Balyozên Amerîkayê û Îraqê yên li Bulgaristanê Kurd in

Balyozên Amerîkayê û Îraqê yên li Bulgaristanê Kurd in

Hewlêr (Rûdaw) – Balyozên Amerîkayê û Iraqê yên li welatê Bulgaristanê jin in û bi esil xelkê Başûrê Kurdistanê ne.

Hêro Qadir Mistefa ji dayik bûya sala 1973 û siyasetvaneka Kurd a Amerîkî ye û ji 18ê Cotmeha 2019an ve wek Balyoza Amerîkayê li Bulgaristanê hatiye destnîşankirin.

Ew jina siyasetvan ku niha Balyoza Amerîkayê li Bulgaristanê ye, li bajarê Hewlêrê yê Herêma Kurdistanê ji dayik bûye û di sala 1976an de çûye Amerîkayê û li wî welatî bicih bûye.

Hêro Qadir ji sala 2009 heta 2011 şêwirmenda Joe Biden bo karûbarên Rojhilata Navîn bûye, ku wê demê Biden Cîgirê Serokê wê demê yê Amerîkayê Barack Obama bû. Piştre di sala 2016 de ji aliyê Obama ve wek Cîgirê Berpirsê Karûbarê Balyozxaneya Amerîkayê li Portugalê hat diyarkirin.

Di Cotmeha 2019an de û di serdema serokatiya Donald Trump de, Hêro Qadir Mistefa wek Balyoza Amerîkayê li Bulgaristanê hat diyarkirin.

Herwiha Balyoza Iraqê li Bulgaristanê jî jin e û xelka Başûrê Kurdistanê ye. Navê wê jina siyasetvan, Lîna Celal Omer e, ji dayik bûya sala 1974 û ji bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistanê ye.

Lîna Celal di sala 1995 de xwendina xwe li Fakulteya Zanistê ya Zanîngeha Selaheddînê qedandiye, paşê çûye Amerîkayê û li Zanîngeha Straier li Washington DC, mastera xwe wergirtiye.

Di sala 2003 de, Lîna yek ji endamên yekemîn şanda jinên Iraqê bo Washington DC ku beşdarî konferansa avakirina Îraqa nû, rola jinê di avakirinê de bûn.

Di sala 2003 de Lîna Celal ji aliyê Wezareta Derve ya Iraqê ve wek Rêvebera Protokolê hat diyarkirin û di sala 2011 de jî di beşa Amerîkaya Bakur û Amerîkaya Başûr a Wezareta Derve ya Îraqê de bû şêwirmend.

Herwiha ew siyasetvana Kurd, sala 2016 di beşa welatên cîran, Tirkiye û Îran, a Wezareta Derve ya Îraqê de wek şêwirmend hat destnîşankirin û di sala 2021an de jî bû Balyoza Îraqê li Bulgaristanê.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev