H.C. Andersen: CILÊN QEYSERÎ YÊN NÛ

H.C. Andersen: CILÊN QEYSERÎ YÊN NÛ

Wergera ji swedî: Gird Elî

Di heyameka kevn da qeyserek hebû ku ji cilên nû pir hez dikir, bala wî ew qas li ser spehî û bedewîya wî bû, loma jî hemû pereyên xwe li cilên xweşik xerç dikirin. Bala xwe nedida leşkerên xwe, nediçû şanoyê, heger ne ji bo xuyanîkirina cilên xwe yên nû bûya, ew dê derneketibûya gerê jî. Bi rojê, her ji saetek carekê xeftanek diguherand. Di derbarê keyên din da dihat gotin ku ew di civîn û mizakereyan da ne, lê di derbarê wî da digotin: Qeyser di dolabê da ye.

Li wî bajarê mezin ku ew lê dijîya, çûnûhatin pir bû. Her rojê gelek xerîb dihatin bajêr. Rojekê du sextekar hatin bajêr. Wan xwe wekî tevnkaran da nasîn û got ku ew dikarin cilên herî bedew biafirînin. Cilên ku wan bidirûtana, ne tenê ji hêla reng û nexşê xwe ve dê xweşik bûyna, lewra ew cil dê xwedî taybetmendîyeka din jî bûna. Yê ku ew cil li xwe bikirana, dê ji alîyê kesên bêaqil û tiral ve xuya nebûya.

Qeyser fikirî û ji xwe ra got: ”Ev cilên xweşik eyn li gor min in û dê bi kêrî min gelekî werin. Dema ez wan li xwe bikim dê bibînim, bê kî di dewleta min da li karê xwe miqate ye, kî aqilmend û kî bêaqil e.” Rabû wekî pêşînat pereyekî pir da her du sextekaran, ji bo ku zû dest bi karê xwe bikin.

Wan du tevn li cihekî danîn û qaşo wekî ku dixebitîn bi vir da û wir da diçûn û dihatin, lê di gel ku li ser tevnê tayek jî xuya nedikir, wan bênavbêr daxwaza hevrîşim û zêrên herî spehî dikirin, lewra wan ev dirav davêtin bêrîkên xwe û heta bi derengîya şevan li ser tevnên vala dixebitîn.

Rojekê qeyser xwest fêr bibe, bê tevnkaran çi kir û bi qumaşî ve çi qas pêş da çûne. Hat bîrê ku ên tiral û bêaqil dê nikarîbin vî qumaşî bibînin û vê yekê dudilîyek li ba wî çêkir. Her çend ji bo xwe tu xemên wî tune bûn, lê dîsan jî xwest yekî din di şûna xwe da bişîne da, agahîyan werbigire. Hemû niştecihên bajêr zanibûn, bê çi hêz û efsûnkarî di qumaşî da heye û her kesî dixwest bizane, bê cîranê wan çendî xirab û bêaqil e.

Qeyser fikirî û ji xwe ra got:”Ya baş ew e ku ez wezîrê xwe yê kal û dilsoz bişînim ba tevnkaran. Ew dê baştir bibîne, ka cil çawa xuya dikin, ji ber ku ew aqilmend e û kes ji wî baştir karê xwe nake.

Wezîrê kal û durist rê girt û hat salona ku her du sextekar lê dixebitîn. Her du sextekar li ser tevna vala dixebitîn. Wezîrê kal di dilê xwe da got:”Ya rebî, tu me xelas bike! Lewra ez tiştekî nabînim!” lê ya dilê xwe eşkere nekir.

Wan her du sextekaran jê tika kir ku nêzîk bibe û jê pirsî, ka gelo ew van nexşên spehî û rengên xweşik çawa diecibîne. Lê cihê ku wan nîşan dida, tevnên vala bûn. Wezîrê kal û belengaz çavên xwe girtin û vekirin, li derdorê bi baldarî gerandin, lê tiştek nedît, ji ber ku tiştek tune bû. Ji xwe ra got:”Wey Xwedê, qey ez bêhiş im? Ez qet ne li hêvîya tiştekî welê bûm, divê kes pê nehise. Nexwe, ez dê nikaribim karê xwe bi rê ve bibim? Çênabe ku ez bibêjim min qumaş nedîtiye.

Yekî ji wan jê pirsî:

– Belê hûn tiştekî nabêjin…

Wezîrê kal bi berçavkên xwe li wan nihêrî û got:

– Ee, ew bedew e, bêguman pir xweşik e! Çi nexş û rengên lihevhatî! Erê ez dê ji qeyserî ra bibêjim ku min pir eciband.

Her du tevnkaran got:

– Belê, em dilgeş in.

Paşê jî dest pê kir û behsa reng û nexşeyên xwe yên ecêb kirin. Wezîrê kal bi baldarî li wan guhdarî kir, da ku ew jî bikare heman tiştî ji qeyserî ra bibeje. Bi dû ra, gava vegerîya hat dîwana qeyserî jî welê kir.

Bi dû ra jî sextekaran daxwaza diravên zêde kir, hîn bêtir hevrîşim û zêr xwestin, qaşo dê ji bo tevnê bi kar biînin. Paşê jî hemû avêtin bêrîkên xwe û tayek bi tenê jî di tevnê da nehat ristin. Lê wan dîsa mîna berê tevna xwe vala gerand.

Piştî demekê, qeyserî karmendekî xwe yê din yê birûmet şand ba wan, da bibîne bê karê tevnê çawa diçe û gelo dê qumaş zû biqede. Tiştê ku bi serê wezîrî da hatibû, bi serê wî da jî hat: Wî jî lê nihêrî û temaşe kir, lewra ji dezgeha tevna vala û pê ve tiştek tune bû, tu tişt bi ber çavê wî neket.

Her du sextekaran got:

– Erê, ma ev qumaş ne bedew e?

Bi dû ra jî jê ra şirove kirin ku tu mînakên din wekî van nexşeyên xweşik bedew nîn in.

Mêrik fikirî û ji xwe ra got:”Ez ne bêaqil im. Nexwe, ez bi kêrî karê li ba keyî nayêm? Ev tiştekî seyr e! Lê ez divê nehêlim ku kesek hay jê hebe”. Bi dû ra jî dest pê kir, pesinê wî qumaşî da ku wî nedîtibû û kêfxweşîya xwe ji rengên bedew û nexşên bêhempa ra dîyar kir. Ji qeyserî ra jî got: ”Erê, ew bi rastî gelekî xweşik e.”

Hemû mirovên li bajêr behsa wî qumaşê bedew dikir.

Niha jî dema ku ew hîn di tevnê da bû, qeyser bi xwe jî dixwest qumaş bibîne. Qeyser bi komek zilamên bijarte ra, di nava wan da her du kalên birûmet jî hebûn, -yên ku berê çûbûn û çavdêrî li kar kiribûn- rê girt û hat cem her du sextekarên fenek. Her du sextekaran bi hemû hêza xwe ve bêwestan li ser tevnê dixebitîn, lê tevn vala bû.

Her du zilamên birûmet axivîn:

– Erê, ma ne şahane ye? We got çi Mîrê min, cenabê we çawa dibîne, ev nexş û rengên bêemsal!

Bi dû ra jî dezgeha tevnê ya vala nîşan da, lewra ew difikirîn ku yên din dikarîbû qumaşî bibînin.

Qeyser fikirî û ji xwe ra got:”Ev tê çi maneyê! Ez tiştekî nabînim, ev tiştekî seyr û tirsnak e! Qey ez ehmeq im? An jî ez bi kêrî qeyserîyê nayêm? Ev ya herî xirab e ku dikare bi serê min da bê!”

Paşê jî bi dengê bilind got:

– Ox, ew pir xweşik e! Bi şanazîyeka berz ez qebûl dikim.

Bi dilxweşî serê xwe tewand û li tevna vala nihêrî, lewra nedixwest bibêje ku tiştekî nabîne. Hemû kesên ku li gel wî hatibûn, lê nihêrîn û temaşe kirin, lê ji hevûdin zêdetir tiştekî din nedîtin. Hemûyan mîna qeyserî got:

– Ox, ew pir xweşik e!

Û pêşnîyaz kirin ku qeyser di vê merasima nêzîk da vî cilê şahane li xwe bike.

Êdî xelkê bi gotinên mîna ”Ev şahane, mihteşem, charmant e!” pesinê wan dida. Qeyserî her du sextekar bi nîşana şovalyetîyê xelat kirin û navê ”Tevnkarê Mîritîyê” li wan kir.

Her du sextekar di tevahîya şeva berî roja merasimê da, li ber şanzdeh mûmên vêxistî, hişyar man û qaşo xebitîn. Mirov dikarîbû bibîne ku wan dilezand, da cilên qeyserî yên nû amade bikin. Bi derewan qumaş ji tevnê hildidan û bi meqesên mezin ew li hewayê diqusandin. Bi derzîyên bêta ew didrûtin û di dawîyê da gotin:

– Binêrin, niha cil amade ne!

Qeyser bi peyayên xwe yên herî nêzîk ve hat ba wan. Her du sextekaran destekî xwe ber bi hewayê ve bilind kirin mîna ku tiştekî hildidin û axivîn:

– Ev şalwar e!

– Ev qapût e!

– Ev jî xeftan e!

Û her wisa, ew wekî tevna tevnepîrkan sivik in! Dibe ku hûn bifikirin, tiştek li ser laşê we tune ye, lê ji xwe ya herî xweş jî di van cilan da ev e.

Yên ku li gel wî hatibûn, bi yekdengî got:

– Erê!

Lê di rastîyê da, wan tu tişt nedîtibû lewra tiştek tune bû ku bibînin.

Sextekaran ji qeyserî ra got:

– Heger Mîrê me ji kerema xwe ra cilên xwe ji xwe bike û yên nû li xwe bike, aha li wê derê, li ber wê mirêka mezin.

Qeyserî hemû cilên xwe ji xwe kirin û sextekaran wekî ku bi rastî be, parçe bi parçe cilên nû û qaşo dirûtî, dirêjî wî kirin. Ew fesilandin, bi nava wî girtin û bi derewan tiştek lê girêdan. Qeyserî li ber mirêkê vir da û wir da xwe bir û anî, li dor xwe zîvirî.

Yên li wê derê hemûyan got:

– Xwedêyo, çendî xweşik û minasib in, li bejna te tên! Ev nexşên şahane! Ev rengên welê xweşik! Bê şik ev cil bihadar in!

Axayê merasimê ket hundir û got:

– Mîrê min, Textê Behiştê ku dê di merasimê da were hilgirtin, li derva li benda cenabê we ye!

Qeyserî lê vegerand û got:

– Erê, ez amade me! Ma ev baş rûneniştiye?

Û careka din li ber mirêkê zîvirî bi awiran li debdebetî û îhtîşama xwe nêrî.

Yên ku dê boça xeftanî hilgirta destên xwe ber bi erdê ve pelandin, mîna ku tiştek ji erdê rakir û ber bi jorê ve bilind kirin, destên wan welê li hewa man û meşîyan. Ji ber ku divîyabû nehata ferqkirin ku ew tiştekî nabînin.

Qeyser bi vî hawî derket merasimê, li bin Textê Biehiştê yê bedew hemû xelkê bajêr di kolan û pacên xwe da lê temaşe kir û digot:

– Ox, cilên nû yên qeyserî çi xweşik in! Çi xeftanekî bedew e! Çend minasib e! Bê çi li bejna wî tê!

Ji ber wê sawê ku ew dê wekî ehmeq an tiral bên binavkirin, tu kesî newêrîbû eşkere bike ku tiştekî nabîne. Heta niha, hîn tu cilên qeyserî wekî van nehatibûn ecibandin.

Ji wê ve zarokekî piçûk qêrîya û got:

– Ew tazî ye!

Bavê zarokî got:

– Ya Rebî, bi tenê dengê bêgunehan bibihîze!

Bi dû ra jî bû pistepista xelkê, bê ka zarokî çi gotiye.

Xelkê ji hevûdin ra got ku zarokekî piçûk gotiye:

– Qeyser tazî ye!

– Tiştek li wî tune ye!

Di dawîyê da, hemû kes qêrîyan û got:

– Qeyser tazî ye!

Û dengê wan çû guhên qeyserî û ew fikirî ku ew rast dibêjin. Lê çawa bûya, divabû ev merasim biqedîya. Xwe bêtir şidand û rast kir û yên ku boça xeftan bilind kiribû, bi destên bilindkirî yên vala dimeşîyan.

 “Carina, edebîyat rewşa mirovan baştir şirove dike”.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Gird Elî

Di sala 1964 an li Bakurê Kurdistanê, li gundekî Nisêbînê (Zorava) hatime dunyayê. Xwendina navîn û gimnaziya li Nisêbîn xwend. Li Swêdê jî pedagojî xwend û bû mamostayê piçûkan. Heta nuha du pirtûk çap kirine yek di sala 1994 an de bi navê MEHKÛM weşanên Welat, ya din jî di 2015 an de DEREWEKE PIÇÛK weşanxaneya Apec

Qeydên dişibine hev