Bihuşta bavê min

Bihuşta bavê min

Sultan Arslan

Bavê min herdu destê min girt û ez hembêz kirim, maç kir û pişt re ji min re got, “baş e ku min tu dîtî. Niha ez gelek bextewar im û ez ê êdî tu caran te bernedim. Divê tu ji vir pê ve li gel min bî û bi min re bî”.

Min got bavo, a ku ez dizanim tu najî û mirî yî û êdî tu ne li vê dunyayê yî. Îcar ez nizanim tu li ku dimînî, cihê ku tu lê dimînî çawane û çi cih e.

Bavê min got “rast e, ez mirîme û cihê ku ez lê dimînim ne xweş e, gelek mirovên xerîb li ba min dimînin, ji min hez nakin. Zilmê li min dikin û tinazên xwe bi min re dikin. Ew ên ku li wê derê dimînin ji hebûn û nasnameya min jî hez nakin.

Ew min neçar dikin ku ez li wê derê bar bikim û ji xwe re cihek din bibînim. Lê belê kurê min, ez dikim nakim, nikarim cihek din bibînim. Ez pir dixwazim cîhek din bibînim, lê wan hemî derî û rê li ber min girtine. Ji ber wê ez dixwazim tu gel min bî. Gava em bi hevre bin heye ku em rêyek din peyda bikin û biçin li gel dost û nasên xwe re wextê xwe derbas bikin. Hingê em ê bikaribin eynî zimanî bi hevdu re biaxivin û dê gelek tiştên me yên hevbeş çêbe. Wê demê ez dikarim xwe ji bindestiya wan jî rizgar bikim”.

Min got; ”bavê min ê ezîz. Ez ji te gelek hez dikim û tu li her di bîra min de yî û ez ji daxwazîyê te jî fêm dikim û têdigîhim tu çima dixwazî bi min re bî. Lê belê bavo, divê tu jî min fêm bikî û ez lêborîna xwe dixwazim. Na bavê min, min rihet bihêle, bi rastî ez naxwazim li gel te bim û ez dixwazim heta li dawîya vê dunyayê li vir bijîm û piştê jîyana min xelas bibe û gava ez jî bimrim, soz ez ê werim. Hingê ez dixwazim yekser bêm cem te û te bibînim. Wê gavê dibe ku bêdawî em bi hevre bin û bêdawî wextê xwe bi hevre derbas bikin”.

Bavê min daxwaza min qebûl nekir, destê min girt bi zorê bi hemû hêza xwe ber alîyê xwe ve kişand. Min jî berxwe da û bi hemû hêza xwe destê min ya girtî kaş kir da ku destê xwe rizgar bikim. Bavê min girtîye bernade û di dawîyê de bi zorê ez filitîm. Pişt re bavê min ji nişka ve li ber çavê min winda bû. Ez bo bavê xwe gerîyam û min tu derî nedît.

Çi bikim nekim ez gelek pê êşîyam û min tu caran bi bavê xwe re tiştek weha ne kiribû. Min tu caran dijê bavê xwe bêrêzî nekirîbû. Ez poşman bûm. Min biryar da ku ez bavê xwe bibînim û çi dibe bila bibe divê ez li gel bavê xwe bama û min daxwaza bavê xwe neşkênanda.

Min hemû hêza xwe bi kar anî û ez bi vî alî û wî alî ve reviyam. Dûv re ez rastê pêlikek hatim. Ez derketim jor. Ez bi rojan ber bi jor ve çûm. Naye bîra min lê a ku ez pê hesîyam, ez heft qatî hilkişiyame gihîştime cîhekî pir xerîb. Li wî cihê xerîb ez li rastê hindekan hatim û min hin dîtin.

 

Min ji zimanê wan fêm nedikir. A ku min fam kir, wan ji min re gotin. Ez hatime li cihekî bi xêr û ez li ber deriyê bihuştê me.

 

Ji şabûnê min nikanîbû nefes bigirta ez ewqasî kêfxweş bûm. Li ber deriyê bihuştê ez kûr fikirîm ku min çi kiriye ku Xwedê ez şandime bihuştê. Di demeke kin de ez vegeriyam jiyana xwe ya berê. Hemû ol hatin bîra min. Ez bi tevahî vegeriyam dîroka mirovahiyê û baweriya wan bi olan re dîsa li ber çavan re derbas kir.

 

Ez çûm berî zayînê Medan a pêxêmberê Zerdeştîyan, Spîtama gerîyam da ku zanyarîyên wê demê bînim bîra xwe. Çîroka Zerdeştê kal li ber guhê min derbas bû. Wê demê pêxember Zerdeşt welat bi welat digere, lê nikare kesek peyda bike ku bide bawerkirin ew pêxember e û pêxemberê Ahûra Mazda ye.

 

Paşê ola mezin a Tewrat li ber çavê min derbas bû. Mûsa pêxember li çolê, çawa bi Xwedê re peyivîye, û wan ji hev re çi gotin e û li ser çi li hev kirine.

 

Ola Zebûr û evîna hezretî Dawid a ji bo hunera xwe ya helbestî di nav hişê min de derbas bû.

Di nav çarmixê de; Xwedê delalê me ye û yê ku me afirandîye ew xwedê ye û divê hemû mirov ji xwedê hez bike, digot Îsa pêxêmber… Dînê Încîlê û çîroka wî ya ronahî û hezkirinê hate bîra min.

Pişt re xwedê teala a ku Quranê afirandîye û pêxêmberê xwedê ya hz. Mihemmed re hişê min tevlîhev bû. Dîroka Îslamê versiyoneke din a olan e ku hat bîra min.

 

Xwedayên Yewnaniyan mîna Prometheus û çîrokên wan jî fikirîm.

 

Îcar ez çûme li ser çîrokên hînduîstan û buddîstan jî carek din xwend û koland.

 

Şahiya min bêdawî bû û ez pir kêfxweş bûm ku ez hatime bihuştê. Hemû jîyana xwe de min xeyala bihuştê kiribû û niha ez li ber derîya bihûştê me. Ez çi bikim û ez ê ji vir pê ve çi bikim. Guman bi min re çêbû. Tiştê ku bavê min ji min re gotibû, pê nediça ku bavê min biheştê ba. Ger bavê min biheştê ba, dê gilîyan nekira û negota cihê wî nexweş e.

Îcar ez fikirîm çi bikim, gelo ez biçim cennetê an na.

Nobedarên li ber bihuştê ji min re gotin û tiştê ku min ji wan fêm kirîbû digotin; tu hatî li ber derîyê bihuştê. Îcar tu di bin sîya me de yî. Divê tu biryar bide tu yê li vir binînî an biçî cihek din. Min bêşik biryara xwe da. Ez ê biçim bihuştê. Ez li derîêa bihuştê derbas bûm û çûm û min bihuştê dît û hindek li wir mam.

 

Piştî ku min bihuşt nas kir, hemû xeyalê min têk çu û min xwest hema ez yekser li wir vegerim cihê xwe yê berê. Ez poşman bûm. Hemû keda min û hemû xeyalê min hilweşîya bû. Min xwest ez ji wê derê zûtirîn kat rizgar bibim. Lê belê nexêr min nikaribû vê biryarê bidim ji ber ku tenê ewana dikarîyan min berdin û dîsa bişînin dunyayê. Ez hewceyê alîkariyê wan bûm da ku ew alîkarîya min bikin ez dakevim xwarê.

Zimanê ku diaxivîyan ji min re xerîb bû, tevdanê wan û têkilîyên wan bi hîç awayê xweşa min nediçû. Tiştê ku min ji wan fêm dikir, ewana ji min hez nedikirin û qewmê ku ez lê hatime hez nedikirin. Dijminê min yên ku li vê dunyayê bi min re çawane, ewana jî bi min re eynî tiştan dikirîyan. Dest bi zilmê kirin û tinazê xwe bi kesayetîya min re kirin û henekê xwe bi zimanê min re kirin. Bi wan re mayîn nedihate kişandin. Divîya ez çi bikim ji wê derê û ezabê wan rizgar bibim. Naxwazim li wê cennetê bimînim û wexte xwe bi wan re derbas bikim. Ciheke ne xweş e, li bihuştê naçe, bo min weke cehnimê ye.

 

Ez pir xemgîn bûm û pêdivîya min alîkarîyê re hebû ku ez her tiştî bikim da ku ji wê rewşê xilas bibim.

Ez li wir girtî û bêçare mam. Bêyî daxwaza min, min dest bi girîyê kir û hemû xewnên min û hemû xeyalê min xera bûn.

Ji nişka ve çavên min vebûn. Her çi bû min fêm kir ku ez neçûme cihekî. Ez tenê di cîhana xeyalî ya ku ez tê de dijîm de hatibûm girtin. Min di nav hişê xwe de dixwest tiştekî nû peyda bikim.

 

Lê belê ez çûm mi bihuştê dît. Ez li wê derê têgihîştim ku bihuşta min û yên din ne eynî ye.

Li vê dunyayê tiştê ku ji min re hatibû gotin, li wir derbas nedibû. Li vê dunyayê ji min re gotibûn û min jî pê bawer dikir; cennet mal û milkê xwedê ye û tenê ew e dikare me bişîne cennetê an jî cehnimê. Ew xweda hemû afîrînerê dunya û alemê ye û herwiha ew xudanê beşerê hemû gerdûnê ye.

 

Di çavê Xwedê de hemî mirov wekhev in. Xwedê ji hemî mirovan bêyî cins, ol û neteweyê wan hez dike.

Rastîya ku min bi çavê xwe dît û ev tiştên ku min sehkiribû rast derneket. Piştê mirov dimre bihuşta her kesî û miletan cudaye. Her milet xwedî olek e û xudayê wan heye.

 

Xudayê kurdan jî hebû. Di serdemên berê de gelê Kurd xwedî bawerîya dînekî taybet bûne, xwedayên wan hebûne. Kurd wan deman bi heman zimanî bi xwedayê xwe re û pêxemberê xwe re axivîne û ji hev fam kirine. Lê mixabin ew dem derbas bûye û kurd ne li ser dînê xwe yê berê ne.

Bextê min xirabe. Mixabin, ez bi xwe li rastê ew xudayê me nehatim û min nedît.

Ji ber wê ez ji neçarîya xwe ketim di nav kitêban de û li jor û jêr mêze kir, koland da ku ez bikaribim tiştekî bibînim û bêjim eva xudayê min e.

Min hinekî li xwedayan nihêrî, min mereq kir û dûvre min ji xwe re got. Gelo ka ez dikarim xwedêyek ji bo xwe hilbijêrim.

Min di nav wan de xwedayek nedît ku em bi hev re bi yek zimanî biaxivin û hevûdu fêhm bikin.

Xwezî xwedayê min Kurdî bizanibîya û bi min re û bi malbata min re bi zimanê min yê Kurdî bipeyiviya.

Xwedayên ku li rastê min hatine, hemû jî ne ku min helbijartîye. Nexêr, ya rastî dijminê min ji min re peyda kirine û gotine eva xudayê te ye û ev xwedê te afirandîye.

Ji me re gotine; Ew xudayê me hemûyan e û erd û ezman jî di nav de afîrînerê hemû beşerê ye.

Ez dikim û nakim, çi dikim jî xwedayê ku ji min re destnîşan kirine nikarim êdî hez bikim û piştê ku min bi çavê xwe dît. Êdî naxwazim ji wî xwedayî hez bikim.

Ji ber ku ez dibînim û pê hest dikim; Dijminê me bi min re çawan e, bi bawerîya min xwedayên wan jî bi min re eynî tevdanê dike û ne ji min û ne jî ji gelê min hez nake. Ez naxwazim li gor dijminê xwe ji xwedayê wan weke xwedayê xwe hez bikim.

 

Ez ne mecbûr im guhdariya wan bikim. Ez ne mecbûr im di heman perestgehê de bim û ez qet niyaz nakim ku weke mîna wan rûmêtê bidim perestgehê wan û xudayê wan.

Ji min re xwedayek din lazime da ku ez pê bawer bikim û pê hest bikim û bizanibim; Ew e ku min afirandîye û ew xwedayê min ê mezin e. Ew hewqasî mezin e, hewqasî bi dil e, ji min û malbata min hez dike. Ez ê hingê guh bidim wî xwedayî. Ezê hingê jê re herim secdeyê. Ez ê ji xwedayê xwe re dua bikim ku min rizgar bike. Heye ku ew xudayê min ê mezin min bibexşîne. Hem alîkarîya bavê min bike û hem jî xwedî li malbata min derkeve.

Ya rebbî tu min bibexşîne. Tu xudayê min î û te ez û malbata min afirandîye. Tu afirînerê hemû miletê min î. Ez nîyaz dikim û tenê yek daxwazîya min ji dilovanîya te mezin re heye. Min û malbata min xwedî derkeve, li bihuştê jî hay ji me hebe. Me teslîmî kesên din neke, me tenê nehêle, bi me re zimanê ku em dizanin û têdigîhin biaxive.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev