
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyameke sersaxiyê arasteyî malbata Profesor Nadir Nadirov kir
Peyama sersaxiyê ya Serokwezîr Mesrûr Barzanî wiha ye:
Ji bo malbata Prof. Dr. Nadir Nadirov
Bi xemgîneyeke mezin ve min nûçeya koça dawî ya zana û kesayetê niştimanperwer ê navdar ê kurdê Kazaxistanê Prof. Dr. Nadir Nadirov bihîst.
Ez sersaxiya we dixwazim û ez xwe hevbeşê xema we dibînim. Xwedayê dilovan ruhê wî bi bihiştê şad bike û sebir û aramî bide we.
Mesrûr Barzanî
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê