaneya sisîyan jî li Herîrê dihate çêkirin, xebata karxaneyên tekstîlê û ya xurek careke din destpê bû, li Hewlêrê karxaneya lûle-borîyan hatîye çêkirin, xebatên tivdarekdîtinê yên bêhempa hatine kirinê di hêla bi têknîkî-aborî razîkirina çêkirina karxaneyên derxistin û paqijkirina neftê li çar bajarên KÎ.

Hevkarê aborî yê sereke yê KÎ Tirkiye ye, ya ku bi hesabên di bin destê me da hene, heta sala 2017an êdî bi buhayê weke 12 mîlyard dolaran kiribû nava pêşxistina aborîya herêmê. Kompanîyayên Tirkîyê di sektora avahî û darayî da li Kurdistana Îraqê serdest in. Û ew yek bo bo Kurdistanê xwedî kemaleke mezin e, çimkî berê sazîyên wê yên darayî yên kredîtîyê-fînansîyê tunebûn. Ji sala 2017an va Hikûmeta Herêmê bi buhayê qasî 5 mîlyar dolaran kete nava bazara Londonê a bazirganîyê. Li çend deverên KÎ kompanîyayên Îranê jî hene, ku karên cuda-cuda dikin. Lêkolîner ser vê meseleyê destnîşan dikin, ku gelek xwedîyên kapîtalên Tirkîyê û Îranê ku li vira karê xwe dimeşînin, bi esilê xwe va kurd in. Ewana herwiha dibêjin, ku bîznêsa Çînistanê jî li Kurdistana Îraqê pir aktîv e û her diçe xurttir dibe, ewana eleqeya taybetî nîşanî sektora neft û gazê didin û hewil didin dewletên cînar ji KÎ dûr bixin. Ne dûr e, ku hema bi wê sebebê jî hukumeta herêmê mecbûr bûye projeyekê amade bike bona li ser sînorên herdu dewletan – Tirkîyê û Îranê – zona tucarîya azad saz bikin.

 

* * *

Li Sûrîyê di nava çar salên şerê navxweyî yê bi qetil da, ku di wî şerî da kurdan bi mêrxasî zora êrîşên komên terorîst yên DAÎŞê4 û “Cebhet en-Nusra”5 û yên wek wan birin, daxweza kurdan bo xwerêvebirîya di goveka dewleta Sûrîyê ya hevgirtî da xurttir bû. Li deverên kurdan dezgehên xwerêvebirîya herêmî hatine sazkirinê, ku ji alîyê desthilata merkezî da nedihatine naskirin, destpê kirin navê kurdî yê herêmê – Rojava – bi kar anîn, ku bi dilê her kurdekî bû. Serekên kurdan, ku hewil nedidan ji Sûrîyê veqetin, destpê kirin nerazîbûna xwe dîyar kirin di hindava wê pirsê da, ku ew welat wek dewleta ereban tê hesibandin, ku ew jî yek ji ramanên nasyonalîzma ereban ya bi serokatîya partîya ”Bees” bû, ku li welêt desthilatdar e. Gorî daxweza piranîya serekên kurdan yên binavûdeng, Sûrîye dewleteke pirnetewe ye, di wê da gerekê hemû komên miletan û olan xwedî mafên wekehev bin. Di dema nivîsara vê kitêbê li Kurdistana Sûrîyê sê kanton hebûn – ya Cizîrê, Kobanîyê û Efrînê. Lê di sala 2018an da leşkerên tirkan ketine Efrînê û piranîya niştecîyên kurd yên wê herêmê terka mal û warên xwe kirin.

Di hêla aborî da, bi bawerîya A. O. Fîlonîk, rêvebirên wî beşê welêt ser wê bawerîyê ne, ku gerekê aborîya ku dişibe ya gundên kolxozan bêne sazkirin, ji bo wê armancê jî beledî têne sazkirin, zêde guhdarî tê danînê li ser karê kooperatîvîyê, ango hevkarîyê, herwiha ser karê bazirganîyê û deranîna sinetkarîyê. Ji bo piştgirîkirina vê pêşnîyarê hukumetê baca ji bo kes û saziyên dadrêsî betal kir, ji ber ku ne hemû kes bûn, ku dikaribûn piştgirîya aborî bidine dewletê. Gorî malûmatîyên ne fermî, zêdeyî nîvê binecîyêm kurd di halê feqîrîyê û birçîbûnê da ne, lê berî şêr sûk bi xurekên warên kurdan va dagirtî bû, û li wir xurekên wisa giring hebûn, wek zeytûn, fêkî, deranîna ji hêşinayê, ango pincarê, herwiha genim, cem, bulxur, gêrmî û h.w.d. Derxistina neftê li vira di rûyê zirara ku ji şerê bi DAÎŞê6 va gihîşte herêmê, hema bêje hilweşîyaye. Berî emelên şêr li Hesekê di rojê da weke 40 hezar bermîl neft dihate derxistinê, lê di salên şêr da karxaneya neftderxistinê û neftpaqijkirinê bi 5% zoraya xwe kar dike. Ev herêm pir hewcê nebat û aletên lêkirina xanîyan in, desthilat riyan digere bona alîkarîyê bigihîne vê herêmê, ku lazim in bona çêkirina êlêktrostasyonan, karxaneyên bona deranîna toximê medenîyê û aletên bo çêkirinê pêwîst. Û di wî karî da hêvîya wan ew e, ku kurdên welatên cînar û alîkarîya aborî ya ji diyasporayên kurdan, ku li tevaya cihanê belav bûne, bêne hewara wan, alîkarîya wan bikin bona ji wê rewşa xirab a kambax derkevin.

* * *

Li Tirkîyê, ku kurdên herî pir li tevaya Rohilata Nêzîk û Navîn li vir dijîn û jimara wana digihîje ji 12 heta 15 mîlyonan, weke nîvê wan belav bûne, li dervayî warên xwe, li ser axa Anatolîya başûr-rohilatê dijîn. Li komara Tirkîyê gelek milet û ol ji desthilata fermî ne razîne, lê tenê pirsgirêka kurdan tûşî dijderketnê bû, bû sebebê zordestîyan û destdirêjayan, ku bû sebebê kuştina gelek hemwelatîyan. Eger Partîya Karkirên Kurdistanê (PKK), ku tê hesibandin wek rêxistineke terorîst, bi çend komên din yên nasyonalîstên kurd di nava demeke dirêj da bi rastî jî dijî desthilatê şerê çekdarî dikir, lê çend rêxistinên din yên kurdan xwe li riya stratêgîya aştîyane girtin. Balkêş e, ku di salên 1991 – 1996an da di navbera çend desteyên kurdan yên sîlehkirî da jî şerê çekdarî hebû, wek nimûne di navbera PKK û Partîya kurdan a ”Hizbellah” da, ku di îdêologîya wê da bangawazîyên nasyonalîstîyê bi yên îslamîstîyê va hatibûn nixamtin. Di eynî wextî da li vê dewletê partîyake kurdan bi awayekî legal karê xwe dimeşîne, ku di encama hilbijartinan da bû partîyake parlementîyê: Partîya Demokratîyê ya Gelan, bi serokatîya Selheddîn Demîrtaş, ku ji alîyê mehkemeya Tirkîyê da cezaya hebiskirinê xwar. Di salên 2015 – 2016an da di rûyê dijberîyên komên kurdan û desthilatê da rewş li welêt sincirî, aloz bû.

* * *

Pêşketina aram ya rewşa li Kurdistana Îraqê tesîreke mezin li ser halê kurdên Tirkîyê, Sûrîyê û Îranê dike. Yek ji pirsgirêkên here dijwar di pêwendîyên navbera Hewlêrê û Bexdayê da hertim pirsgirêka bajarê Kerkûkê bûye: di fermîyetê da  ew dervayî axa KÎ ye, lê kurd wêya dihesibînin paytextê xwe yê tarîxî. Em wê jî bêjin, ku di kanên binerd yên Kerkukê da du serkanîyên neftê hene, ku di wan da weke 10 mîlyard bermîl neft heye.

Pirsgirêka Kerkukê – nimûneyeke bêhempa ya perçebûna miletan e li ser dereceya herêmekê. Bajar û herêma bi zexîreyên neftê va dewlemend, ji dem û dewranên kevinare da di navbera niştecîyên wî – ereban, kurdan û turkmenan da bûye meseleya minaqeşeyê. Li wira herwiha bi jimareke ne mezin xaçparêz hebûn, wek aşûrî (ortodoks) û xaldêyî (katolîk). Tê gotin, ku hema bo hewildana ku ereb bi stratêgî kontrola xwe li ser zexîreyên ênêrgîyayê yên vî beşê welêt testîq bikin, desthilatdarê Îraqê yê berê Seddam Huseyn Deklarasyona derheqa otonomîya kurdan da piştguh kir, ku ewî 11ê adarê sala 1970î bi serokê kurdan Mistefa Barzanî ra îmze kiribû, û pişt ra careke din dest bi emelên şêr kir. Ew ditirsîya, ku Kerkuk wê bikev edestê kurdan (gorî ku di Deklarasyonê da hatibû destnîşankirin, lihevhatinek hebû bona serjimêrîya binecîyan derbaz bikin û li ser bingehê wê jî sînorên otonomîyê bikişînin). Piştî wê bi awayekî altîv dest bi erebkirina bajêr û herêmê bû. Piştî hilweşandina desthilatê êdî di nava Qanûna derheqa rêvebirina bi awayê demkî ya sala 2004an (xala 58) da bi zordayîna kurdan xala derheqa ”aramkirina” Kerkukê da hate zêdekirin, ku rê dida binecîyên herêmê yên kurd, xaçparêz û turkmen vegerine warên xwe. Di xala 140î ya Konstîtûsyona Îraqê ya sala 2005an da xênji normalkirina rewşê û derbazkirina serjimêrîya niştecîyan herwiha behsa derheqa referendumê da jî dihate kirinê (ev hemû nehate pêkanînê). Lê li ser bingehê hesabkirinan, ku gorî encamên hilbijartina meha çileya pêşin sala 2005an hatîye encamdan, lêkolînerê Amerîkî Layem Anderson hate ser wê bawerîyê, ku wê demê li Kerkukê weke 53 % binecîyan kurd bûn, 27 % ereb bûn û 13 % turkoman bûn (li Kerkukê herwiha xaçparêz diman, ku an nikaribûn ji wir derkevin herin warekî din, an jî nedixwestin). Ew ser wê bawerîyê bû, ku di wê rewşê da hema bêje varyanteke klasîk ya ”pirsgirêka 60 – 40” çê bû, dema piranî, ku dikir weke ji pênc perçeyan sê perçe, ne xwedî herekete xurt bû, ku bikaribe ”desthilatê perçe bike” di navbera wana û binecîyên bi jimara xwe va hindik da.

Piştî derbazkirina referendum 25ê îlonê sala 2017an, ku ji alîyê desthilata Îraqê û hevalbendîya hemcihanê da nehatibû naskirin, ku herwiha kurdên Kurdistana Îraqê, ku dervayî sînorên Kurdistana Îraqê diman jî tevî wê bûne, pêwendîyên di navbera Hewlêrê û Bexdayê da hatine sertkirinê, û hêzên desthilata Îraqê bi piştgirîkirina desteyên leşkerî yên ”el-Heşd aş-Şeebî” kontrola Bexdayê li ser herêma Kerkukê tam dane testîqkirinê, herwiha li ser kanên wê yên neftê da jî. Rûsîyayê herdem piştgirîya wê yekê kirîye, ku dijwarîyên di pêwendîyên navbera desthilata merkezî ya Îraqê û Herêma Kurdistanê da di nava demeke kurt da bêne çareserkirin.

Rewşa kurdên ku li herêmên cuda-cuda yên welatên cînarên hev dijîn, pir caran bi wê yekê va girêdayî ye, ka dijberîyên gêopolîtîkîyê yên di navbera dewletên herêmî û herwiha dewletên mezin li Rohilata Nêzîk û Navîn ser çi astê ye. Ev yek bi gelek nimûneyan va xuya dibe, ku di vê kitêbê da bi awayekî zelal cî girtine. Ji wan nimûneyan em rewşa aloz ya partîyake kurdên Sûrîyê a here mezin – Partîya Yekîtîya Demokratîk (PYD) bi Desteyên wê yên şervanîyê yên bi navê Yekîtîya Parastina Gel – YPG bînin ber çavan.Di dema nivîsara vê kitêbê, wek ku lêkolînerê Amerîkî Endryu Tabler dibêje, “Deşta kurdan a sîyasî bi sînorên dewletan û xetên sîyasî va hatine dabeşkirin. Ji hêlekê va Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) û PYD ji navê eynî Koma Civakên Kurdistanê (KCK) hereket dikin – ku rêxistineke sîwanî ye, ku PKKê damezirandîye. Di hêleke din va, rewşa Hukumeta Herêma Kurdistanê (KRG) ber çavê Enqerê normal xuya dibe û Tirkîyê pêwendîyên xurt di hêla aborî û leşkerî û herwiha aramîyê da pê ra saz kirîye. Lêbelê, di heman demê de, rayedarên PDKê reqabetê dikin, ku bi çavekî qenc li Tirkîyê mêze dike û derdikevine dijî PKK/PYD, û YNK jî dilê Îranê xweş dike û piştgirîya hezkirina wê a di hindava PKK/PYD dike”7. Dibe DAY hema bo vê yekê û lazimaya şerê dijî DAÎŞê8 û komên terorîstîyê yên din, hewil da di eynî demê da him bi Tirkîyê ra, him jî bi kurdên Îraqê û Sûrîyê ra hevkarîyê bike, ku mînanî Rûsîyayê kurdan wek hêzeke xurt dibîne, ku dikare bi çeteyên têrorîst ra bi kardarî û kêrhatî şer bike, ku bûne belaya serê tevaya cihanê. Lê bi wê ra tevayî jî DAY qet naxwezin, ku serketinên artêşa Sûrîyê, ku bi piştgirîkirina Hêzên Rûsîyayê yên Leşkerî-kosmîkîyê hatine bidestxistinê, bibine sebebê wê yekê, ku Şam kontrola xwe li ser piranîya axa Sûrîyê bide testîqkirinê, û otonomîya kurdan a ku dibe saz bibe, wê ber firehkirina zona kontrola Şamê li ser herêmên din bigire û wê hewlên sêparatîstîyê-cudaxwezîyê bibine sebebê rûxîn-hilweşîna welêt.

Eger em behsa Rûsîyayê bikin, em dikarin bêjin ku ew herdem jî hewil dide ku qedirê yekîtîya axa dewletên Rohilata Nêzîk û daxwezên miletên di wan da dijîn bê girtin, herdem jî piştgirîya hevgirtina kurdan kirîye, hewil daye kurd bi hemû hêzên dijî terorîzmê ra bibin yek, di nav wan da bi hêzên desthilata Sûrîyê ra jî.

* * *

Bûyerên gêjgerîng bona welatên kurd lê dijîn, ku bi qewimandinên diltazîn yên gelek salan va dagirtî ne, heta nivîsara vê kitêbê jî, careke din jî xwebexşîya kurdan dane xuyakirin boy xatirê bidestxistina maf û azadîyên xwe yên di şerê bi fanatîkên têrrorîst û olî da. Wana herwiha dane xuyakirin, ku kurd ne tenê miletekî şervan e, lê herwiha miletekî sazkar û avakar e jî.

Moskva

12 cotmehê, sala 2018an.

 

7) Andrew Tabler’s presentation. The Syrian Kurds: Whose Ally? Policy Forum at The Washington Institute for Near East Policy // Policy Watch 2597. March 29, 2016. P. 2.

1–6, 8) Rêxistina «Dewleta Îslamî» (DAÎŞ) û «Cebhet en-Nusra» bi Qanûndarîyê li RF hatîye qedexekirin.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev