Sersaxîya ”Hevkarî Swed”ê

Sersaxîya ”Hevkarî Swed”ê

Bi dilekî xemgîn me nûçeya koça dawî ya kesayetê zanistî, netewî û gelêrî yê Kurdên

Kazaxistanê, Prof Nadir Nadirov bihîst.

 

Nadir Nadirov zanayekî navdarê Kurd û xwedanê bi dehan pirtûk û sedan lêkolînên zanistî bû û roleke bibandor jî di yekxistin û serpireştiya karûbarên Kurdên Kazaxistanê û welatên Sovyeta berê de hebû û jidestdana wî ziyaneke mezin e.

 

Nadir Nadirov endamê Akademiya Zanyariyê ya Neteweyî ya Kazaxistanê bû û bêhtirî 950 gotarên zanistî nivîsandine, û xwediyê 250 patentên zanyarî ye û 35 pirtûkên wî hatine weşandin.

 

Em sersaxiyê ji malbat, kesûkar û tevaya gelê Kurd û bi teybet kurdên Kazaxistanê û Kurdên welatên Sovyeta berê dixwazin.

 

Em ji Xwedayê mezin û dilovan dixwazin ku wî bi dilovaniya xwe şa bike û cihê wî buhuşt be.

 

Hevkariya hêzên siyasî yên Kurdistanî li Swêd ”HEVKARΔ

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev