Ewledê şîrhelal Silhedînê Kinyaz şîna bavê xwe dike

Ewledê şîrhelal Silhedînê Kinyaz şîna bavê xwe dike

”Xwezî ev behsa nebixêr xewn bûya…”

 

Bavê mirovan carek dimire û wê rojê pişta mirovî dişikê. Îro bavê min mir û pişta min şikest. Zehf zor e, mirov çiqas belengaz dibe kengê bav dimire. Ew rojên ku bi destê min digirt û di nav zarokên hevalên min de digerand hate bîra min. Herwekî ku çend roj berê kurê min, nevîyê min digerand.

 

Axx bavo can axx, te pişta min şikand, destê te ji min qetiya, ka ezê çawa te ji bîr bikim? Bila xewn be, bila xewn be û serê sibê rabe bêje: “Silhedîn, rabe hazir be emê herin “Dom Drujba” Mala Kurdan…

Silhedînê Kinyazê Îbrahîm Mirzoyev

 

Li jêr em gotareke Têmûrê Xelîl ya berî 14 salan ji bo 60 salîya profêsor, welatparêzê mezin Kinyazê Îbrahîm raberî we dikin.

 

Ez her ro bîra Kinyaz dikim…

Têmûrê Xelîl

 

Piştî hilweşandina Sovyeta berê kurdên hemû komarên wî welatî ziyaneke mezin ketin û zirareke mezin kişandin. Ew miletên ku axa wan li ser erdê Sovyeta berê hebû zirareke wisa ne dîtin. Wek nimûne, ermenîyekî ku li ser axa komareke din dima, dema rewşa wî ya sîyasî xirab bûya, ew dikaribû vegerîya welatê xwe – Ermenîstanê. Rewşa wan miletan jî ne xirab bû, ku axa wan li ser erdê Sovtyeta berê tunebû, lê dervayî wî welatî hebû. Wek nimûne, eger rewşa almanekî Sovyeta berê ya sîyasî xirab dibû, ewî dikaribû berê xwe bide welatê xwe – Almanîyayê. Lê ya kurdan ne wisa bû, ji ber ku axa kurdên Sovyeta berê ne li wî welatî hebû, ne jî dervayî wî welatî. Û her kurdekî Sovyeta berê xwe li rêyekê girt. Kinyazê Îbrahîm çû Qazaxistanê, ez jî çûme Swêdê.

Dibêjin, ku gava meriv 10-15 salan hev nabîne, îdî li hev sar dibe, zêde bîra hevdu nake. Ez dibêjim ku di hindava Kinyaz da ev gotin ne bona min e, ji ber ku eva weke 20 salan e ku min Kinyaz nedîtîye, lê ez hema bêje her ro wî bîr tînim û bêrîya wî dikim. Ji bo welatparêzîya wî ya bê hed û hesab, ji bo aqilmendî û zanebûnên wî. Ew hela di xortanîya xwe da bû serokê min: ez endamê Komela Xwendekarên Kurd li Ermenîstanê bûm, ew serokê Komelê bû. Ew çawa bû serok? Dema hilbijartina serokê Komelê 7 endamên komîtêya kargir ya komeleyê hebûn. Yek ji wana wê rojê nehatibû û gotibû, ku ew dixweze ji endametîyê derkeve. Em man 6 kes. Ji bo serokatîyê dengdan çê bû û 3 kesan dengên xwe dane Kinyaz, sê kesan jî dengên xwe dane hevalekî din. Ji ber ku xênji Kinyaz hemû endamên dinê bi dînê xwe va êzdî bûn, hinek ji wana xwestin ku yekî êzdî bibe serok. Min jî dixwest ku Kinyaz bibe. Min dît ku dibe wisa biqewime ku Kinyaz neyê hilbijartinê wek serok, min xûşka xwe anî kire endama komîtêya kargir û piştî dengdana duduyan Kinyaz 4 deng sitend û bû serokê me, hevalê dinê 3 deng sitend.

Carna ji bo komelê pere lazim bûn bona kirêkirina salonan, bona kirîna kulîlkan, bona kirêkirina avtobûsan, bona çapkirina afîşan û bona tiştên din. Ew hemû xerc û xerac Kinyaz ji berîka xwe dikir. Civînên me ser dereceyên bilind derbaz dibûn û nav û dengê komela me li hemû Ermenîstanê belav bû. Di wan salan da Kinyaz ewqas pêşda çû, ku bû doktor, dosênt û dêkanê beşa ziman û edebîyeta azirî li Înstîtûta Ermenîstanê ya pêdagogîyê. Hema bêje nîvê xwendekarên wî kurdên Ermenîstanê bûn, ku mektebên azirî xilas kiribûn û hinek ji wan jî kurdên Azirbêcanê bûn. Kinyazê Îbrahîm wek lêktor (dersbêj) û wek zanyar bû hizkirîyê hemûyan, çend pirtûkên zanyarî bi çend zimanan çap kirin û hemû jî derheqa pirsên bi kurdan va girêdayî bûn. Wan deman ew serhevdu 35-37 salî bû. Û îro, gava hela 60 salên wî jî temam nebûne, ew prorêktorê Ûnîvêrsîtêta Almaatayê ye li Qazaxistanê, profêsor û akadêmîk e û kubarîya me kurdan e.

Hinek kes dikarin bifikirin, ku çawa dibe mirovek tenê di wî emirî da ewqas kar kiribe. Sureke wê yekê ew e, ku di navbera wî û hema bêje hemû ronakbîrên kurd baş bûye. Wek ku di nav her miletekî da, di nav kurdan da jî hinek ronakbîr hevdu hiz nakin, qedirê hev nagirin. Sebeba wê yekê jî piranî an hevsûdî û çavnebarî ye, an jî nezanî ye. Lê Kinyaz wisa dikir, ku bi hemûyan ra zman didît. Bi merivên bi aqil û paqij ra baş bû, bi hevsûdan ra ne xirab bû. Û ew kesên hevsûd di navbera salan da bi danûsitendinên xwe yên bi Kinyaz ra camêrî û mêranîya wî didîtin û terka hevsûdîyê didan, dibûne dostên wî.

Di nav ronakbîrên cihanê û yên kurdan jî di nav da, hinek kes zane û welatparêz in, hinek xwende û camêr in, hinek bi aqil û paqij in. Lê ji hezaran yek, ku him zane û welatparêz be, him xwende û camêr be, him bi aqil û paqij be. Kinyaz yek ji wan e. Hela di ser da jî xortekî bedew û ciwan e. Ez wisa texmîn dikim, ku hinek keçên ku berhemên wî dixwînin, dibine evîndar, lê gava wî û karê wî dibînin, tam bengî dibin.

Ez ji Kinyaz hiz dikim, ji ber ku ewî ji bo gelê min karekî pir mezin kirîye û hê jî dike, ji ber ku maeşê wî ji wî karê kirî ne hatîye, hela di ser da jî belkî ji berîka xwe pere dane bona karê weşanê, çapkirinê, qebûlkirina mêvanên komelê û h.w.d.

Eva 20 sal in min Kinyaz nedîtîye, lê ez her ro bîra wî dikim û ji wê yekê lezetê dibînim.

Kinyaz can, bira 60 salîya te pîroz be. Bira şîrê diya te li te helal be. Bira her kes ewqas ji te hiz bike, çiqas ku ez ji te hiz dikim.

 

P.S. Piştî koçkirina te jî ezê bêrîya te bikim.

Birayê te – Têmûr

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev