
Nursulatn Nazarbayêv serxweşî da hezkirîyên Akademîsyen Nadir Nadirov
Serokkomarê pêşin yê Qazaxistanê Nursulatn Nazarbayêv bi riya Ajansa Tengrinews.kz li ser nivîseke ji malpera şexsî ya serokkomar Elbasy.kz şandinnameya serxweşîyê ji malbeta Akademîsyenê Akademîya Zanyarî ya Komara Qazaxistanê Nadirê Kerem Nadirov ra şandîye:
”Serokkomarê pêşin yê Qazaxistanê bi dilekî kovan behsa derheqa wefata zanyarê naskirî, Akademîsyenê Akademîya Zanyarî ya Komara Qazaxistanê Nadir Nadirov bihîst”,- di beyannameya wî da tê gotin.
”Nadirê Kerem tevaya jîyana xwe diyarî pêşketina ulmê neftê û karê endezarîyê, di wî karî da gihîşte hêlanên here bilind û ji alîyê civaka zanyarîyê da bi awayekî berfireh hate naskirin. Ew wek teşkîldarekî şereza û mamostayekî naskirî gelek kadroyên zanyarî û pedagogî amade kir. Di dema serokatîkirina Yekîtîya kurdên Qazaxistanê ”Berbang” da wî kedeke mezin kire nava karê hevdufemkirina civakê û yekîtîya di nava miletên welêt da”,- Ajans jêdera gotinên serokkomarê pêşin tîne.
Riataza