FÎNCANA FERFÛRÎ

FÎNCANA FERFÛRÎ

Lokman Polat

Bû 40 sal ku ez pirtûkên nivîskarên kurd ên Sovyeta berê dixwînim. Min di serî de romana Ereb Şemo ”Şivanê Kurd” û li du wê pirtûka helbestên Eskerê Boyîk a bi navê ”Kulîlkên Çiya” xwendibû. Paşê jî pirtûka Şanoyê a Îsmaîlê Duko ya bi navê ”Zewaca bê dil” xwend. Xwendina ”Dê û Dêmarî” a Egîtê Xudo û ”Xezal” a Sîma Semend jî gelek li xweşa min çûbû. Di nav vê pêvajoya 40 salan de jî min ji sedî nodê pirtûkên kurdên Sovyeta berê ên ku bi alfabeya tîpên Latînî/Kurdî li Ewropayê, li Swêdê, li Stenbolê û Amedê derketin, min xwend.

Ez ji berhemên nivîskarên kurdên Sovyeta berê, ji zimanê wan û ji berhemkarî/berhemdariya wan hez dikim. Di berhemên wan de hinek peyvên xas, xwerû kurdî hene ku li çar parçeyên Kurdistanê yan hatine jibîr kirin yan jî li herêma me nayên bikaranîn, di berhemên wan de ew peyvên xas ên xwerû bi kurdî hene. Dewlemendiya zimanê kurdî xwe di berhemên wan de dide xuya kirin, dide diyar kirin.

”Fincana Ferfûrî” romana duyem a Ezîz Gerdenzêrî ye ku ez dixwînim. Min hetanî vê berhema hêja nedîtibû, min peyva ”ferfûrî” nebihîstibû. Ferfûr – porslin (swid î). Tirkî jî porselen dibêjin. Ferfûr navê wê madeyê ye, ji vê madeyê fincan hatiye çêkirin. Fîncan û tasên ji ferfûr a Çînî çêkirî yên herî spî, nazik û xas in.

Roman bi straneke gelêrî dest pê dike. Lehengê romanê Têmûr bi derd û kul e. Diyare agirê evînê xwe li dil û kezeba wî rapêçaye, tiştên ku hatibû serê wî ên jibîrkirinê nebû.

Di şahiya pîrozkirina Newrozê de Têmûr ew keça bedew dîtibû. Keçika spehî a weke horî û periyan bedew xwe di nav dilê wî de bi cih kiribû. Bi dîtina wê re dilê Têmûr ketibû wê. Ji vê jî diyar dibe ku naveroka romanê li ser evînê, hezkirinê hatiye hunandin.

Têmûr vê keça bedew beriya ku di Newrozê de ew bibîne, wî ew di xewa xwe de ditibû. Ev keça ku dilê Têmûr ketiye wê, ango ew bûye evîndarê wê, navê wê ”Marîna” ye. Navekî xweş a keçan e. Lê, kurdê wir û vebêjê romanê jê re ”Meyrê” dibêjin. Li herêma Amedê navê ”Meyro” gelek in.

Belê, di romanê de jiyan û evîna du xortên kurd li Sovyeta berê tê qalkirin. Nakokî û astengiyên li pêşberê evina du ciwanan, bandora adet û toreyên kevneşopî. Tesîra derûniya jiyana rojane û gelek tiştên din di romanê de têne ravekirin.

Di romanê de bavê Meyrê dibêje Têmûr ji qabîleya me nîn e. Ez naxwazim keça xwe bidime zilamekî ji qebîleyek din. Ev jî vê rastiya civakî a kurdan radixe ber çavan. Qebîletî û eşîretiya kurdan ji dema civaka komunal a kevneşopî de di nav kurdan de pêk hatiye û ne feadalîzm, ne kapîtalîzm û ne jî sosyalîzm nikaribûye qebîletiyê û eşîrtiye ji nav kurdan rabike. Herçiqas di nav civaka kurd de hinek adet, tore, tradîsyon, nerît û kevneşopiyên nebaş hebin jî di hêlek de jî ên ku kurdan li ser lingan hêştiye nerîtên kevneşopî ne, adet û tradîsyonên kevnare ne, qebîletî û eşîrtî bûne.

Di nav cîhana romanê de hevaltiya Têmûr û Selîm baş tê qalkirin. Têmûr şad û bexteware ku hevalê wî î wekî Selîm heye. Lêbelê hevalekî wan î din bi navê Mîraz heye, ew jî weke Beko Ewan e.

Têmûr xortekî jîr û zana ye. Ew di dibîstana doktoriyê de dixwîne. Karektereke wî a baş heye. Zarşêrîn e, xeberxweş e û tim bi kurdî diaxife. Di derbarê dîroka kurd û Kurdistanê de, çand û wêjeya kurdan de zanîna wî gelek e. Haya wî ji tevgera netewî û demokratîk a azadîxwazên kurd li çar parçeyên Kurdistanê heye. Ew parêstvanekî welatperwer e, şopgerekî doza kurd e. Dema Têmûr û Meyrê hevûdu dibînin, Têmûr berhema westayê wêjeya kurdî, nemir Ehmedê Xanî ”Mem û Zîn”ê dide wê ku ew bixwîne.

Bavê Meyrê dixwaze ku keça xwe bide yekî ji qebîleya xwe. Têmûr ji qebîla wan nîn e. Bi navê Kemal yekî ji qebîla Meyrê dixwaze bi wê re bizewice. Bavê Meyrê û bavê Kemal hem ji heman qebîleyê ne û hem jî dost û hevalên hev in. Lewre jî rewşa heyî dijberê evîna Têmûr e. Karê Têmûr zahmet e. Rojeke Têmûr telefonê mala Meyrê dike, diya wê bersîv dide û ji Têmûr re dibêje ”Meyrê bi xwestî ye, destgirtiye, divê tu carek din telefonê mala me nekî.” Ev gotinên diya Meyrê dinya di serê Têmûr de xirab dike. Ew diêşe, diqehire, xwe sucdar/tawanbar dike û dibêje qey Meyrê ji wî hez nekiriye.

Di romanê de axaftinên li ser bi hezar salan ên Kurdên Êzîdî, pêwîstiya parastina hinek tore û tradîsyonên netewî, di gel wan jî pirsgirêkên civakî ên Êzîdiyên Kurd tê rave kirin. Helbet tore û adetên nebaş jî di nav rûpelên romanê de têne destnîşankirin.

Mijara jinrevandinê ku di romanê de vebêj bi devê lehengan dide qal kirin û bi devê Têmûr nebaşiya wê û zirara ku dide civakê û hevûdu kuştinên ku ji bo mesela jinrevandinê li Kurdistanê pêk tê û ji berê ve gelek pêk hatiye, bala mirov dikşîne. Dema min rêzên derbarê jinrevandinê de xwend, navçeya me hate bîra min. Li gundeke navçeya me ji bo pirsgirêka jin revandinê ji heman gundî ji ber şerê du aliyan, du malbatan 15 mêr û jin hatibû kuştin. Piraniya bûyerên jinrevandinê bi xwînê, kuştinê pêk tê, dibe sedemê pevşûn, şer, hevûdu kuştin û domandina doza xwînê.

Vebêjê romanê bi devê Têmûr weha dibêje : ”…bi sedemê revê hev du dikujin. Kuştin tim bêadetî ye, hovîtî ye….divê bi her awayî, em, ciwanên kurd şer bikin, ku wê bêadetiyê û talûkeyê/xeterê ji nav civaka me derxin.” Binêr rûpel 96.

Hevalekî Têmûr navê wî Mîraz e. Ew Beko Ewanî dike, dixwaze navbera Têmûr û Meyrê xerab bike û herweha dixwaze Meyrê ji rê derxe. Di jiyanê de pir hatiye dîtin carna hinek kes bêbextiyê ji ê herî nêzîkê xwe dibînin. Mîraz bi fen û fûtan, bi derewan dixwaze Meyrê bixapîne. Ew wê dibe xwaringeheke lux, di restoranê de xwarin dixwin, dans dikin. Hesûdî û Beko Ewaniya Mîraz diçe serî û navbera Meyrê û Têmûr xirab dibe. Bi hevre gengeşî, minaqeşe dikin. Meyrê ji Têmûr dixeyide.

Û Mîraz ew direvîne. Mîrazê bêbext li hevalê xwe Têmûr bêbextî dike, evîndara wî Meyrê ji xwe re direvîne. Hinek mirovên bêbext, dilreş di hemû demî de, di hemû welatan de û di hemû sazûmanan de, di sazûmana feodalîzmê, kapîtalîzmê û sosyalîzmê de jî hene û herweha bêbext in, bêbextî dikin.

Dema hevalê Têmûr Selîm jê re dibêje; ”Meyrê li gel Mîraz revî.” wek ku birûsk li nav çavên wî keve, çav lê fereh dibe, bihn lê diçike, dest û piyên wî sar dibe, diqehire û serê xwe dixe berxwe. Ew ji hêrsan kelegirîno dibe.

Demeke derûniya/psîkolojiya Têmûr xirab dibe, lê paşê xwe dide serhev, di komsomolê de karê xwe û di dibîstanê de xwendin û perwerdehiya xwe didomîne. Lê, rojeke bi tesadufî dibîne ku waye Mîraz li pêş wî diçe, ew jî dide pey, dixwaze here pê re biaxife, lêbelê Mîraz ditirse, li texsiyê siwar dibe direve, diçe û paşê diçe giliya Têmûr li gel rektorê dibîstanê û polîsan re dike. Li ser gilî/îxbara wî lektor û polîs dest bi lêpirsînê dikin, îfadeyê wî werdigrin.

Meyrê jî poşman dibe ku bi Mîraz re çûye, pê re zewiciye. Ew ji diya xwe re dibêje : ”Min xeletiyeke mezin kir. Min bi xwe ev roja reş anî serê xwe. Ez zû hatime xapandin. Min da dû ev durû, nepak, hatim vir.” Binêr rûpel 156.

Meyrê ji Têmûr re nameyek dinivîse û dibêje ku ew poşman bûye ku bi Mîraz re çûye. Dibêje : ”Hezkirin nahêle ku ez deqeyekê jî te ji bîr bikim. Pir poşman bûme. Ez herim ber kîjan ziyaretê, ku gunehê min, qisûra min, xeletiya min, bê efûkirin?” Binêr rûpel 160.

Meyrê herroj ji Têmûr re name dinivîse û di odeya xwe de berşê dide. Ew nameyan ji Têmûr re naşîne. Xesûya wê dibîne û paşê çend nameyên veşartî didize û dibe dide mêrê xwe. Xezûr nameyan dixwîne, diqehire, gelek gotinên nebaş derbarê Meyrê û Mîraz de dibêje. Ew ji jina xwe re dibêje; ”bila Mîraz here xesû û xezûrê xwe bîne û werin malê.”

Mîraz diçe xesû û xezûr tîne. Di malê de gelek minaqeşe û gotubêj dikin, gelek diaxifin û dawî bavê Meyrê ew digre û bi xwe re dibe. Meyrê jî biryara xwe dide ku êdî venegere cem Mîraz.

Di fînala romanê de çi dibe? Roman çawa dawî dibe? Gelo Meyr û Têmûr digîşin miradê xwe? Di encama derd û kulên herdu evîndaran de, gelo şadî û betewarî pêk tê?

Xwendevanên ezîz, gelo we qet gohdariya kilama ”di nav baxçeyê gulan de” kiriye. Heger we gohdarî kiriye û gotinên wê stranê di bîra we de ye, hûn ê encama romanê, ango roman çawa dawî bûye texmîn bikin. Lê, heger we kilama ”di nav baxçeyê gulan de” gohdarî nekiriye, romana birêz rêzdar Ezîzê Gerdenzerî ”Fincana Ferfûrî” ku li Amedê di nav weşanên ”Lîs”ê de derketiye, bikirin û bixwînin. Min xwend, hûn jî bixwînin. Ji bo xwendineke baş û xweş, bimînin di xweşiyê de.

Pêvek :

Kurtejiyana/bîografiya Ezîzê Gerdenzerî

Ezîzê Gerdenzerî (Şalîko Amîryan) ronakbîr, helbestvan, nivîskar, dramanûs û wergêrekî kurd ȇ navdar ji Ermenistanê ye û di eynî wextî de jî doktorê zanîyarîyê ye. Ezîzê Gerdenzerî 28ê Cotmeha 1945’an li bajarê Tiblîsê, li paytexta Gurcîstanê, ji dayîkê bûye, lê di sala 1948’an de malbata wî vedigere Ermenîstanê. Zaroktî û xortanîya nivîskar li gundê Dêrikê (berê Cercerîs), navça Aragasotnê, derbas dibe

Di sala 1970’an de ew Zankoya Bijîşkîyê a Yêrêvanê xelas dike û li bajarê Çîmkendê, Komara Qazaxistanê 11 salan wek bijîşkê emelîyatê kar dikê. Di sala 1978’an de di hêla bijîşkîyê de dibê doktorê zanîyarîyê. Di salên 1981-2002’an de jî di Înstîtûta Proktologîyê ya Yêrêvanê de wek şîrûrg/bijîşkê emelîyatê û serokê beşa dîagnostîkîyê kar dikê. Ew di salên 1960’an de dest bi karê afirandarîyê dike․

Di sala 1968’an de pirtûka wî “Kilîta Dil” ji bo weşanê ji aliyê Yekîtîya Nivîskarên Ermenîstanê ve tê qebûl kirin û piştre jî di almanaxa “Bihara Teze” de tê weşandin. Di sala 1989’an de şanonameya nivîskar a bi navê “Zarîna Çîya” wek pirtûk li Yêrêvanê tê çap kirin. Di sala 1990’an de Tîyatroya Tiblîsê a Kurdî şanoya “Zarîna Çîya/Cangîr Axa” pêşkeşî temaşevanan dikê. Di sala 1991’an de “Zarîna Çîya” ji alîyê Înstîtûta Kurdî a Parîsê ve wek fîlm derbasî ser kasêta vîdeoyê dibê. Di sala 1990’î de romana nivîskar a bi navê “Fîncana Ferfûrî” bi pirtûkeke cûda li Ermenistanê tê çap kirin. Di sala 1996’an de berhevoka berhemên Ezîzê Gerdenzerî a bi navê “Gêlavêj” li Yêrêvanê çap dibê.

Di sala 2011’an de weşanxana DOZ’ê, berhevoka berhemên Ezîzê Gerdenzerî “Hezkirina Qedexe” û berhevoka berhemên nivîskarê danîmarkî ê navdar H.C. Andersen a bi navê “Çîrok û Serpêhatî”, ku ji alîyê Ezîzê Gerdenzerî ve tê wergrandinê, li Istanbolê çap dibin. Sala 2018’an li Ermenistanê de 2 pirtûkên nivîskarên danîmark jî, ku ji alîyê Ezîzê Gerdenzerî ve hatibûn wergrandinê tên çap kirinê: H. C. Andersen ”Periya avê û çîrokên din”, Kaare Bluitgen “Karen Jeppe. Ronahî li nav tariya sawkêş de – Berxwedana miletekî”.

Li Yêrêvanê, sala 2018’an ȗ 2019an 5 pirtȗkȇn nivȋskar jȋ tȇne weşandin: romana nivîskar ya dîrokî “Çîyayê Şengalê”, Bingeh(roman), Cangȋr Axa/Zarȋna Çȋya, drama dȋrokȋ(şanoname), Şengala Birîndar (Helbest ȗ destan), novêla “Sûrên û Bîco”.

Di sala 2015’an de jî weşanxaneya lîsê a Amedê dest bi çapkirina hemû berhemên Ezîzê Gerdenzerî dike û 4 kitêb êdî hatine çap kirinê: “Fîncana Ferfûrî”(roman), Ludvig Holberg “Jeppeyê li serê çîyê”(şanoname) ji danîmarkî: Ezîzê Gerdenzerî. Pȇlavȇn Dirȋyayȋ (Roman), Bingeh (Roman).

Berhemên nivîskar bi pir zimanan hatine wergerandinê û weşandinê. Dr. Ezîzê Gerdenzerî di sala 1997’an de dibê endamê Yekîtîya Nivîskarên Ermenistanê û di sala 2005’an de jî dibê endamê Yekîtîya Nivîskarên Danîmark. Nivîskar li Danîmarkê dijî û karê xwe ê nivîskarîyê berdewam dike

 

Kitêbên nivîskar 

  • Kilîta dil (helbest). Weşanxana Sovetakan Groch, Yerevan-1983. Ev pirtûk bi biryara Yekîtiya Nivîskarên Ermenistanê gerekî sala 1968’î bihata çapkirin.
  • Zarîna çȋya (şanoname). Weşanxana Wezîreta Çandê, Yerevan – 1989
  • Fîncana ferfurî ( roman). Tîpên Kîrîlî. Weşanxana Sovetakan Groch, Yerevan – 1990
  • Gêlavêj (kitêb, berevok). Tîpên Kîrîlî.. Weşanxana Parujr Sevak, Yerevan – 1996.
  • Hezkirina qedexe (kitêb, berevok). Tîpên Latînî. Weşanxana Doz, Istanbul – 2012.
  • C. Andersen, Çîrok û Serpêhatî (kitêb). Tîpên Latînî. Wergêr ji danîmarkî: Ezîzê Gerdenzerî. Weşanxana Doz , Istanbul – 2012.
  • Fîncana Ferfûrî (roman). Tîpên Latînî. Weşanxana Lis, Diyarbekir – 2015.
  • Ludvig Holberg, Jeppeyê li Serê Çîyê (şanoname). Tîpên Latînî. Wergêr ji danîmarkî: Ezîzê Gerdenzerî. Weşanxana Lîs, Diyarbekir – 2017.
  • Çîyayê Şengalê (romana dîrokî). Tîpên Latînî. Yêrêvan, Spica – 2018.
  • Sûrên û Bîco (novêl û serpêhatî). Tîpên Latînî. Yêrêvan, Spica – 2018.
  • Bingeh (roman). Tîpên Latînî. Yêrêvan, Spica – 2018.
  • Kaare Bluitgen, Karen Jeppe. Ronahî li nav tariya sawkêş da – tevgera miletekî. Wergêr ji danîmarî bi zimanê ermenî: Ezîzê Gerdenzerî. Weşanxana “VAN ARYAN”, Yerevan, 2018 (Կարեն Եփփե, Լույս չարագուշակ խավարում – Մի ժողովրդի պայքար: Հեղինակ՝ Կաարե Բլուտգեն: Թարգմանիչ՝ Ազիզե Գարդանզարի (Շալիկո Ամիրյան):
  • C. Andersen, Periya avê û çend çîrokên din (pirtûk). Tîpên Latînî. Yêrêvan, Weşanxana Van Aryan, 2018.
  • Şengala Birîndar (Helbest). Weşanxana Spica, Yêrêvan, 2019.
  • Cangȋr Axa, drama dȋrokȋ(şanoname). Weşanxana Spica, Yêrêvan, 2019.
  • Pȇlavȇn Dirȋyayȋ (Roman). Kurmancî. Latînî. Weşanxana Lis, Diyarbekir – 2020
  • Bingeh (Roman). Kurmancî. Latînî. Weşanxana Lis, Diyarbekir – 2020

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev