-Sepandinek li ser strana “Gênc Xelîl” û helbesta “Zahidê Xelwetnişîn” a Ehmedê Xaniyî-

-Sepandinek li ser strana “Gênc Xelîl” û helbesta “Zahidê Xelwetnişîn” a Ehmedê Xaniyî-

Omitê Mistefê

Pêşek
Her dara ku tê kesaxtin bejn diavêje û zêdetir bilind dibe; her dara bê xwedî peraş dide û bi erdê ve dizeliqe. Wêje jî bi nirxandin û rexneyê bi pêş ve diçe; lê divê rê û rêçikên van nirxandin û rexneyan hebin. Rêbaza şêwazî-rêjeyî ya nirxandina wêjeyî (the stylo-statistical method of literary analysis) cureyekî nirxandina wêjeyî ye ku tekstên dirêj bi rêya îstatîstîkên kompûterî ji hev derdixe, kelepîçe dike û digihêje encamên zanistî. Mixabin ez heta niha li ser înternetê rastî nivîseke kurdî ya wisan nehatime ku bi riya wan helbest û pexşanên xwe binirxînim. Lewre min çavek li zanyariyên di vî warî de gerand û ev nivîs amade kir. Îcar min helbesteke Ehmedê Xanî ya bi sernavê “Zahidê xelwetnişîn” li gorî cureyên peyvan nirxand û li gorî xwe gihîştim hinek encaman. Dibe ku hinek nirxandinên min şaş bin; lê hêvîdar im ku zanyar û hîndekarên wêjeya kurdî bi hinek rêbaz û sepandinan rêya me ronî bikin.

  1. Naverok
    “Rêbaza şêwazî-rêjeyî ya nirxandina wêjeyî” carinan wekî “stîlometrî”, ango “şêwazpîvan” jî tê binavkirin. Her çiqas ev cureyê pîvanê li ser şêwaza hûnanê ya zimanê nivîskî raweste jî, carinan li ser berhemên muzîkê û peykersaziyê jî hatiye ceribandin. Ev dîsîplîna zimanî xebateke nivîskarekî hildide ber xwe; bi sepandina analîzên statîstîkî şêwaza nivîsandinê (afirandinê) ya xwediyê berhemê derdixe holê, bi vê sepandinê hem xwediyê nivîsê hem peyama wî hem jî şêwaza wî ya hûnandinê eşkere dike.
  2. Dîrokçe
    Bêguman li ba gelên ereb û rojavayî paşperde û dîrokeke vê dîsîplînê heye.
    Ereban di sedsalên 7-10an de hem ji bo berhevkirina Quranê hem jî ji bo tomarkirina hedîsên Pêxemberê Îslamê hinek şêwazên nirxandinê bi kar dianîn. Ji bo tomarkirina hedîsan gihiştin asteke wisa ku hem dibistanên hedîsan ava kirin hem jî rêbazên veguhastin û naskirina hedîsên rast (ilmê rical, cerh û te’dîl, ilmê hedîsê …) derxistin holê.
    Li Ewropayê jî hinek xebatan di sedsala 19an de dest pê kiriye û heta roja îroyîn jî bi alîkariya kompûter û bernameyan berdewam e. Xîmê “stîlometrî”yê, ango “şêwazpîvan”ê ji hêla fîlozofê polonî Wincenty Lutosławski ve hatîye avêtin (Principes de stylométrie, 1890). Lutosławskiyî ev rêbaz ji bo pêşvebirina kronolojiya Diyalogên Platonî bi kar aniye û gihiştiye hinek encaman. Bi pêşkeftina kompûteran û berfirehbûna kapasîteyên wan re derfetek çêbû ku tekstên dirêj bên nirxandin. Wekî mînak: di destpêka salên 1960an de A. Q. Morton analîzeke îstatîstîkî li ser çardeh nameyên St. Paul ên Incîlê pêk anî û gihişte wê encamê ku şeş kesên cuda teksta nameyan nivîsîye. Dîsa xebateke nirxandinê li ser Ulyssesê, romana navdar a James Joyce hate sepandin; di encamê derkete holê ku ev romana pirdîmenî û pirşêwazî ji hêla pênc kesên cuda ve hatiye nîgarkirin û nivîsandin.
    Ji sepandina vê rêbazê heta niha zanyar gihiştine gelek encamên balkêş: gelo serokan bi xwe nivîs û axaftinên xwe amade kirine yan dane nivîsandin, gelo nivîskarê navdar bi xwe berhema xwe nivîsiye yan li pişt wî hinekên din hene, gelo filan berhem bi rastî aydî wî ye yan kesekî din li paş perdeyê heye.1
  3. Sepandineke reşekurmancî li ser strana “Gênc Xelîl”
    Heman stranên dengbêjiyê yên ku ji aliyê dengbêjên mêr û jin ve hatine gotin hertim bala min kişandine. Carinan dibihîzim ku dengbêjê mêr hemû fantazîyên xwe li ser zimanê jinekê tîne zimên; tu dinêrî ku heman stran bi ser zimanê dengbêjeke jin nêziktirî exlaq û hunera vegotinê ya civakî ye. Ji van stranan yek jî strana “Gênc Xelîl” e. Ji kerema xwe re guhartoya Hozan Aydin û Şehrîbana Kurdî berawird bikin:

Veguhastina Hozan Aydin (dengbêjê mêr):
Bihîstina min bihîstiye, pismamê min nexweş e, nexweşekî jê di bêhal e
Ez ê rabim destê Gênc Xelîl lawê apê xwe bigirim teylîf kim yalî mal e,
Ji êvarê heyanî sibê jê ra bibime naz balîf e, balgî ye, berpal e.
Bira serê xwe bide ser cotê zendê min e zer badayî,
Sûretê xwe bide ser cotê zer memikê min ê nîşanî bi xal e.
Dema tu yê berê xwe bidî welatê xerîb û vê xerîbistanê,
Ez ê cotê reş gulîyê xwe jê bikim ji hespê pismamê xwe ra bikim dox-hevsar e,
Xizêma poze xwe bikime bizmar e;
Kembera pişta xwe dîsa vê sibengê malxirabo ji hespê pismamê xwe ra bikim nal e.
Dema tu yê berê xwe didî welatê xerîb û xerîbistanê, di nava heval û hogira,
Ay de bira kesekî mebêje Gênc Xelîl kurmanc e, kurmancekî bêpergal e nemayê…” 2

Veguhastina Şehrîbana Kurdî (dengbêja jin):
Hefsê dibê ya rebî Xwedê dilê mi gellekî liyan e,
Gênc Xelîl kurmamê min li welatê xerîban û xurbetê gellekî nexweş e,
Ez ê rabim livîna rayêxim ket ketê naz balîfa bidime pal e,
Ez ê rabim kemera ji pişta xwe bişkênim bo hespê Gênc Xelîl bikime nal e,
Bazinêt xwe bişkînim bikime hûrdebizmar e,
Biskêt xwe bibirim bikime sereşma serçavik, bikime toq û serhevsar e,
Gênc Xelîl bînim siwar bikim li kimêtekî tal e.
Belê ev nîşan bila di nav Osmanîyan de bête xwar e
Nav kes mam û kurmamê mi nekin, belê nebêjin siwarekî kurd e, çendî bê kar û bar e, nemayê…3

Encama kurtelêgerînê
Piştî guhdarkirina birek dengbêj û stranbêjan tê gihiştim ku piraniya nifşa bakurî guhartoya şahê dengbêjan Şakiroyî distrê; gelekî balkêş e ku Hozan Aydin, Hemê Hacî û gelekên heweskar vê guhartoyê tercîh dikin. Îcar piraniya dengbêjên Aranê (Kafkas) yên wekî Karapêtê Xaço, rojhilatî yên wekî Kawis Axa û başûrî yên wekî Îsa Berwarî jî guhartoya Şehrîbanê gotiye. Îcar li vê derê ev pirs derdikevin holê:
-Gelo guhartoya bakurî strana resen dibêje û yên din dirûçikînin?
-Gelo guhartoya berbelav a stranê resen e û ya bakurî ya biboçik fantazîyên bakuriyan vedibêje?
Ji bo bersivandina van her du pirsan bersivek tenê têrê dike:
-“Dengbêj Reso mamosteyê Şakorî ye û guhartoya berbelav a stranê gotiye. Wisan e, Şakiro û teqlîdkarên wî yên fantazîhez hinek guherandin û boçik bi stranê ve girêdane. Her çiqas van boçikan hinek dîmenên hunera vegotinê li stranê zêde kiribin jî reseniya stranê peritandine.”

Ji aliyekî din ve “zêdekirin û kêmkirina peyv û biwêjan çiqasî teksta stranê xweş an jî tewş kiriye” mijareke bi serê xwe ye ku divê bi lêkolînên berfirehtir bê ronîkirin. Wekî mînak çima piraniya guhertoyan navê dotmama Gênc Xelîlî wekî Hefsê vedibêjin û Salihê Qubînî wekî Edûlê diyar dike. Gelo averêbûna ji navê kurdî yê Hefsê (hevsî: cîran) ber bi Edûleya erebî ya strana Evdalê Zeynikê çawa pêk hatiye? Gelo Salihê Qubînî hewl daye ku strana xwe ya çêkirî derxe asta strana Evdalê Zeynikê û Edûleyê? Mixabin gelek pirsên bi vî awayî hê jî bêbersiv in.

Dîsa tiştekî din ê civakî-derûnî jî bala min dikêşe: Şerê pornografî û etnografiyê. Dengbêjên ku ji axa Kurdistanê veqetiyane, bi ser bajarên biyanî re dengên xwe ragihandine bi destpêkeke erotîk stran vegotine ku teksta kevneşopî kaşî pornografiyê kiriye; kesên ku girêdayî vegotina kevneşopî mane jî reseniya stranê parastiye. Her çiqas min tu wate nedabe tevgera Salihê Qubînê ku navê Hefsê rakiriye û navê Edûleyê daniye şûnê jî, ev guhartoya erotîk a Şakiroyî qehremanî û piştmêriya Hefsê binevat kiriye, bê ser û şûn kiriye. Bi rastî li gorî reseniya stranê, lehenga stranê Hefsê ye û wê stran avêtiye ser kurapê xwe yê ku bûye birîndarê di ber doza xelqê de.

  1. Sepandina bîrkariyê (îstatîstîkê) li ser helbesta “Zahidê Xelwetnişîn” a Ehmedê Xaniyî

“Zahidê xelwetnişîn pabestê kerdarê xwe ye
Tacirê rehletguzîn derbendê dînarê xwe ye

Aşiqê dilberhebîn dildayê dildarê xwe ye
Vî zemanî her kesek bêşubhe xemxwarê xwe ye

Bê’emel tu ji kes meke hîvî eta û himmetê
Bêxered nakêşîtin qet kes ji bo kes zehmetê

Kes nehîn qet hilgirit barê te ew bêucretê
Gerçî Îsa bit ku wî fikra ker û barê xwe ye

Hoşîyar bî! Da nekî umrê xwe bêhasil telef
Lew ku naket fayde mal û genc û ewlad û xelef

Maceraya “Xidr” û dîwarê yetîmî bû selef
Vî zemanî her kesek mi’marê dîwarê xwe ye

Ca nezer ke îbretê pêla ku waqi’ bit sewaş
Ger nebîtin îltifat û mûçe û debr û meaş

Cundîyê rimbaz î faris nadetin canî belaş
Saeta serbazîyê hîvî ji serdarê xwe ye

Xanîya zayi’ meke weqtê xwe ey nadan ebes
Bêteleb nabî ji weslê behremend ey bu’l-hewes!

Sani’ê Mutleq ku nîn e îhtiyacek wî bi kes
Lutf û îhsana Wî jî derheq telebkarê xwe ye”4

Tevahiya cureyên peyvan: 160
Rêjeya navdêran: zahid, kerdar, tacir, derbend, aşiq, dînar, zeman (2), kes (7), eta, himmet, bar (2), Îsa, fikr, ker, umr, mal, genc, ewlad, xelef, macera, Xidr, yetîm, selef, mi’mar, dîwar, îbret, pêl, sewaş, îltifat, mûçe, debr, meaş, cundî, can, saet, serbazî, hîvî, serdar, weqt, wesl, Sani’ê Mutleq, lutf, îhsan. (51×100/160 = % 31.8)
Rêjeya cînavkan: xwe (11), vî (2), tu, te, ew, wî (3). (19×100/160 = % 11.8)
Rêjeya rengdêran: zahid, xelwetnişîn, pabest, tacir, rehletguzîn, derbend, aşiq, dilberhebîn, zehmet, dilda, dildar, bêşubhe, xemxwar, bê’emel, bêxered, bêucret, bêhasil, dîwar, yetîm, mi’mar, rimbaz, faris, serdar, nadan, ebes, bêteleb, behremend, bu’l-hewes, sani’, mutleq, telebkar. (31×100/160 = % 19.3)
Rêjeya daçekan: ji (4), ji bo, da, bi, jî. (8×100/160 = % 5)
Rêjeya gihanekan: û (9), ku (3). (12×100/160 = % 7.5)
Rêjeya baneşanan: Xaniya, ey (2). (3×100/160 = % 1.8)
Rêjeya lêkeran: lêkera bûyînê (e, ye, 12 caran; bit, bû, nebîtin, nabî), meke hîvî, nakêşîtin, nehîn, hilgirit, hoşîyar bî, nekî telef, naket fayde, nezer ke, waqi’ bit, nadetin belaş, zayi’ meke, nîn e îhtiyac. (28×100/160 = % 17.5)

Encama kurtejimartinê
Di vê reşejimartinê xuya dibe ku ev helbest ji 160 cureyên peyvan hatiye hûnandin. (Bê guman min bi lez û bez jimartiye, lêgerîneke kûr li ser peyvsaziya tevahiya peyvan nekiriye, dibe ku şaşî derkevin). Dîsa diyar e ku rêjeya bilind aydî navdêran e (% 31.8), piştre ya rengdêran e (% 19.3); yên lêkeran (% 17.5) û cînavkan (% 11.8) jî ne kêm in. Divê bê gotin ku gelek peyv -ên ku di eslê xwe de rengdêr in-, di nava helbestê de wekî navdêr hatine bikaranîn; lewre rêjeya navdêran bilind e. Îcar ev rêje û jimartin tên çi wateyê?

Li gorî rêbaza şêwazî-rêjeyî ya nirxandina wêjeyî (rêje = lêker /rengdêr) zêdebûna navdêran diyar dike ku hûnaka tekstê zanistî ye; ji ber ku tê de navdêr, ango tarîf û têgih hene. Rêjeya rengdêran jî aliyê tekstê yê wêjeyî nîşan dide ku bi wesf û şayeseyan asta wê ya hunerî bilind dike. Îcar rêjeya lêkeran jî aliyê tekstê yê hestiyariyê diyar dike ku mirovî kaşî nava xebat û aksiyonê dike. Heçî ku cînavk in, ew jî alîkar û asîstanên navdêran in ku di tunebûna navdêran de karên wan dikin. Wisan e, ev helbest zanistî ye; Ehmedê Xanî ev helbest ji bo şîrovekirina felsefeya xwe ya jiyanê hûnaye, aliyê tekstê yê zanistî bi rêjeyeke % 43î ji tevahiya aliyên din girantir e. Ez ji vê tekst û nirxandinê vê yekê fêm dikim: Ehmedê Xaniyî felsefeya xwe ya jiyanê bi awayekî zanistî daniye, bi şayeseyan xemilandiye, ev ramana xwe digel xeml û amrazên wê ajotiye nava jiyanê.

Jêrenot:

  1. https://en.wikipedia.org/wiki/Stylometry; dema gihiştinê 26.06.2021; 05:01.
  2. http://www.stranenkurdi.com/hozan-aydin-genc-xelil/; dema gihiştinê 26.06.2021; 05:37.
  3. https://lyricstranslate.com/tr/şehrîbana-kurdî-genc-xelîl-lyrics.html; dema gihiştinê 26.06.2021; 05:38.
  4. https://lyricstranslate.com/tr/ehmede-xani-zahide-xelwet-nisin-lyrics.html; dema gihiştinê 26.06.2021; 15:07.

Çavkanî:
Freiderike Antosch, The Diagnosis of Literary Style with the Verb-Adjective-Ratio, New York, 1969, r. 57-65
Lubomir Dolezel, Narrative Structure and Narrative Style, University of Toronto (çavkaniya înternetî)
Richard W. Bailey, Statistics and Sounds of Poetry (çavkaniya înternetî)
Se’d Meslûh, El-Uslûb Diraseh luxewiyyeh ihsaiyyeh, Alem’ul-Kutub: Qahire, 1992.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev