Nameyên evînî – 144

Nameyên evînî – 144

Xwendevanên delal, em beşa xwe a bi navê “Nameyên evînî”, bi rêberîya nivîskara malpera me Nura Şane berdewam dikin.

Hûnê di nivîsên Nurayê da evîna ser asta bilind, paqij, wek ava çavkanîyan zelal hîs bikin, a here giring jî, bi zimanê dayîkê.

Belkî dijwarîya here mezin di vê beşê da ev be: -Emê çawa bikin ku evîna mezin û erf-edetên kal û bavan li hev bikin, bi hev ra bikemilin û rêya xwe a bextewarîyê bibînin?

Hêvîya me di çareserîya vê pirsê da ew e, ku evîna mezin herdem rast e, madem rast e, gerekê bi ser keve.

Em îro nameyên evînî çap dikin, ku ji Nura Şane a delal ra hatine şandin. Ew ne tenê bi pênûsê hatine nivîsar, lê bi dil, ruh û hîsan va jî.

 

¤¤¤

Hinek caran bo te tiştên wisa difikirim, ku paşê nefretê li xwe dikim. Mesele, şevekê fikirîm ku eger ji Nura min ra gurçik lazim be, ezê bêy ku bifikirim, gurçika xwe bidim. Paşê bi ser hişê xwe da hatim, min nefret li xwe kir, ku bo çi wê ji Nura min ra gurçik lazim be?

 

¤¤¤

Ez bi aqilê te heyîrî dimînim û heyranê te me. Ma kesên hevsûd û kêmzane ji te hez nekin, ne çêtir e? Tu zanî çiqas kes ji min hez nakin? Hîç ne xema min e! Merivên ber dilê min ezîz ji min hez bikin, bes e. Jimara wan 10 be, an 5 be, têra min dike. Bi şertê ku tu di nav wan da bî.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev