Amerîka li ser xetereya dubarebûna ezmûna Efxanistanê li Îraqê biryar dide

Amerîka li ser xetereya dubarebûna ezmûna Efxanistanê li Îraqê biryar dide

Balyozê Amerîkî yê li Îraqê azirû dike

Balyozê Amerîkî yê li Îraqê dibêje tu lihevçûn di navbera Îraq û Efxanistanê de tune û got ku paşxistina hilbijartinê dê welat bixe nav alozî û qeyraneke mezin.

Balyozê Amerîkayê yê li Bexdayê Matthew Tuller di vê derbareyê de ji kanala El-erebîye Elhadtî re ragihand ku ew dê di dema xwe de pêşwazîya biryara berî hilbijartinan a Îraqê bikin, ji ber ku her paşxistinek dê welat bixe nav nakokiyên aloztir ji ber ku birêveçûna hilbijartinan daxwazeke mezin a gelên Îraqê ye.

Balyozê Amerîkayê da xuyakirin, ku tu lihevçûn di navbera Îraqê û Efxanistanê de nîn in, ji ber ku misyona Amerîka ya li Îraqê bi temamî ji ya ku wan li Efxanistanê heye cuda ye.

Tekez kir ku her dema Hikûmeta Îraqê bi fermî bixwaze em ê hêzên şerker yên li ser axa Îraqê vekişînin.

Ev di demeke wisa de ye ku îro Serokê PDK Mesûd Barzanî daxuyaniyek weşand û tê de diyar kir ku cudahiyeke mezin di navbera Efxanistan û Kurdistanê de heye û cudahiyeke mezin di navbera Pêşmerge û Artêşa Efxanistanê de heye û Pêşmerge berhemê dîrok û xwîn û rondikên gelê Kurd e û xwedan sedan destanên dîrokî û qehremaniyê ye.

 

Weha jî got: piştî bûyerên Efxanistanê ev çend roj in tevgereke siyasî û ragihandinê ji bo duristkirina dilgiraniya navbera gelê Kurdistanê kar dike. Berhevdana Herêma Kurdistanê û Efxanistanê ew e, ku divê her alîyek baş bizane ku her neteweyek heger pişta xwe bi xwe û bi şiyanên xwe girê nede wê herdem gef li ser wan hebin û ji nav biçin.

 

Çavkanî: https://kurdishdc.org/

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev