Medya Fransî: Hevdîtina Macron û Serok Barzanî rêzgirtina li Pêşmergeyên Kurdistanê ye

Medya Fransî: Hevdîtina Macron û Serok Barzanî rêzgirtina li Pêşmergeyên Kurdistanê ye

Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî vê sibehê zû li Hewlêrê pêşwaziyeka germ li serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron kir. Di nav dewletên Ewropayê de dosta Kurdistanê ya herî nêzîk Fransa ye.

Biryar e hevdîtinên ligel Serok Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, Serokê Hikûmetê û Seroka Parlamentoya Kurdistanê jî bike.

Medya Fransî destnîşan kiriye, Macron wê bi Serok Mesûd Barzanî re jî hevdîtinekê pêk bîne, da ku rêzê ji Pêşmergeyên Kurdistanê re nîşan bide.

Macron piştî beşdariya Lûtkeya Bexdayê gihîşt Herêma Kurdistanê û berî ligel berpirsên pilebilind ên Herêma Kurdistanê bicive, biryar e Macron serdana Mûsilê bike ku beşek ji wî bajarî ji ber şerê li dijî DAIŞê wêran bûye.

 

Macron li Mûsilê dê piştevaniya xwe ji bo Êzîdîyan û Kirîstiyanan dubare bike û dê li kenîseya “Saetê” nimêjê bike ku berî şeş mehan Papayê Vatîkanê serdana wê kiribû û lê nimêj kiribû.

Serokê Fransayê di serdana xwe ya ji bo Mûsilê de, dê serdana mizgefta Nûrî ya ku ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatibû rûxandin bike.

Malpera “France 24” di raportekê de destnîşan kir, Macron di serdana xwe bo Hewlêrê de, derbarê piştevaniya Fransa ji şerê li dijî terorê de, ligel berpirsên Herêma Kurdistanê dicive. Herwiha Macron bi Serok Barzanî re dicive, ta ku rêzê li Pêşmerge nîşan bibe.

Serokê Fransayê Emmanuel Macron îro berbangê gihîşt Herêma Kurdistanê û li Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve pêşwazî lê hate kirin.

Çav li rê ye Serokê Fransayê îro Yekşemê li paytext Hewlêrê ligel Serok Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bicive û rewşa Herêma Kurdistanê, Iraq û navçeyê û pêwendiyên di navbera Hewlêr û Parîsê de guftûgo bikin.

Duh Emmanuel Macron li Bexdayê bi serokkomarê Behram Salih û xelatgira Nobelê Nadya Murad a êzdî kiribû û ser rewşa êzdîyan pê ra qise kiribû.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev