HELEQETÎYÊD PISMAMTÎYÊ DI NAV KURDAN DE • EMÎNÊ EVDAL

HELEQETÎYÊD PISMAMTÎYÊ DI NAV KURDAN DE • EMÎNÊ EVDAL

Berhemeke zanyarê mezin piştî 60 salan carek din çap bû

 

Em çiqasî jî ji bextê xwe ne razî bin, lê hinek kar hene, ku layîqî qîmetkirinê ne. Ev berhema kardar û kêrhatî bi dehan salan berê bi tîpên kirîlî li Rewanê çap bûye û wê haya gelek kesan jê tunebûya, eger çend welatparêzên rasteqîn xwe nedana ber karê tîpguhêzîyê, çapkirinê û belavkirinê bo ew bigihîje tevaya gelê me.

 

Tîpguhêzîya berhemê du xûşk – Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr kirine. Têmûrê Xelîl bo weşandinê daye amadekirin. Weşanxaneya LÎSê jî li Amedê ew çap kirîye. Dimîne em wê berhema zanyarî peyda bikin û bixwînin û hunurê gelê xwe yê di hêla parastina erf-edetê gelê me da bihesin.

 

Weşanxane di anonsa belavkirina berhemê da ha dinivîse:

Emînê Evdal di dema xwe a kêmderfet û kêmtêkilî de bi berfireyî jîyan û kar û têkilîya Kurdan a dema xwe û a berî dema xwe pêşberî me dike. Ev berhema li ber destê we ji sê beşên sereke û beşa tekstan pêk hatiye. Nivîskar di beşa yekê de li ser jîyana kar a Kurdên dema xwe nivîsîye. Xwedîkirina heywanan, amadekirina pêdivîyan, karê cotkarî û çandinîyê û biparvekirina van karan bi hûrgilî di vê beşê de hatine nivîsîn. Beşa duduyan li ser sazbûna malbatê, endamên malbatê û têkilîyên ber û êlên Kurdan e. Sernavên beşa sisêyan jî; Nîşan û Sîmbolêd Beran û Qebîlan, Wexta Zewacê, Wexta Heyfhilanînê, Wexta Bûyîna Zaran, Wexta Mîratxwarinê, Wexta Hebandinê û Wexta Navdanînê ne. Wekî din di beşa tekstan de çar çîrokên ji zargotina Kurdî hene.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev