
Bawer Agirî
Rêveberîya perwerdeyê ya Rojava neheqîyeke mezin li mamosteyan dike. Her sal vê neheqîyê ducare dike û kes jî nikare jê ra bibêje, “Rawestin, hûn çi dikin?!”
Rêveberîya perwerdeyê li gorî kîjan mantiqê zanistê her sal di heyama betlaneyê da (mehekê) gelek mijaran dide ber mamosteyan û ji wan dixwaze ku ew wan hemû mijaran hîn bibin?
Kê dîtîye mirov di nava mehekê da piranîya beşên rêzimana kurmancî, bîrkarî, erdnîgarî, pedagojî (rêbazên dersdayînê), zanyarî û hin mijarên din hîn bibe, pişt ra rabe wan mijaran li hemberî komîsyonê pêşkêş bike û ev jî têrê nake, di ser da jî azmûna wan mijaran bi nivîskî çêke?
Gava ku mirov bala xwe dide vê yekê, mirov dibêje qey ev henek e ne wisa? Lê belê ev ne henek e. Ev ji sedî sed rast e.
Mixabin wezareta perwerdeyê her sal vî tiştî dike û mamosteyan dixe nava tengasîyeke mezin. Em hêvî dikin ku rêveberîya perwerdeyê dest ji vê rêbaza perwerdeya çewt berde û li gorî qayîdeyên zanistê tev bigere.
Riataza