Vîyan Dexîl bang li hikûmeta Iraqê kir ku aqûbeta keç û jinên Êzidî ji welatên cîran bipirse

Vîyan Dexîl bang li hikûmeta Iraqê kir ku aqûbeta keç û jinên Êzidî ji welatên cîran bipirse

Çalakvana jin a Kurdên Êzidî û parlementera berê ya Şingalê li Parlementoya Iraqê Vîyan Dexîl bang li hikûmeta Iraqê kir, aqûbeta keç û jinên êzidî ji welatên cîran bipirse ku terorîstên DAIŞê bi derxistina nasnameyan re ew revandine wan welatan.

Vîyan Dexîl bi daxuyaniyekê ragihand, rêxistina terorîstên DAIŞê di dema dagirkeriya Şingalê di meha 8an de dest bi komkujiya xelkê Şingalê û revandina jin û keçên êzidî kir.

Vîyan Dexîl da zanîn, beşek ji jin û zarokên êzidî yên hatine revandin wê demê zarok bûn û çekdarên DAIŞê piştî derxistina nasnameyan ji xwe re û zarok û jinên êzidî re, ber bi welatên cîran ve çûn.

Çalakvana jin a kurdên êzidî daxwaz ji hikûmeta Iraqê kir derbarê aqûbeta zarok, jin û keçên êzidî bi welatên cîran re danûstandinê bike ji bo ew jin û zarokên êzidî yên DAIŞê revandine û aqûbeta wan nayê zanîn rizgar bike.

Jêder: http://www.rupelanu.com/

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev