— Partenogenez –

— Partenogenez –

Kurê Reşîd

 

Partenogenez (bi latînî: parthenogenesis) corek ji pirbûna nezayendiye ko weçe (bi înglîzî: offspring) ji hêka nepîtandî çê dibe.

 

Piraniya ajalan bi pirbûna zayendî zêde dibin lê hinek ajal û riwek dikarin bi partenogenezê jî pir bibin. partenogenez corek ji pirbûna nezayendi ye ko hêka nepîtandî diperise bo weçeyek serbixwe.

 

Ji bo hê baştir mirov fehm bike ka partenogenez çi ye, em dikarin mînakek bidin. Pirbûna bi partenogezê li mirovan de rû nade, lê ji bo mînakê, de em bibêjin jinek heye, tu car bi mêrekî (zilam) ve neketiye têkiliya seksê, ango keçîn e. Heke ev jina keçîn bi tena serê xwe ducanî bimîne û keçek bîne dunyayê, ev pirbûn dibû mînakek bo pirbûna partenogenezê.

 

Peyva partenogenez (bi latînî: parthenogenesis) ji du peyven yewnanî; parthenos+ genesis pêk tê. Wateya parthenos ” keçîn, keçînî ” ye, wateya genesis jî “peydabûn, çêbûn ” e. Ango ji bo pirbûna bi partenogenezê hewceya têkiliya zayendî (seksî) nîn e, loma ev pirbûn, wekî peydabûna ji keçîn (bi înglîzî: virgin birth) tê navkirin.

 

Hin zindewer tenê bi rêka partenogenzê dikarin pir bibin, ji pirbûna van zîndeweran re pirbûna bi partenogeneza neçar (bi înglîzî: obligate parthenogenesis) tê gotin. Wekî mînak, li hin corên marmêlkeyan, koma marmêlke tenê ji mêyan pêk tê, li nav koma wan de marmêlkeyên nêr tune, loma vanan marmêlkeyên partenogeneziya neçar in.

 

Hin zindewer jî li gor rewşa jingehê carnan bi pirbûna zayendî, carnan jî bi partenogenezê zêde dibin. Ev cora partenogenez, wekî partenogeneza tercîhî (bi înglîzî: facultative parthenogenesis) tê navkirin. Wekî minak, kêçên avê û mêşhingiv hin caran bi pirbûna zayendî hin caran jî bi partenogenezê pir dibin. Di pêvajoya pirbûna bi partenogenezê de tenê yek bavan cih digire, loma bomaweyî (genetîk) ya weçeyê an raste rast kopyaya bavanê xwe ye an jî dibe ko hinek cudahiyên biçûk hebe. Çêbûna hêkê ya bi rêka dabeşbûna miyozî dibe sedema cudahiya bomaweyî ya weçeyê.

 

Partenogenez bi gelemperî li ajalên bêbirrbirredar (bi înglîzî: invertebrate), bi taybetî kêzên wekî kêçên avê, spiyên riweka, mozqirtik, mêşhingiv û hin corên mûriyan (gêrik) de rû dide. Herwisa hin ajalên birrbirredar (bi înglîzî: vertebrate) jî bi partenogenezê pir dibin. Wekî mînak, hin corên xişokan, beqan û mesiyan dikarin bi partenogenzê pir bibin.

 

Li gor cora bavan an jî li gor pêvajoya partenogenezê, dibe ko weçeya bi rêka partenogenezê peydabûyî, zîndewerek haploîd an jî dîploîd be. Hêka nepîtandî, wekî hêka partenogenezî an jî hêka keçîn tê navkirin.

 

Hin corên marmêlkeyan (gumgumok) bi dabeşbûna miyozî hêka partenogenezi ya diploîd (2n) çê dikin, ji vê hêkê jî bi rêka partenogenezê, weçeyek mê ya dîplod peyda dibe.

Piraniya ajalên ko bi partenogenezê peyda dibin, haploîd in. Wekî mînak mêşhingiv dikarin bi pirbûna bi partenogenzê jî zêde bibin. Şaheng (makemêş) zindewerek dîploîd e, bi dabeşbûna miyozî hekên haploîd çê dike, hêk beyî ko bê pîtandin, dest bi dabeşbûna mîtozî dike. Ji hêka keçîn, pirox (mêşhingiva nêr) çê dibe. Berevajiyê şahenk, ji ber ko pîrox ji yek bavan peyda dibe, pîrox zîndewerek haplodî ye. Ango her xaneyek pirox ne 32, lê 16 kromozoman lixwe digire. Li koma mêşhingivan de mêşhingivên nêr bi rêka partenogenezê, mêşhingivên mê jî bi pirbûna zayendî çê dibin.

 

* Ev xebat li ser wîkîpediyaya kurdî jî hat zêdekirin.

https://ku.wikipedia.org/wiki/Partenogenez

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev