Peyama Serxweşiyê ya FNDK bo koça dawî ya Akademik Nadir Nadirov

Peyama Serxweşiyê ya FNDK bo koça dawî ya Akademik Nadir Nadirov

Gelê Kurd ewladê xwe yê pir mezin wunda kir. Îro, 24ê Tebaxê 2021 salê profesorê zanistiya kîmyayê, akadêmîk, Nadirê Kerem Nadirov – stûna kurdên Sovyêta berê, taca serê kurdên me, zanyarê navûdeng nav hemî Sovyêta Berê û wisa jî nav zankoyên cîhanê de, rewşenbîrê me qedirgiran û hizkirîyê miletê xwe koça xwe a dawîn kir.

Birêz Nadirê Kerem Nadirov di sala 1932an, li gundê Qîqaçê, li herêma Nexîçêvanê Komara Azerbaycanê de dayîk bûye û îro 24ê Tebaxê sala 2021ê de koça xwe dawîn kir. Me çîyayê xwe yê mezin wendakir.

Birêz Nadirȇ Kerem Nadirov bi zanistîya xwe gihîştiye asta herî bilind, wisa jî mȇrȇ tifaq ȗ yekîtîya miletê xwe bȗ. Şîretkar, xȇrxwaz û dilfireh bȗ, her tim amade bû bo piştgiriya miletê xwe, taybetî bo xwendavanên me.‏

Nadirê Kerem Nadirov li seranserê dinyayê yek ji navdarên zanyarê petro-kîmîyayê bû. Kek Nadirov serokê rûmetê yê Yekîtiya Kurdên Sovyetê û Endamê Asambleya Gelên Qazaxistanê bû. Hê ji sala 1993 de endamê herdemî yê Akademiya Zanistiyê ya dewleta Kazaxstanê bû.

Yekemîn cîgirê Akademiya Endezyarî yê dewleta Qazaxistanê bû. Nadirov ji sala 1996 de serredaktoriya kovara ”Petrol û Gazê” dikir.

 

Rêzdar Nadirov bi ked û zanistîya xwe ve pir xelatên mezin qazanc kiriye:

 

– Pêşengê Perwerdehiya Gel a Sovyeta Sosyalîst (1967),

– Xelata Dewletê ya Komara Qazaxistanê ya Sovyeta Sosyalîst (1980),

– Xelata Kedkarê Emekdar a Komara Qazaxistana ya Sovyeta Sosyalîst (1982),

– Xelata Kaşifê Yekîtiya Komarên Sovyeta Sosyalîst (1985),

– Petrolkarê Fexrî yê Yekîtiya Komarên Sovyeta Sosyalîst (1991),

– Endezîyarê Muhteşem yê Sedsala 20an (2000),

– Endezîyarê Fexrî yê Qazaxistanê (2001).

 

Nadir Nadirov di sala 1981ê de layiqî mêdala ”Kedê ya Ala Sor” ya Sovyêtê; di sala 1999 de layiqî mêdala ”Kurmet” a Qazaxstanê û di sala 2006an de jî mêdala ”Dostik” stendiye. Di sala 2003 an de li Firensa jî hêla Yekîtiya Piştgirîkirina Sanayiya Navneteweyî ve bi ”Mêdala Zêrîn” hatiye xelatkirin. Heman dezgehê di sala 2004ê de tevî ”Mêdala Napolêon”, nasnavê ”Marşalê Zanyarîyê” jî dîyarî kek Nadirov kirin.

Her wiha birêz Akadêmîk Nadir Nadirov ji bo ked û zanistîya xwe dehan xelat û mêdalên netewî û navneteweyî yên bilind stendiye.

Nadir Nadirov endamê çendîn Akademîyayên cîhanê bû.

Hê ji sala 2001ê de li çendîn zankoyên Qazaxistanê bi navê «Xwendinê Nadirov» beşek salane hatiye vekirin.

Nadirov hevwelatiyê fexrî yê çendîn herêm û bajarên Qazaxistanê bû.

Zanyarê me qedirgiran, kedkarê me rûmet, wisa jî ji 1200 bêhtir gotarên zanistî nivîsandiye. Xwediyê 270 patentên zanyarî ye. 8 îcadên wî yên zanistî hene. Kek Nadirov heta niha 50 namzedê zanyariyê û 12 doktorê zanyariyê amade kiriye, piştgiriya wan kiriye. Wisa jî 40 pirtûkên wî hatine weşandin, 2 ji wan li ser jiyana xwe û jiyana Kurdên Qazaxistanê ne, ser rewşa temamî kurdên Sovyêta berê.

Korayî û hezar carî korayî be. Serȇ malbatê û gelê Kurd sax be!

Hebûna wî ji bo me hêzekî mezin bû. Emê jî armancên wî, ji bîranînên wî hêz werbigrin. Cihê Apê Nadir nûr û bihûşta rengîn be. Navê wî yê zêrîn wê nav dilê me, nav dîroka kurd û Kurdistanê de bimîne. Ruhê Apê Nadir her daîm li ser serê me wek alek daliqandî bimîne.

 

Koma rêveberiya Federasyona Navnetewî ya Diasporayên Kurdan (FNDK)

24/08/2021

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev