Bîranînek bi dû wefata Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyev ra

Bîranînek bi dû wefata Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyev ra

Prof. Dr. Ahmet ÖZER

 

Heyfek Mezin!

Hevalên rêzdar! Di 8ê tebaxê de, Gelê Kurd, ji nirxeke xwe yê giranbiha bû. Merivek wisa bû kû ciyê wî nayê tejî kirin. Hat, jîya lê gelek bêwext bar kir çû. Di serî de gelê Kurd û hemî gelê Qazaxistanê yên Kurd gelek muhtacê wî bûn. Lewre Kinyazê Îbrahîm merivek gelek xebatkar, fedakar bû, miletê Kurd ji wî hez dikir, wî jî gelek ji gelê Kurd hez dikir.

Gelek karên serkeftî dikirin. Wext ew wext bû ku rihê zeman gelek mihtacê himmeta wî bû. Lê mirin guh nade fermanê. Lewre mirin guh nade ciwanî û emrê buhurî. Gava hat, yên ku roja wî hatî, hildide dibe. A niha em di nav êşa wefata wî de dilivin. Destê me girêdayî ma.

 

Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyev, pêşengek hêjayî bû ku gelê Kurd berhevê cem hev dikir. Ew di nav gelê Asyaya Navîn de wekî dara Çinarê derketibû ku gelê Kurd jî wekî ronahîya dora hîvê xwe dabû li ber sîya wî. Ew akademisyen bû. Xebitî, lêkolîn dikir, pirtûk dinivîsîn û gelê xwe re pêşengî dikir. Wî, wek pêşengek dilsoz ji bo gelê xwe kar kir û dile xwe şewitand. Ew wekî mamosteyekê tevdigeriya. Wek kurdolog pirtûk nivîsandin. Pirtûkên wî, wekî pirtûkên derse hêj di nav mifredata Kurdên Qazaxistanê de wek pirtûka derse tê emilandin. Gelê xwe wekî dîwanê Kurdistanê digerand. Wî serokatiya yekbûna Kurdên Qazaxistanê kir. Wî wek Prof. Dr. Nadir Nadirov, Prof. Dr. Ezîzê Zîyo Bedirxan pêşengiya gelê xwe dikir. Serrafê Bankeke meşhur ya Qazaxistanê birêz Narîn Nadîrova wek alîkarê wî tevdigeriya. Wekî din qîza wî ya bijîjk Tehmîne Mîrzoyeva her tim alîkarî dida bavê xwe. Kinyaz, bi feraset û tecrubeya xwe, rê nîşanî ciwanên Kurd dida.

 

Jiyaneke ku bi êşan hatî xemilandin

Birano! Carina bizmarek nalekê, nalek hespekê, hespek xweşmêrekî, ew xweşmêr artêşekê, artêş jî welatekî rizgar dike. Ango hin caran yek kes dibe sedemê rizgariya gelek kesan. Vêca Kinyazê ÎbrahÎm merivek wiha bû. Ev, wekî sembola rizgariya gelê Kurd bû.

Mîrzoyev di quntara çiyayên Asyaya Navîn de gelek kul û derd kişandine. Lê tu carî ji rêya xwe venegeriyaye. Lewre gelê wî, bi salan hatibûne mişext kirin, lê tu carî welatê xwe ji bîr nekirine. Haya wî ji wê yekê hebû ku di sedsala 21. de di wextên ku gelên din ji xwe re li fezayê kolonî ava dikirin, wî dixwast ku li ser rûyê erdê ji gelê xwe yê belengaz re erdekê kifş bike. Lewre ev gelê wî yê belengaz di hesreta axa xwe de bûn. Di vê rewşê de Kinyazê Îbrahîm ji wan re wekî hêvîyekî bû, derdê gelê xwe wekî derdê xwe dizanî. Ew li ber quntara çiyayên Asyaya Navîn yên sar, di nav rewşek bêhêvî, wekî milletek ku axa xwe bigere li xwe digeriyan. Ew di rêwîtiyekê de bû û dê biserkevta. Ev rêwîtî dê rojekê bigehe meqseda xwe.

 

Li Qazaxistanê Kurdek: Kinyazê Îbrahîm

Gelo Kinyaz şexsiyetek çawa bû? Ew ji malbata Îbrahîmê Nevo Mîrzoyenan bû. Ez dixwazim qasekî qala wî bikim. Dîya wî ji eşîra birukiyan, bavê wî jî Celalî bû. Kinyaz, di sala 1947ê de Uluhanlı (Zengibasar / Masis, li Ermenîstanê) ji dayîk bûye. Biçûktiya xwe de piştî dibistana seretayî derbasê Erîvanê bûye. Li vê derê di dibistaneke li ser navê pêşengê dewleta Ezerîyan Axûndov hatî ava kirin de ders dîtiye. Piştî qedandina teza xwe ya mastirê li ser edebiyata Kurd û Ezerîyan doktoraya xwe temam kiriye. Di vê teze de nîşan dide ku di navbera edebiyata Ezerî û Kurdan de têkiliyek heye. Her wiha şaire Ezerî jî dibêje ku diya wî ji Kurdên Şeddadîyan e.

Kinyazê Îbrahîm li ser edebiyata Kurda gelek xebat kirine. Herwiha sîh heb kitabên wî û gelek gotar û lêkôlînên wî hene. Kînyazê Îbrahîm di sala 1974ê bi Xanima Gogerçînê re dizewice. Ji vê zewacê sê qîz û du kur 5 zarok têne dinyayê.

Erdnîgariyek aloz û nesîbek di nav dijwariyan de dîsa berê wan dide nava şer. Vê carê di navbera Ermenîstan û Ezeriyan de pevçûn derdikeve. Di vê pevçûnê de Ezerî û Ermenî hev ji axê hev derdixin. Rus û Ermenî û Ezerî ber bi welatên xwe ve diçin. Lê Kurd wekî çûkên sêwî li ortê dimînin. Bê dewlet û bê kes. Wekî êtîmê dîrokê ne êdî. Hin ji wan Kurdan ber bi Qazaxistanê ve, hin ji wan jî ber dewletên din yên Rusyayê ve diçin. Merqedên bav û kalên wan li ser çar dewletan belav dibin. Malbata Kinyaz û hevalên wî, bi saya Prof. Dr. Nadir Nadirov diçine Qazaxistanê li Almatî bi cî dibin.

Kinyazê Îbrahîm, li Saint Petersburgê pîleya doktorayê werdigre. Piştî salên 90ê dîsa vedigere Qazaxistanê û dibe alîkarê rektor. Kinyazê Îbrahîm dibe zanistek qedir bilind ku di nav kesên xwedî ilim de cîyek qedir bilind werdigre. Kinyaz, xeynî Kurdiyê gelek ziman dizanîbû ku ew jî Tirkî, Îngîlizî, Ermenkî, Rûsî û hwd.

Çinara Dostaniyê çû: Çiya hilweşiya.

 

Gelî Dost û Hevalan!

Însan dişibe daran. Gava meriv ji dûr ve lê dinihêre bejna wî wek dara sibhanê xuya dikin. Lê gava tu nêzîk dibî lê dinêrî wekî dareke piçûk e ku li ber çavê te êdî bêqîmet dibe. Lê hin ji wan daran jî wekî dara çinarê ne ku Kinyazê Îbrahîm yek wan çinaran bû. Gava tu xwe nêzîkî kesên wiha dikî ew kes di çavê te de mezintir dibin. Dostaniya wî meriv girê dida. Ji ber wê bû ku qe nebe deh rojan carekî ez li wî digeriyam û me ber bi fireh li ser pêşeroja Kurdan hêvî û projeyên xwe tîna ziman.

Di nav wan projeyan de yek ew bû ku ez li ser Kurdên Qazaxistanê pirtûkekê binivîsim. Me navê kitêbê wek “Gelê ku welatê xwe digere: Kurdên Qazaxistanê” diyar kiribû. Dê kitêb bi Kurdî hatiba çap kirin. Me kitêb amade jî kir. Pêşgotina kitêbê bi aliyê merhûm Kinyazê Îbrahîm ve hate nivîsandin. Me hemî amade kir û teslîmê Weşanxaneya Peywendê kir. Piştî qedandina pirtûkê min ji wî re şand. Wî xwend û pir eciband. Digot, divê ev pirtûk heman bê weşandin. Li gor wî, kitêbên wiha dê dengê Kurdan belavê dinyayê bikira.

Kitêb niha ber çapê ye. Em di nav kelecanê de li benda derketina kitêbê bûn. Ji nişkêve xebera reş hat. Xebera wefata wî hat. Di eqlê tu kesî de tişteke wiha derbas nedibû. Em hemî pir xemgîn bûn. Lê mixabin jiyanê dîsa lîstoka xwe lîstibû, ava jiyanê ya rojane diherikî.

Berî du mehan hatibû Stenbolê. Ew û qîza wî a bijîjk. Min jê pirsî. Digot ez baş im. Berî wefata wî min çend wêne yên Kurdên Qazaxistanê jê xwestibûn ji bona kitêbê. Wî gelek wêneyên folklorîk şandibûn. Di nav wan de wêneyek hebû ku pir balkêş bû. Ew wêne ya dîya wî û xwişka wê bû. Her du jî li Wanê ji dayîk bibûn. Min ew wêne jî danîne nava kitêba xwe. Wî hertim digot: Diya min ji eşîra we ye. Lewre tu xalê min tê hesibandin.

Piştî çend rojan ez li wî geriyam. Lê bersiva telefona min neda. Gelek wext derbaz bû ku ew li min venegeriya. Ez di nav teşwîşê de mam. Di vê navberê kesek ji hêla Qazaxistanê hatibû. Wî got. Mamoste xeberê te heye, Mamê Kinyêz rakirine nexweşxanê. Di vê demê de aqil ji serê min çû. Yên ku qala wî dihate kirin Kekê Kinyêz bû. Di heman demê de ez zavayê wî geriyam. Êdîk got rewşa wî baş e. Lê dîsa jî dilê min sar nebû. Min ji wî re dua kir. Ez her roj digeriyam û min pirsa rewşa wî dikir.

Lê piştî demekî ew xebera reş hat. Ezê tu carî wê xeberê ji bîr nekim. Roja yekşemê Yucel ji Yekbûn TVyê min geriya û ew xebera reş da min. “Apê Ehmed! Apê Kinyaz wefat kir”. Vê demê dinya li min tarî bû, jiyan ji min re bû zindan. Wekî ku min dinyaya xwe wenda kiribû. Min bi Hejarê Şamil re xeber da. Wî got: “Çiya hilweşiya”. Wekî gotina wî bû. Çiyayek me Kurda hilweşiya bû.

Emê wî bibîr bînin.

Ew wefat kir, lê dê di nav rih û canê me de jiyana wî dewam bike. Gava xebera wefata wî hat, min çapkirina kitêbê da rawestandin. Min ji wan re got ku bila destpêka kitêbê de wiha bê nivîsandin: “Ez vê xebatê diyariyê serokê yekineyên Kurd ên Qazaxistanê xemxwarê Kurdên Asyaya Navîn birêz Prof. Dr. Kinyazê Îbrahîm dikim”. Bi wî şiklî me wêneyek wî û nivîsa pêşgotina kitêbê da destpêka kitêbê.

Birano! Însanên wekî Kinyazê Îbrahîm zû zû peyda nabin û dernakevin qada şerê azadiyê. Yên wekî wî tên, dijîn û wekî stêrkek rijîyayî diçin. Lê gava diçin li dûv wan dewsek dimîne. Emê jî dewsa wan bidin tejî kirin, xebat û dewsa wan nedin ji bîr kirin. Xwedê ciyê wî bike Buhuşt û qebra wî tije nûr bike. 

Zarokên Surgûnê

Jiyana Kurdên Asyaya Navîn wekî serpêhatiyeke balkêş e. Di vê serpêhatiyê de surgûn, mişextî, mirin, kuştin û girtin pir in. Mişextiya salên 1937, 1944, 1989an gelek dijwar in. Wî derbareyê wan surgûnan de gelek nivîsand. Wî jî wekî min digot: divê ew derdên hatine kişandin neyên ji bîr kirin. Wî rêwîtiyên ber bi koka wan bîranînan ve dikir. Dixwast ku neyên ji bîr kirin. Wî dixwast ku Kurd bi hişmendiya dîrokê wan bîranînan bixwînin û dîroka xwe û koka xwe ji bîr nekin.

Di sala 1937an de gelek kes ji Tirkiyê ber bi Qewqazê ve mişextî bûne. Kurdan li vê derê ji xwe re jîyaneke nû dane dest pê kirin. Di sala 1937ê de bi emirê Stalîn gundên Kurdê Îdirê yên li ser peravên çemê Erezê (Aras) hatine dagir kirin. Gelê wan gundan bi haleke tund hatine surgûn kirin. Bêyî ku ji wan re bê gotin ka ji kî ve tên birin. Hemî berhev kirine û ji wan re gotine ​berhev bin hunê herin”. Xwedêyo. Ji kuderê û ber bi kuderê ve dê bên mişext kirin. Li trêna hatin bar kirin. Berê wan dane welatên xerîb. Di vê rêwîtiyê de gelek kes mirin û gelek kes jî perîşan bûn. Trên sar bûn û camê trênê tunebûn. Jin, zar û zêç ber serma û seqema Qewqazê wefat kirin. Gava yek ji wan wefat dikir, hil didan û ji trênê diavêtin. Paşê trên ciyekê sekinî û ji wan re gotin “peya bin”. Anîbûne Qazaxistanê û deverek dijwar û sar bû. Salên ewilî yên Kurdan wiha derbas bû.

Piştî sala 1944ê berê Kurdan dane cepheyên şer. Kurd ji bo parastina Rusan dihatine bikar anîn. Gava ew li cepheyan dihatine kuştin, di eynî wextî de vê carê jî Kurdên Axiskayê dihatine mişext kirin. Ew jî ber bi Asyaya Navîn û din ser axa çolistanan de dihatine bi cî kirin.

Piştî sala 1989ê, şerê Qerebaxê dest pê kir. Di vê rewşê de di nav Kurdan de jî heşyarbûnek çêbû. Bi pêşengiya Nadir Nadirov û Kinyazê Îbrahîm serhildaneke cuda dest pê kir. Wan kesan li ser yekbûna Kurdan xebitîn. Kinyazê Îbrahîm merivek hêja û pêşeng bû ku bi çûyîna wî Kurdên vê derê sêwî man.

Ya muhîm ev ku tu bizanî ka tu ber bi kî ve diçî

 

Gelî Dost û Hevalan!

Ya muhîm ew e ku însan li ser paşeroja xwe zêde li ser pêşeroja xwe bifikire. Mîrzoyev bi piranî li ser pêşeroja gelê xwe difikirî. Ew li ser hedefa xwe hûr dibû lê ew di eynî wextî de li ser rê jî difikirî. Lê rê zû qediya. Lê dewsa wî, hedefên wî û rêya wî nîşanê nifşên Kurda dayî li ber me ye.

Divê em wî çawa nas bikin?

Dostê min ê ezîz birêz Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyev. Ev çinarek bû ku ji xaka Mezopotamyayê derketibû. Di nav dîrokek biêş û dijwar de gul dabû. Koka wê darê ji kûrahiya dîrokê dihat. Dareke bi bereket bû ku li ber siya vê darê hezaran însan dijiyan. Ew di halê herî dijwar de jî xwedîyê metanete bû. Bişirînek li ser rûyê wî kifş dibû û ji bo çareseriyê rêyek didît. Hebûna wî rehetî û bawerî didan însên û hêviyê însanan xurt dikir. Dostaniya wî pir cuda bû.

Wî, hebûna me’newî dabû beriya hebûna maddî. Di jiyana xwe ya rojane de jî wisa dijiya. Di gelek wextek bêwext de ji nava me koç kir û çû. Bi çûyîna xwe, wekî stêrkek rijiya, dewsek ji me re hişt. Wî ji me re nirxek Kurdistanî wek mîras hêlaye.

Her tim gelê Kurd dê li benda kesên wiha bin. Lewre xaka me muhtacê lehengên wiha ye. Rêya wî rêya me ye. Jîya û çû… Qebra te nûr û ciyê te bihuşt be, dostê ezîz.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev