TÛRIKÊ MIN

TÛRIKÊ MIN

Husên Duzen

 

Tûrikê min gelek caran bûye bela serê min. Çendê çend heval û dostan gotin li min xistine ji ber ku turikek di milê min de ye. Berî bi çend salekî, hevalekî min li Amedê ewqas bi pêṣ de çû ku ez bi zorê birim bûtîka hevalê xwe, çi nemabû kinc û tûrikê li milê min, ji min bikira.

 

Vekirî got ku li welatê me î bav û kalan tu mêr bi tûrikan li nav sûk û çarṣiyan nagerin. Lê serêṣanên ji ber tûrikê min ne ew tenê ne. Dîsa jî ez bê tûrik naçim ser tirba bavê xwe.

 

Gelek caran di dema ku ez bi hevalekê/î re diçim derekê, serdana civînekê an muzeyekê, turikê min her li milê min e. Piṣtî ku ew kesê bi min re jî dibin xwedî bar, bi rê de ji xwe re pirtûkekê dikirin an diyariyekê ji maliyên xwe re, ew dixwazin ku wan alavên di destê xwe de jî bixin tûrikê min. Ji ber ku ez sûndxwarî me ku ez tu alavên kesên bêtûrik naxim tûrikê xwe, ez daxwaza wan naynim cîh. Îcar hesab li ba we. Ew kesên ku berî kêliyekê nedixwestin ez bi tûrik derkevim, hîngê kirasê xwe diçirînin, ji ber ku nikarin tûrikê min bi kar bînin.

 

Lê bûyera herî xemgîn ez berî salekê ji ber tûrikê xwe jiyam. Civanê min û rahmetî Nebî Kesen li lokaleke cuhuyan hebû. Min ”Li Dêrê” ya Hesenê Metê xist tûrikê xwe û ez çûm civanê xwe. Bi rê de û di nîv saeta ku Nebî bi dereng ket de min piṣt li ”Li Dêrê” ṣikand.

 

Piṣtre sohbeta wê êvarê nehiṣt ku em berî nîvêṣevê rabin. Piṣtî em ji wur rabûn me sê çar seknokên otobozê li dûv xwe hiṣt, ez li tiṣtekî nebûyî hay bûm; ne tûrikê min ne jî ”Li Dêrê” xuya bû. Me tavilê pê derxist ku ew li cihê em lê bûn maye. Rahmetî xwest em di cîh de vegerin, wî peywendiyên min î bi tûrikê min re jî û yên bi pirtûka di destê min de jî baṣ zanîbû. Min qêmîṣî wî nekir. Min got li wê lokalê zû bi zû tiṣtek wenda nabe, ez ê sibe biçim bînim.

 

Sibe hat. Mixabin ne tûrik ne jî ”Li Dêrê” li cihê xwe bû. Wer xuya bû kesê ku bi hêviya ku tiṣtin balkêṣtir tê de ne tûrik bi xwe re biribû, piṣtî ku dîtibû tenê pirtûkek tê de ye, ji hêrsan ew avêtibû derekê.

 

Niha ku di kêliya ku ez li vî wêneyî mêze dikim, dîsa tûrikê min ber bi çavê min ket.

 

Silav li wan hevalên ku min tev li tûrikên min pejirandin û heta niha me gelek cih û bûyerên balkêṣ bi hev re dîtin.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Husên DuZen

Wek bijişk di beşa norolojî de kar dike. Di ber re jî wergerên wêjeyî dike. Berî fakulteya bizîşkîyê bixwîne, fakulteya aborî jî qedandibû.

Qeydên dişibine hev