Nêçîrvan Barzanî li ser koça dawî ya Kinyaz Îbrahîm Mîrzoyev peyamek belav kir

Nêçîrvan Barzanî li ser koça dawî ya Kinyaz Îbrahîm Mîrzoyev peyamek belav kir

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, li ser koça Prof. Dr. Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyev, Serokê Federasyona Navneteweyî ya Diyasporaya Kurdan û Serokê Yekîtiya Kurdên Kazaxistanê peyamek belav kir.

Nêçîrvan Barzanî sersaxiyê ji malbat û kesûkar û hevalên Prof. Dr. Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyev re dixwaze û dibêje, “hevparên xema wan im.”

Nêçîrvan Barzanî herwiha dibêje, Prof. Dr. Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyev “dê hertim di bîra me de bimîne.”

Serokê Herêma Kurdistanê li ser twîtterê peyama xwe wiha belav kiriye: “Ji bo koça dawiyê ya Xwedê jê razî Prof. Dr. Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyev, Serokê Federasyona Navneteweyî ya Diyasporaya Kurdan û Serokê Yekîtiya Kurdên Kazaxistanê, behîdarî û sersaxiyê li malbat û kesûkar û hevalên wî dikim, hevparên xema wan im. Ewê hertim di bîra me de bimîne.”

Serokê Federasyona Navneteweyî ya Diyasporaya Kurdan (FNDK) û Serokê Yekîtiya Kurdên Qazaxistanê Prof. Kinyaz Îbrahîm Mîrzoyev roja Yekşemê 8ê Tebaxa 2021 li bajarê Almata yê Qazaxistanê di 74 saliya xwe de koça dawî kir.

Peyamnêrê Rûdawê Kamîz Şeddadî ragihand, Profêsor Kinyaz Îbrahîm Mîrzoyev beriya 20 rojan bi vîrusa Covid-19 ketibû û piştî ku rewşa wî ya tendirustiyê xirab bibû, roja Yekşemê li Nexeşxaneya Almatayê ya Qazaxistanê koça dawî kir.

Biryar e termê Kinyazê îbrahîm du yan sê rojên din li Almatayê bi axê were spartin.

Sala 2017an û di dema referanduma serxwebûna Başûrê Kurdistanê de, Kinyaz Îbrahîm Mîrzoyev tevî şandeke Kurdên Qefqazê û Yekîtiya Sovyeta jibo piştgiriya referandumê serdana Herêma Kurdistanê kiribû û bi Serokê wê demê yê Herêma Kurdistanê, Serok Mesûd Barzanî û Serokwezîrê wê demê yê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re hevdîtin pêkanîbû.

www.rudaw.net

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev