Şêx Silê ya jî Sêwî Silo

Şêx Silê ya jî Sêwî Silo

Îkram Oguz

Şêx Silê, bi navê xwe yê din “Sêwî Silo” dengbêjek ji dengbêjên Kurd ê navdar e.

Di navbera dawîya sedsala 18an û destpêka sedsala 19an da jîyaye û hemdemîyê Evdalê Zeynikê û Gula File ye.

Lê di kîjan salê da û li kû hatîye dinê, di kîjan salê da dinya xwe guhartîye, sedîsed nayê zanîn.

Ev yek jî parçeyek ji qedera dengbêjan, ew jî bi qedera kurdan va girêdayî ye.

Kurd miletek bindest in û ji dîrok û çand û hûnera xwe hatine dûrxistin. Loma lêkolînên di derbarê dengbêjan da hatine kirin, kêm in. Qasî kêmanîya xwe agahîyên tê da cîh digrin jî ji hev cuda ne. Jiber ku çavkanî bi pirranî çavkanîyên qeydkirî nînin û di arşîvan da cîh nagrin.

Wek hemû xalên jîyanê, agahîyên di derbarê dengbêjan da jî, bi devkî ji nifşên berê derbasî nifşên nû bûne. Di wê derbasbûnê da hinek agahî kêm bûne hatine jibîrkirin, hinek agahî jî tevlihev bûne û hatine guhartin.

Loma dema bûyîn û mirina Şêx Silê û jîyana wî jî tam nayê zanîn. Di hinek lêkolînan da tê gotin, ku Şêx Silê bi eslê xwe ji herêma Serhadê, ji bajarê Agirîyê ye. Li gundê Zîyaret a bi ser Patnosê jîyaye û dengbêjê Emîn Paşa bû ye. Dû ra berê xwe daye rojhilatê Kurdistanê û çûye li herêma Qelenîyê, di qonaxa Tahir Xanê Qelenîyê da dengbêjî kirîye.

Li vir agahîya bêşîk û rast ew e, ku Şêx Silê li Qelenîyê jîyaye û denbêjê Tahirxanê Qelenîyê bûye.

Sedem vê yekê dema ku min biryar da, di derbarê Şêx Silê da nivîsek binivîsim, min berê xwe da çapemenîya Rojhilatê Kurdistanê. Bi alîkarîya hevalekî xwe yê qedîm gihîştim lêkolîner û nivîskarê Kurd, Ebdolkerîm Surûş.

Ebdolkerîm Surûş ji min ra qala xebata xwe ya nû kir, ku ew jî Antolojîya Dengbêjên Rojhilatê yê û dê dimek kin da were çapkirin.

Di Antolojîyê da wek dengbêjê yekemîn cîh dane Şêx Silê, lêbelê ne bi agahîyên berfireh. Jiber ku di derbarê jîyana Şêx Silê da, di destê wan da jî zêde agahî tunebû ne.

Herçiqas xebata wî ya hêja û payebilind nehatibe çapkirin jî, birêz Ebdolkerîm Surûş, beşa pirtûkê ya di derbarê Şêx Silê da, ji min ra şand û ew bi min ra parva kir.

Hezarcar mala wi ava be.

Ew di xebata xwe da, cîh û warê ku Şêx Silê tê da jîyana xwe derbas kirîye, bi nav dike û  wiha nîşan dide: „A niha li devera Qeleniyê du gund hene ku navê van Şêx Silo ne. Yek Şêx Siloya jêrê ku niştecihên vê ji eşîra Birûkî (Birûkan) ne û ya din jî Şêx Siloya jorîn e, ku niştecihên vê jî ji eşîra Delayî ne. Her du gund cîranê gundê bi nav û dengê “Navirê” ne ku Navir û Gola Navirê li nava stranên me yên dengbêjiyê da pir caran hatine gotin (kilama Şêx Zarih, Sirra Qeleniyê û …)

Li ser gotina Mihê Elo yê ji eşîra Xalidiya, ev herdu gundan Tahirxanê Mîrpenc pêşkêşî Şêx Silê kirine. Şêx Silê ji gundê jorin rûniştîye. Lewra ev gund bi navên Şêx Silo yan jî Şêx Silê, gundên bi nav û deng in. Ev her du gund berî şorişa Girîdaxê (Ararat) bi rêberiya Îhsan Nûrî Paşa li nav xaka Tirka da bûne, piştî şorişê ew dane Îranê.

Şêx Silê ji eşîra Bûdka ye û Bûdkî jî tayîfeyek ji êla Celalîyan in.

Dema ku Çiyayê Eleganê dibe hidûdê Iran û Turkiyê, herdu devlet Eleganê di nava xwe da parva dikin. Elegana ji alî Tirkan ra gotinê, Elegana Asyayê û Elegana ku ji alî Îranê ra jî gotinê, Elegana Tahirxan…”

 

***

Bi rêya înternetê jî li şopa Şêx Silê gerîyam û rastî hinek çavkanîyan hatim. Ji wan hinek makalene, ku heta niha di hinek malper û kovaran da hatine weşandin. Mixabin di agahîyên di wan makaleyan da jî, ji hev cuda ne û d glk xalan da hevdu nagrin…

Ji wan cudahîyan yek jî ew e, ku dibêjin Şêx Silê jî mîna Evdalê Zeynikê demek di dîwana Surmelî Memed Paş da cîh girtîye. Di wê demê da dilê wî ketîye Serayî ya keça Memed Paşa. Memed Paşa, Şêx Silê layiqî Serayîyê nedîtîye. Serayî ji êşa dilê xwe nexweş ketîye û bi roj û mehan di nav nivînan da ma ye. Şêx Silê jî, piştî evîna xwe ya bêhêvî strana xwe ya bi navê Serayi ya Memed Axa derxistîye, ku parçeyek ji wê stranê wiha ye:

 

”Gelî gundî û cîranan gilî û gazind û loman ji min nekin
Bila yekî fenanî seraya Mamet axa dosta meriv be
Hespê meriv beza be şûrê meriv birra be
Tu dêhna xwe bide vê sibekê malxirabo
Kum û kulosên meriva bi ser çav û biriyan mêl û xwar be
Na na wileh bila dosta meriva ser tacê hemû dosta be
Li nava civatê mezin pîr û hakiman meriv ji xwe re rûne
Herkesê ji xwe re meth û senayê yar û dostê xwe bide
Ez ji xwe re methê seraya Mamed axa bidim
Di nava heval û hogira bila per û baskê merivan
Vebe ji xwe re pê bifire serayêêê…”

 

Heta leqeba wî ya Sêwî Silo jî bi vê bûyerê va girê didin û dibêjin, Şêx Silê piştê vê kilamê biryara xwe dide û ji diwanên mîr û hakiman dûr disekine. Heta tê gotin, ku ew bixwe leqeba Sêwî Silo li xwe dike û êdî naxwaze tu kesek wi wek Şêx Silê bi nav bike.

 

***

Piştî berhevkirina hemû agahîyan min berê xwe da lêkolîner û nivîskarê Kurd Ahmet Aras. Ahmet Aras, ku nivîskarê pirtûka bi navê Evdalê Zeynikê, Kerr û Kulik, Sîyabend û Xecê ye.

Gor nêrîna min ew di warê dengbêjîyê da bi tena serê xwe otorîteyek zana û çavkanîyek dewlemend e. Bi rê ya telefonê gihîştimê û pê ra dûr û dirêj axifim. Min jê ra qala makaleyên ku di derbarê Şêx Silê da hatine nivîsandin û nakokîyên di wan da cîh digrin, kir. Ew jî di derheqê hevdîtina Evdalê Zeynikê û Şêx Silê, çîroka lêca ku di navbera wan da derbas bûye da axifî û di vî warî da agahîyên ku di pirtûka wî ya li ser Evdalê Zeynikê nivîsîye da cîh digrin, careke din ji min ra dubare kir.

Ehmed Aras di pirtûka xwe da çîroka hevdîtin û leca ku di navbera Evdal û Şêx Silê derbas bûye, bi hûrgulî dinivîsîne. Mirov bi wê çîrokê jî têdigihîje, ku Evdal û Şêx Silê heta wê demê rûbirû hevdu nedîtine. Cara yekem li qonaxa Tahirxanê Qelenîyê hatine ba hev.

Aras; Şêx Silê wek dengbêjê Tahirxanê Qelenîyê û mîna Evdalê Zeynikê dengbêjekî bi nav û deng bi nav dike.

Gor lêkolina Ahmet Aras, rojekê ji serhedê dengbêjek derbasî Îranê dibe û diçe bajarê Qeleniyê. Li qonaxa Tahirxan dibe mêvan û xwe bi wan dide nasîn, ku ew dengbêjê Surmelî Memed Paşa, Evdalê Zeynike ye.

Çîroka wê bûyerê di pirtûkê da wiha cîh derbas dibe:

Tahirxanê Qeleniyê, ku nav û dengê Evdalê Zeynikê bihîstîye, ji mêvan ra dibêje:

  • Madem tu Evdalê Zeynikê yî, were bi dengbêjê min Şêx Silê re bistirê.

Ew û Şêx Silê bi hev ra hinekî distirên, lê kesên li wan guhdarî dikin, têdigihîjin ku ew yekî beredayî ye. Ne kilaman baş dizane, ne jî qayde û meqaman. Li ser wê yekê Tahirxanê Qeleniyê nameyekî ji Surmelî Memed Paşa re dişîne û di nameya xwe da wiha dibêje:

  • Serê te bixwe bi ser te û paşatiya te … Dengbêjê te Evdalê Zeynikê hate vir, bi dengbêjê min re kete lecê. Qet ne dizanîbû bistirê, ne jî dikarîbû tiştekî bêje. Ji yekî mînanî te re ne şerm e, tu dengbêjên wiha hildidî kêleka xwe û kilaman pe didî gotin.

Dema ku nameya Tahirxan digihîje destê Surmelî Memed Paşa, Evdal li gerê bûye. Memed Paşa difikire, ku bi rastî Evdal çûye Qeleniyê û tiştekî wusa jî qewimîye. Sedem wê yekê Surmelî Memed Paşa diqahire û li benda vegera Evdal disekine.

Dema ku Evdal şûnda vedigere, gotûbeja ku di navbera Surmelî Memed Paşa û Evdal da derbas dibe, Ahmet Aras di pirtûkê da wiha tîne ziman.

Memed Paşa:

  • Evdal ev çi hal e? Ev çi mesele ye? Tu çûyî li Iranê bi dengbêjê Tahirxanê Mîrpenc re strayî û te ez rezîl kirime.

Evdal:

  • Xwe aciz neke mîrê min. Ez ne çûme Iranê, ne jî min bi yekî wusa ra kilam gotiye. Di vî karî da yeqîn xeletiyek heye.“

Evdal di wê gera xwe da çûye kû, çi kiriye, gişkî yek bi yek ji Memed Paşa ra dibêje. Memed Paşa jî qanî dibe ku xebera çûyîna Evdal a Îranê ne rast e, yekî beredayî çûye wir û navê wî xirab kirîye.

Memed Paşa:

  • Evdal madam ku wusa ye, tu haziriya xwe bike, here Îranê, bi dengbêjê Tahirxan re bistirê û were.

Evdal haziriya xwe dike, Memed Paşa ji Tahirxanê Qeleniyê ra nameyekê dişine, gazî rûspîyên xwe Emerê Hecî, Iso û yekî din dike, nameyê dide wan û wan bi hev ra dişîne Iranê.

Memed Paşa di nameya xwe da ji Tahirxanê Qelenîyê ra wiha dibêj: Ew tiştên ku te di name de gotiye, na rast in. Dengbêjê min Evdalê Zeynikê nehatiye wir, ji te ra derew kirine. Gotinên te li min zor hatin. Jibo vê yekê, ezê dengbêjê xwe Evdalê Zeynikê tevî du merivên xwe dişînim cem te. Bila Evdal bê û bi dengbêjê te ra bistirê. Te ku dengbêjê min guhdarî kir, di derheqê wî da fikra xwe ji min ra binvîse.

Evdal û her du merivên Memed Paşa diçin Qeleniyê, di qonaxa Tahirxan da dibin mêvan. Evdal nama Memed Paşa derdixe dide Tahirxan. Ew jî xeberê dişîne hemo giregirên wê kêşê tine li dîwana xwe kom dike. Piştre Evdal û Şêx Silê dest bi kilaman dikin, heft roj û heft şeva bi hevra distirên.

Dawîyê da dengê Şêx Silê dikeve û Şêx Silê dest li ber Evdal datîne. Tarxanê Qelenyê diqahire û li Şêx Silê hêrs dikeve.

Evdal ji Taxirxan ra dibêje:

  • Mîrê min, hêrs nekeve! Şêx Silê dengbêjekî yekta ye û şairekî pirr mezin e. Bawer bike, hetanî niha tu kesî li pêşîya min ewqasî berxwe nedaye. Tu bizanibe ku di şairyê da Şêx Silê ji min zêde ye, kêm nîne.

Tarxanê Qelenîyê bi wê xeberdana Evdal va kêfxweş dibe, radibe ji wan ra xelatan tîne û dide wan. Pey ra ji Surmelî Memed Paşa ra namekî dinivîsîne, dide wan û wan bi rê dike.

Tahirxan di nama xwe da ji Memed Paşa ra wiha dibêje:

  • Paşayê delal, min xeletîyek kir, bibaxşîne. Dengbêje te Evdalê Zeynikê hat bi Şêx Silê ra stra û jê bir. Evdalê Zeynikê şairekî pirr mezin e û ez bawerim ku yekî usa heta niha nehatîye Kurdistanê. Haza ku Evdal şair e, dengbêj e, haza ku ew layiqî yekî mîna te ye.

Piştî leca Evdal û Şêx Silê, kilama leca wan di zemanekî kurd da li hemû dewerên Kurdistanê bela dibe û ji alî dengbêjan va tê gotin.

 

Kilam wiha dest pê dike:

 

Lo yeman, lo yeman, lo lo yemaaan
Lo yeman, lo yeman, lo lo yemaaan…

Evdal go Şêx Silê Dîdem e, ji dilê mi ra xweş Dîdem e
Çemê Dîdemê di ber me ra dikişe lem e lem e
Minê li Tirkîyê sê wilayet li pişt xwe hiştî ye
Ezê ji boyna Şêx Silê hatime welatê Ecem e

Lo yemaaan…
Lo yeman lo welat…

Lo yeman, lo yeman, lo lo yemaaan
Lo yeman, lo yeman, de lo lo yemaaan…

Şêx Silê go, Evdal ku ez heme, ez Şêx Silê me
Dengbêjê Tarxanê Qelenyê me
Ez kela li deştê me, mija li rûyê behrê me
Li dinyayê beloqê ber çavê dengbêjê xelkê me
Li vira ez îro qesasê sere Evdalê Zeynikê me

Piştî heft roj û heft şevan Şêx Silê dest li ber Evdal datîne û dawîya kilamê jî wiha diqede:

Şêx Silê go, Evdal Dîdem e, ji kula dilê mi ra xweş Dîdem e
Bihar e, Çemê Dîdemê di ber me ra dikişe, lem e lem e
Ez çi bikim kal bû me, diranê min ketine, ez ne hemsalê te me
Evdal haza ku tu şairî, tu hostayê min î, ez şagirtê te me

Lo yemaaan…
Lo yeman lo welat…

Lo yeman, lo yeman, lo lo yemaaan
Lo yeman, lo yeman, de lo lo yemaaan…

Evdal go, Şêx Silê bejna mi ne kin e, ne dirêj e
Mînanî tak-rihana li devê mesîl şax davêje
Eva heft roj û heft şev e Şêx Silê bi mi ra kilama dibêje
Gelî cemaetê hûn bizanibin ku Şêx Silê şair e û xweş dengbêj e

Lo yeman, lo yeman
Lo yeman, lo yeman
Lo yeman de lo lo yemaaan…

 

***

Leca Evdalê Zeynikê û Şêx Silê bi vî awayî bi salan berê diqede.

Lê belê birîna me ya kûr roj bi roj mezin…

Êş û jana wê jî zêde dibe.

Nakuje, lêbelê ji kuştinê jî xirab dike.

Bêguman sedemê vê yekê jî bêdewletbûn e.

Miletê ku xwedî dewlet nebe, qeyd û quydên wi miletî jî nayê girtin.

Ax blindest, welatê jî dagirtî be, mêjû dixurife, hişê hevpar şêlû dibe.

Di bin zilm û zordarîya dagirkeran da berxwe bide, lê heger bi ser nekeve, bi demê ra ji qidûmda dikeve, li rû dine bê xwedî û sêwî dimîne.

Loma mirov dikare bibêje, ne tenê Şêx Silê bi leqeba xwe, îro hemû Kurd û dengbêjan Kurd jî sêwî ne.

Heger rast be û Şêx Silê leqeba sêwîtîyê bixwe li xwe kiribe, ev yek jî tê wê wateyê, ku wî sêwîtîya xwe ji wê demê da dîtiye.

Ew jî ji hunera dengbêjtîya wî ye…

 

Çavkanî:

Ahmet Aras, Evdalê Zeynikê, Weşanên Deng

Ebdolkerim Surûş, Antolojîya Dengbêjên Rojhilatê, li ber çapê ye

Mehmet Gültekin, Zargotina Kurdên Serhedê, Weşanên Avesta

Ehmed Cengîz Çamlibel, Evdalê Zeynîkê, Weşanên Deng

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev