Sersaxîya PDKÎ bo Akademîsyenê mezin

Sersaxîya PDKÎ bo Akademîsyenê mezin

Lêpirsiyarê Giştî yê PDKÎ “Mistefa Hicrî” li derheq koça dawiya Profesor Nadir Nadirov peyameke sersaxiyê bo Malbata Profesor Nadir Nadirov şand

Deqa peyamê wiha ye:

Berêz Malbata Profesor Nadir Nadirov

Me bi xemgîniyek mezin ve nûçeya koça dawî ya Nadir Nadirov, Hişmendê bi nav û deng û tekoşerê naskirî û bi rûmet ê Kurdên Diyasporayê bihîst. Koça dawî ya wî kesayetiya xebatkar û xwedî ked, ne tenê bo malbat û hezkirîyên wî, belkî bo hemû Welatperwerên Kurdistanê û Netewa Kurd xesareke mezin bû. Bê guman nav û bîranîna Nadir Nadirov dê  bi şanazî ve di dîroka Kurdistanê da tim zindî bimîne û dê bi tîpên zêrîn were nivîsîn.

Bi vê sedemê ve, li ser navê Hizba Demukrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ) hewxemî û sersaxiya xwe bi we malbata rêzdar û hemû saziyên Kurd yên Diyasporayê radigehînim û em xwe di xema we da hevpar dizanim.

Bila riha Profesor Nadir Nadirov şad û serê Netewa Kurd û hezkirîyên rehmetî sax be.

 

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê

Lêpirsiyarê Giştî Mistefa Hicrî

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev