
Kamîz Sheddadî
RÛDAW. Fîlmê sînemayî “Ezmûn” ya derhênerê kurd Şewket Emîn Korkî di 55. Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Karlovy Vary ya Komara Çekê de, xelata Federasyona Navneteweyî ya Rexnegirên Fîlman wergirt.
Federasyona Navneteweyî ya Rexnegirên Fîlman – Yekîtiya rêxistinên neteweyî yên derhênerên profesyonel, rexnegirên fîlimê û rojnamegerên fîlimê ji çaraliyê cîhanê ya ji bo “pêşvebirin û pêşxistina çanda fîlimê û parastina berjewendiyên pîşeyî” ye. Di hezîrana 1930 -an de li Brukselê hatiye damezrandin.
Fîlmê “Ezmûn” berhemeke hevpar ya Başûrê Kurdistanê, Elmanyayê û Qatarê ye.
Li Karlovy Vary derhênerê fîlmê Şewket Emîn Korkî, berhemhêner Mehmed Aktaş û akterên rolên sereke Avan Cemal û Vanya Salar beşdarî çar pêşandanên fîlimê bûn.
Fîlmê “Ezmûn” bi hevkariya kompaniya “Mitos Film” ya Berlînê û “Mesti Film” ya Silêmaniyê, bi piştgiriya Wezareta Çandê ya hikumeta Başûrê Kurdistanê hatiye hilberandin û ji aliyê kompaniya Almanî “Art Hood” ve li seranserê cîhanê tê belavkirin.
Ji bilî Avan Cemal û Vanya Salar, ku rolên sereke dilîzin, di fîlmê de Husen Hesen, Şivan Atof, Hushyar Zêro Nervei, Nigar Osman, Kawe Dadir û Adil Ebdurehman jî dilîzin.
Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Karlovy Vary ji sala 1948 -an vir ve tê li dar xistin. Di 2021 -an de, ew ji 20 -ê heya 28 -ê Tebaxê pêk hat, ku tê de zêdetirî 200 fîlimên dirêj û belgefîlm ên nû hatin pêşandan.
Xelata Mezin a “Kristal Globe” di 55emîn Festîvala Fîlman a Karlovy Varyê da fîlmê “Heya ez dikarim bimeşim” a derhênerê Sirb Stefan Arsenjevic bû.
Riataza