Sipasdarî ji malbeta Prof. KINYAZÊ ÎBRAHÎM

Sipasdarî ji malbeta Prof. KINYAZÊ ÎBRAHÎM

Gelî qewm, nas, dost, xêrxwaz, heval û hogiran. Kiras guhestina bavê min li ser me bi malbetî wek erdhejekê, wek tofanekê tesîr kir. Em zanin li ser we hêjayan jî heman tesîr çêbû. Ber wê sedemê em nizanin ku em bi kê ra çawa eleqedar bûn. Ger şaşîyên me çêbûn, em hêvîdar in ku hûn efû bikin.

 

Em ji we ra yeko yeko sipas dikin ku hûn di wê roja reş da li bal me bûn. An jî kesên li welatên dûr bi rêya telefonan bi ruh li bal me bûn. Û li bal me ne. Bila Xudayê dilovan ji we hemîyan razî be. Bila we ji dostanîyê paşda nehêle û kêm neke.

 

Em, wek malbeta Mîrzoyevan, ji we ra minetdar in. Ji we hemîyan yeko yeko razî ne, bila Xuda ji we razî be. Û em ji we ra hezar car sipasdar in…

 

Li ser navê malbeta Mîrzoyeva

Wezîr Mîrzoyev, huqûqzan, lawê Prof.Dr. Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyev

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev