GOTINÊN TAMSARKÎ

GOTINÊN TAMSARKÎ

Husên Duzen 

Gotin ku ne li pê hev bên, ku tune be di nav wan de hevgirêdanek, tu ҫêşê ne didin nivîskarê xwe ne jî xwendevanan.

 

Ger gotina doh nikaribe siberojê vebêje, gotina wê yî îro tamsarkî dimîne.

Gelek caran mejîtalikiya derdorê rê li ber gotinê digre; pevan nexwest bên gotin van ҫend rojên buhurî.

 

Min derfeta ku ez bibêjim divê ne Nadirê Nadirov ne jî Abdurrahman Onen (Evdirehmanê Mahmûd) bimira nedît; herdu jî kesayetiyên me yî berhemdar bûn. Pêdiviya me bi wan hîn hebû. Cihê wan li nik pakrewanên Kurdistanê ye. Berhem û bîranînên wan wek diyarî ji me re man.

 

Gelek hêviyên kurdan bi hatina serokê Amerîkayê Joe Biden re hebûn. Biden kirinên xwe yî van rojan ne tenê Afganîstan, lê tevahiya derdora xwe lewitand.

 

Di salên 1980yî de Amerîka dest bi “midaxeleya kar û berên hundurîn ên welatên dîktatoran” kir. Piştre tevahîya dîktatorên dunyayê hesabê Amerîka dikirin. Kê ji wan xwest xwe bellik bike, tepa Amerîkayê li serê wan ket. Bi qasî wê rûdanê ku Amerîka got li ku dîktator mafê mirovan binpê bikin, mafê me û em li serê wan bixin heye, tu tiştê din hêvî neda min.

 

Biqasî tê dîtin, berî bi ҫend heftiyan Biden, dawî li wê hişmendiya Amerîkayê ya ku di salên 1980yî de dest pê kir anî. Li gor wî ne vatiniya wî ye ku demokrasiyê bibe civakên paşde mayî. Ger bedelê wî avêtina bi gelek hezaran mirovan ber devê bababaren be jî.

 

Gelo di van rojên ku ev bûyer rûdidin de gotin dikarin ҫi bibêjin?

Ger hûn ji min bipirsin dikarim gelek tiştan bibêjin, li gel ku dê tamsarkî bin jî.

 

Amerîka ne carekê got divê Kurdistan xurt be, mebesta wê Axa Azad bû. Van rojan ji her demê bêtir têgeha “Kurdistaneke Xurt” xwedî wate ye. Ger Axa Azad karibe wê axa ku Alaya Rengîn li ser li ba dibe, biparêze û ji alî zanîn û tekoşîna li dijî gendelîyê gavin bihêz bavêje, hîngê dê karibe cihê xwe di felsefeya Amerîkayê ya nû de jî bibîne.

 

Me ji bo pêşerojeke ronî, pêdivî bi Kurdistaneke Xurt heye. Kesên mîna Knyazê Îbrahîm Mîrzoyev, Nadirê Nadirov û Abdurrahman Onen kedkarên avakirina Kurdistaneke Xurt bûn.

Bîranîna wan hêzê didin me.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Husên DuZen

Wek bijişk di beşa norolojî de kar dike. Di ber re jî wergerên wêjeyî dike. Berî fakulteya bizîşkîyê bixwîne, fakulteya aborî jî qedandibû.

Qeydên dişibine hev