”WELATÊ XALTAN Û ZORO AXAYÊ ÊZDIYÊ XALTΔ

”WELATÊ XALTAN Û ZORO AXAYÊ ÊZDIYÊ XALTΔ

Weşanxaneya ”NA”yê me bi dîroka beşeke Êzdîxanê ra dike nas 

Nivîskar: Kemal Tolan

 

Ev pirtûk -her wekî ku ji sernavê wê jî diyar e- bi awayekî kitekitî, bi çavkaniyên nivîskî û zindî behsa dîroka welatê Xaltan dike.

 

Xalta kê ne, ew li ku dijîn, têkiliya wan bi Ûrartûyan re heye an na, ev êla Kurd a kevnar di kîjan serdemên dîrokî de tên dîtin û ew li ku belav bûne, navê wan di nav gel û xwezayê de heye an na?..

 

Di pirtûkê de ev pirs û gelek pirsên di derbarê Xaltiyan de tên bersivandin. Zoro Axa kê ye, ji ku ye, wî koçî ku deran kiriye, endamên malbata Zoro Axa kê ne, ew ketine nava kîjan şeran?..

 

Herwiha ev kesayetê girîng jî bi vê pirtûkê bi her awayî tê nasandin û êdî dikeve bin qeydan.

 

Kemal Tolan di destpêka pirtûkê de kelecana xwe wiha îfade dike: “Ez vê berhema xwe ji bo tevaya wan keç, law, dê, bav û kalên me Xaltiyan dikime diyarî…”

 

Ji www.nayayinlari.com ê

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev