Nîqaşên di nav sosyalîst û neteweperweran

Nîqaşên di nav sosyalîst û neteweperweran

Fuat Önen

Li Kurdistanê şerekî desthilatîyê di navbera sosyalîst û neteweperweran de nîn e. Ji bo her du alî hev têkbivin jî tu sedem nîn e. Erka her du alîyan jî bi hev re têkbirina dagirkerîyê ye.

Di nav terefên kurdistanî de gengeşî, rexne heta rsdeyekê têkoşîna fikrî rewa ye û divê wek dewlemendîyeke navxweyî bê pejirandin. Ji bo ev gengeşî kêrhatî be divê li ser pirsgirêkên Şoreşa Kurdistanê bê meşandin. Ne li ser kesayetîya kadroyên her du aliyan.

Ev ne du bereyên yekreng û dijî hev in. Gelek pirsgirêkên fikrî, sîyasî hene ku van alîyan tîkane ji hev cuda nake. Rê li cudahîyeke berwarî vedike.

Wek nimûne di têkoşîna rizgarîya neteweyî cîyê demokrasîya Tirkiyeyê mijareke wisa ye. Hin sosyalîst û hin neteweperwerên me wer hizir dikin ku ji bo çaresesîya kêşeya Kurdistanê, li Tirkiyeyê demokrasîyeke pêşketî ferz e û divê sîyaseta kurdistanî girîngîyê bide parlamentoya Tirkiyeyê. Ji ber wê jî hewl didin beşdarî hilbijartinên Tirkiyeyê bibin û di ser parlamentoya Tirkiyeyê re hin maf û azadîyên kurdan bi dest bixin.

Dîsa hin sosyalîst û neteweperwerên Kurdistanê vê sîyasetê şaş dibînin û wer hizir dikin ku ev terza sîyasetê dagirkeriya Dewleta Dagirker dinuxumîne. Yên wer hizir dikin ne ku li dij demokrasiyê ne lê li gor wan demokrasîya Tirkiyeyê bi vê terza sîyasetê pêş nekeve. Têkoşîn û avakirina dezgehên neteweyî û qeşitadina dewleta dagirker ji kurdistanê bo avakirin û pêşxistina demokrasîyê Kurdistanê jî, ji bo Tirkiyeyê jî rîya herî realîst e. Ji ber vê yekê jî di hedefa wan de ne çûyina paarlamentoya Tirkiyeyê lê li Kurdistanê avakirina parlamentoya neteweyî heye.

Cudahîya navbera van her du alîyan ne cudahîyeke sîyasî ya di navbera sosyalîst û neteweperwerên Kurdistanê de ye. Ev cudahîyeke di navbera cudaxwaz û yekîtîxwazên (Yekîtiya Tirkiyeya federal an tirkîyeyeya xwedî herêmên otonom) Kurdistanê de ye. Li her du aliyan jî neteweperwer jî sosyalîst jî hene. Divê nîqaşên li ser vê mijarê rîya têkoşîna neteweyî ya yekgirtî negire û me neke dijminên hev. Her du alî jî xwedî argumentên cidî ne û dikarin nîqaşeke navxweyî bi rê ve bibin.

 

BIRATÎYA GELAN

“Biratîya Gelan” ne sloganeke sîyasî ye û hedefeke sîyasî dîyar nake. Biratî di serdema Şoreşa Fransayê de bi azadî û wekhevîyê re ket lîteratura sîyasî. Marks ne biratîya gelan lê biratî û yekîtîya proleteran derxist pêş. Slogana wî jî “Karkerên hemû welatan yek bigirin” bû. Lenîn piştî ku hêvîya wî di Şoreşa Rojava de nema ev slogan guherand û gelên bindest lê zêde kir. “Karkerên hemû welatan û gelên bindest yek bigirin.” Hebek jî ji ber vê dîrokê ye ku slogana “biratîya gelan” di nav çepgir û neteweperwerên kurdan de jî di rewacê de ye. Ev xwezîyek an temenîyek e. Û dengekî humanîter e. Ne sîyasî ye.

Lê di van salên dawîn de ev slogan wateyeke tirkîyeyî wergirt. Û bû alaveke îdeolojîk li dijî dewletbûyina kurdan. Ji banga “azadî” û “wekhevîyê” qut bû. Cudaxwazî li ser navê biratîya gelan bû hedefa biratîxwazan. Wek nimûne kes li ser navê “biratîya gelan” nabêje em birayê hev in lê dewletbûyîn mafê we ye wek du bira jî em dikarin ji hev cuda bibin (îstisna ne mijara me ye). Berovacî wê dema kurd qala cudabûnê dikin dibin dijminên gelan.

Ev slogan wek biratîyek li holê heye tê bikaranîn ku ev dûrî rastîya gelê kurd û gelê cîran e. Dijminatiya kurdan di nav gelên cîran de pir xurt e. Bi giştî gelên cîran li hember Kurdistanê piştgirên dewletên xwe yên dagirker û jenosîdkar in. Li Bakurê Kurdistanê 4300 gund hat şewitandin, bi hezaran gund li Tirkiyeyê jî hene, ji yek gundekî dengekî biratîyê derneket. A mirov matmayî dihêle ew e ku ne di nav gelê kurd de û ne jî di siyaseta kurd de dijminatiya gelên cîran ne xurt e. Dagirkerên me bi eşkere û bi xurtî dijminatiya gelê me dikin. Lê dijminatîya gelên cîran li alîkî dijminatîya dewletên cîran û dagirker jî di nav gel û sîyaseta me de lawaz bûye. Dewletên dagirker li hember me şerekî jiholêrakirinê, bi hiqûqê dijminatîyê dimeşîne. Em dûr ji hiqûqê dijminatîyê disekinin û banga lihevkirin, aştî û biratîyê li wan dikin.

Di van şerdan de wek slogan “biratîya gelan” derxistina pêş ne helwesteke dij-kolonyal e. Derûnîyeke têkçûyî nîşan dide. Wek kurdistanîyekî sosyalîst ne dijminê tu gelî me. Lê rastîya gelan jî ya dagirkeran jî dizanim. Tu pêwîstî jî pênabînim ku li hember dijmin kurdekî meqbûl bim. Berovacî wê dizanim ku sîyaseta dijî dagirkerîyê divê bi hiqûqê dijminatîyê bê meşandin.

Ango di vê mijarê de jî cudabûneke tîkane di navbera sosyalîst û neteweperwerên kurdan de nîn e. Cudabûn di navbera cudaxwaz û yekîtîxwazan de cudabûn di navbera şoreşger û reformîstên Kurdistanê de ye.

Dijsosyalîstî an dijminatiya sosyalîzmê di neteweperwerîya kurd de.

Bi gelemperî neteweperwerîya kurd ne dij sosyalîzmê ye û dijminatîya sosyalîzmê nake. Xwezayî ye ku ne sosyalîst in. Rêxistinên vî sed salî yên ku em dikarin wek rêxistinên neteweperwer pênase bikin dijminatîya sosyalîzmê ne kirine. Berovacî dijminatîyê, sosyalistên Kurdistanê jî yên dewletên cîran û yên cîhanê JÎ wek dost wek mutefîk dîtine. Pratîka rêxistinên wek Cemîyeta Tealî ya Kurdistanê, Teşkîlati Îçtîmaîye Cemîyetî, Komîteya Îstîqlalê (Azadî), Xoybûn, Komela JK, Hêvî, PDK-Î PDK-I, PDKT, PDK-T û hwd li holê ye.

Neteweperwer di mijara yekîtîya Neteweyê xwe de hestîyar in. Hewl didin ku tevaya rengên civata xwe li hev bînin. Ji xwe di navenda fikrîyata neteweperwerîyê de yekîtî û wekhevmafîya pêkhateyên netewe heye. Ji xêndî kirêgirtîyên dagirkeran tu beşên neteweyê xwe wek dijmin nabîne.

Ev di dîroka neteweperwerîya kurd de jî heye û îro jî rêxistinên neteweperwer li her çar parçeyên Kurdistanê bi giştî xwedî helwesteke bi vî rengî ne.

Li Bakurê Kurdistanê wek gelek tişt ev mijar jî derî rêzê ye. Tevgera neteweyî li Bakur di nav salên 1970-1993yan de bi giştî xwe wek sosyalîst didît. Di wan salan de ji xêndî beşek ji PDKT gişa rêxistinên me “sosyalîst”bûn. Û her yekê ji wan xwe navenda sosyalîzmê didît yên derveyî xwe bi rêzikên seydayên sosyalîzmê mahkûm dikirin. Piştî têkçûna Sosyalîzma Sovyetê rêxistin û kadroyên Bakurî li şaşîya “sosyalîzm”ê hayl bûn. Hin ji wan fahm kirin ku ji kevn de neteweperwer in, hin ji wan neteweperwerî ji nû ve kişif kirin, hina ji wan jî sosyalîzm gav kirin, kemalîzm ji nû ve kişif kirin yên lîberalîzm û sosyal demokrasî kişif kirin jî ne kêm bûn.

Îro li Bakurê Kurdistanê yên bi tundî dij-sosyalîst ev kevnesosyalîst in.

Piştî kudetaya 12 Îlonê bi destê dewletê li Bakur tevgerên “îslamî” hatin avakirin û bihêzkirin. Ev derdor jî dijminatîya sosyalîzmê bi xurtî dimeşînin. Lê neteweperwerên oldar dûrî Vê helwestê ne.

Hin kadroyên ciwan yên neteweperwer jî ku vana piştî têkçûna sosyalîzma sovyetê bi sîyasetê re mijûl bûne û ne hay ji pratîka sosyalîstên Kurdistanê hayîdar in ne jî bi giştî ji paradîgmaya sosyalîst hayîdar in. Dema qala sosyalîzmê tê kirin PKK-HDP, Çepgirên Tirkiyeyê û praktîka Sovyetê ya li hember tevger û serhildanên kurdan tê bîra wan. Hestên wan ên neteweperwerî, hişmendîya wan a neteweperwerî disekinîne û li Kurdistanê sedemên her nebaşîyê di sosyalîzmê de dibînin.

Ev her sê bertekên dijsosyalîst jî tên fahm kirin û xwezayî ye ku sosyalîstên Kurdistanê dê li dijî vê dijminatîya sosyalîzmê derkevin. Lê dubare hewceyî gotinê ye ku ev ne şerê neteweperwer û sosyalîstan e. Divê em wek kêşeyeke navxweyî nêzîkî vê mijarê bibin û hev fahm kirin û li dij dagirkerîyê bi hev re bûyinê derxin pêş.

Sosyalîstên Kurdistanê divê di vê rewşê de berpirsîyarîya xwe bibînin û li ser wê hûr bibin.

Piştî têkçûna Sosyalîzmê li dinyê jî li Kurdistanê jî sosyalîzmê îtîbar winda kir. Îro li dinyê civatek sosyalîst jî rêxistineke sosyalîst ya navneteweyî jî nîn e. Ev têkçûna me ye. Li gor me ev têkçûneke demkî ye û ji bilî sosyalîzmê paradîgmayeke ku dikare mirovahiyê rizgar bike nîn e. Çawa ku 70 salî alaya serhildanan sor bû îro kesk, zer an rengekî din e. Em bi xwe têk çûnê û em dê bi xwe rabin.

Ger îro di têkoşîna Rizgariya Neteweyî de em ne li pêş bin sedemek wê jî bêkêrî ya me ye. Me hiştiye ku sosyalîzm wek tiştekî dij an dûrî neteweyîbûnê bê fahmkirin an manîpule kirin.

Divê wek sosyalîstên her welatî em jî karibin Alaya Serxwebûnê ji herkesî berztir bilind bikin. Bi vê helwestê em dikarin van hicûmên bêfêde bêbandor bikin.

Sosyalîstên Kurdistanê divê dev ji îthamên wek feodal, prîmîtîf berdin. Neteweperwerî jî bi qasî sosyalîzmê modern e. Neteweperwer jî bi qasî sosyalîstan ji dinyê û zanîstê hayîdar in. Tu sedemek em quretîyê li hev bikin an dijminatîya hev bikin nîn e. Wek her miletî em jî xwedî deng û rengên cuda ne. Lê ji her miletî bêtir pêwîstîya me bi yekrêzî û têkoşîna neteweyî ya bi hev re heye.

Li Kurdistanê aliyekî yeknesak yê neteweperwer jî yê sosyalîst jî nîn e. Her du alî jî pirreng in. Sosyalîstên cudaxwaz jî hene, neteweperwerên yekîtîxwaz jî hene. Cudahîyên fikrî û yên sîyasî ne heman tişt in. Yekrêzîya pêwîst jî ya sîyasî ye.

Wek encam ji bo li Kurdistanê neteweperwer û sosyalîst, komunîst şerê hev bikin tu sedem nîn e. Ji bo bi hev re şerê dagirkerî û jenosîdkarîyê bikin jî gelek sedem hene.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev