Mesaja serok Mesûd Barzanî bi minasebeta 60-saliya hilpêkirina Şoreşa Îlonê

Mesaja serok Mesûd Barzanî bi minasebeta 60-saliya hilpêkirina Şoreşa Îlonê

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan,

Şoreşa mezin ya Îlonê bi rêberiya cenabê Barzaniyê Nemir mezintirîn şoreşa siyasî û çekdarî û seranserî ya gelê Kurdistanê bû ko bi navê mafên neteweyî û medenî yên gelê Kurdistanê hat kirin. Şoreşa Îlonê îrade û bawerîbixwebûn li mirovê kurd vegerand û bû bingeheka bi hêz ya siyasî û fikrî û cemawerî bo xebata rizgarîxwaziya gelê Kurdistanê li dijî sîtem û dagîrkeriyê.

Şoreşa Îlonê şoreşeka resen û xwemalî ya Kurdistanê bû ko tê de hemî çînên civaka kurdistanî ji netewe û olên cida, li hemî navçeyên Kurdistanê bi hevre palpiştên hêzên pêşmergeyên Kurdistanê bûn û ji bo yek armanca pîroz xebat kir. Her eve jî bû sedema wê yekê ko serwerî û dîrok û destkeftên mezin ji bo gelê Kurdistanê bêt tomar kirin û li ser asta navçeyê û cîhanê deng veda.

Hemî ew destkeft û têkoşîn û geşbûna siyasî ya li Kurdistanê pêkhat dirêjahiya qurbanîdan û têkoşîna keç û xortên gelê me ya li Şoreşa Îlonê de bû. Ji bo wê yekê derswergirtin û bihayên wê şoreşa mezin divê ji bo me hemiyan bi bilindî bimîne û bibe ronahiya rêya me ya paşerojê.

Li bîranîna şêstsaliya hilpêkirina Şoreşa Îlonê de, rêz û pêzanînên min ji bo wan hemî qehreman û xebatkar û kedkaran heye ko li Şoreşa Îlonê de rola wan hebû û qurbanî dan, çi ewên li nav me de nemane û ewên ko hê jî li jiyanê de mane.

Li vê bîranîna pîroz de hezar silav li giyanê pakê şehîdên Şoreşa Îlonê û hemî şehîdên rêya azadiyê.

Mesûd Barzanî

11/9 2021

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev