JI BO 90-SALÎYA HERFRÊZÊ ROJNAMA «RYA TEZE» EGÎTÊ ABASÎ

JI BO 90-SALÎYA HERFRÊZÊ ROJNAMA «RYA TEZE» EGÎTÊ ABASÎ

Prîskê Mihoyî,

karmendê rojnama «Rya teze» yê berê,

rojnamevanê emekdar yê Komara Ûdmûrtyayê (Rûsya).

 

12-ê tebaxa îsalin 90-salîya xizmetkarekî çanda meyî naskirî û emekdar – herfrêzê rojnama «Rya teze» û pirtûkên kurdî, rojnamevanê xudanşuret Egîtê Abasî temam bû. Eva gotara gerekê mehekê berê biweşîya, lê hinek şert û mecalên karê rojane derfet û mecal nedane xudanê van xetan. Ji ber vê yekê ez lêborînê ji nas û heval-hogirên xwe û Egîtê Abasî dixwezim. Bi taybetî, lêborînê ji malbeta rehetî dixwezim.

Egîtî Abasî bêtirî 40 salan di weşanxana Ermenîstanêye dewletê da çawa herfrêzê rojnama «Rya teze» û pirtûkên kurdî kar kir. Gelo heye helbestvan û nivîskarekî meyî dewra Sovîyêtêyî usa, xasma yên li Ermenîstanê diman, ku destxetên wan neçûne li ber destê apê Egît û ewî berhemên wana rêz nekiribe? Bawerim, na!

Ax, apê Egît, apê Egît, camêrê berbihêr, xêrxwez û dûreşer, rehma Xwedê li te be!

Egîtê Abasî 12-ê tebaxê sala 1931-ê li Ermenîstanê (li gundê Kelekûta, navçeya Talînê), li maleke eşîr û ocaxzade, mala Feremezê Abas da ji dayikê bûye. Malbeta wan ji êla Hesinya, ji qebîla Bûvkane.

Xwendina xweye seretayî Egît li gundê xwe dast anîye. Lê dibistana navîn li gundê cînar–Sasnaşêna Jêrîn xilaz kirîye. Piştî xwendina navîn çar salan li eskerîya Sovîyêtê qulix kirîye (wê demê eskerî çar sal bû, dû ra bû sê sal, paşê bû du sal). Ewî li salên 1955-1959-a li Xwendinxana Yêrêvanêye amedekirina dersdarên zimanê kurdî xwendîye û xilaz kirîye, bûye kutakirî-derçûyîkî wê xwendingehêyî yekemîn. Dû ra hetanî sala 2000-ê di weşanxana Ermenîstanê ya dewletê da çawa herfrêzê rojnama «Rya teze» û pirtûkên kurdî xebitîye. Pêra jî bi cûrê derûnî Înstîtûta Yêrêvanê ya beytarîyê xilaz kirîye. Gelek gotar û serhatîyên wî li rojnama «Rya teze» çap bûne, bi radyoya xeberdanên kurdî hatine dayînê. Sala 1993-a berevoka serhatîyên wî ya bi navê «Rya dil» li Yêrêvanê hatîye çapkirinê.

Serhatîya Egîtê Abasî bi kurtayî awa ye. Lê jîyannîgarîya wî diha bi naverok, tam û geşe. Xebata wî, raste ne dîhar û ber çavan bû, lê gelek dijwar û cabdar bû. Bêyî Egîtê Abasî tu hejmareke rojnama «Rya teze» nikaribû derketa, hemû rûpêlên rojnamê ber destê wîra derbas dibûn, li ser makîna «Lînotîp»-ê dihatine rêzkirinê. Ew xwendevanê hemû hejmarên rojnamê yê herî yekemîn bû. Gelo mirov hejmarên rojnama «Rya teze», yên ku Egîtê Abasî di nava 40 salan da rêz kirîye, bike pirtûk, wê bibine çend cilda? 300-î ne kêmtir. Lê çiqas kitêb-berevokên helbestvan û nivîskarên me ewî rêz kirîne, ew jî Xwedê bizanibe!

Tiştekî veşartî nîne, ku xebata rêdaksyona rojnama «Rya teze» ya wan salan bi kolêktîv bû. Rojname bi hereketê 15-16 karmendên wê dihate amadekirinê û çapkirinê. Lê bêyî herfrêz rojname nikaribû ronayî bidîta. Heta herfa kutasîyê jî bi destê Egîtê Abasî li çapxanê dihate rêzkirinê û rastkirinê. Hemû xebatkarên rojnamê, ji korêktor girtî hetanî berpirsyar, dikaribûn li ber hev bihatana guhastinê, lê tu yekî nikaribû xebata herfrêz bikira. Egîtê Abasî salê carekê pak nediçû betlanê-hêsabûnê jî, dîsa dihate li ser kar. Li dawîya salên 70-î û destpêka salên 80-î carana tenê Paşayê Erfût ber wîva dihate guhastinê û ew kar dikir. Apê Egît bi wî va şa û firnax dibû, digot, wekî îdî Paşa bûye kadroyekî meyî tam û ewê wî ra bibe hevkar. Lê zûtirekê Paşayê Erfût bona xwendina bilind dest bîne ji xebata çapxanê bi mecbûrî derket, çû bajarê Taşkêndê û li zanîngeha zapitîyê hate hildanê. Dîsa apê Egît ber dezgehê herfrêzîyê tik-tenê ma…

Egîtê Abasî merivekî xebathiz û cabdar bû, pêra jî camêr bû, berbihêr, milahîm, hevalhiz û şîrhelal bû. Lê milethizîya wî jî bê hed û hesab bû. Ewê netewhizîyê ew kiribû maşoqê çanda gelê me, pêşewitîkî wêyî erhede. Lema jî gelekan qedirê wî digirtin. Nivîskar û helbestvanên meye mezin – Erebê Şemo, Hecîyê Cindî, Casimê Celîl, Emînê Evdal, Qaçaxê Mirad, Fêrîkê Usiv, Mîkayêlê Reşîd, Sehîdê Îbo, Elîyê Evdilrehman, Emerîkê Serdar, Karlênê Çaçanî, Xelîlê Çaçan Mûradov, Egîtê Xudo, Simoyê Şemo, Egîtê Şemsî, Ahmedê Gogê, Eskerê Boyîk, Tosinê Reşîd û gelek û gelekên mayîn qîmetê mezin didane xebata Egîtê Abasî, emekê wî dişêkirandin.

Egîtê Abasî weke 30 salî li ber destê berpisyarê rojnama «Rya teze» Mîroyê Esed kar kir. Hevalê Mîro di xebata xwe da gelekî cabdar û berk bû. Lê rojekê ewî gazin ji xebata apê Egît nekir, carekê dengê xwe li ser wî bilind nekir. Egîtê Abasî jî di hindava hevalan, nas û nenasa da xerîbdost û xêrxwez bû. Lewzê wî nerm û şîrin bû, gelekî zarxweş bû. Çawa gel dibêje, gul-nûr ji dêmê wî dibarî… Ewî em, xasma karmendên genc yên rêdaksyona rojnama «Rya teze» – Babayê Keleş, Grîşayê Memê, Têmûrê Xelîl, Rizganê Recevî, Prîskê Mihoyî, Şamilê Casim, Delala Memê hiz dikir, qedrê xebatkarên navsere Mîroyê Esed, Tîtalê Efo, Emerîkê Serdar, Elîyê Evdilrehman, Egîtê Xudo, Tîtal Mûradov, Letîfê Emer, Porsora Sebrî, Porsora Serdar, Mirazê Cemal û yên mayîn gelekî digirt, tevî me hemûyan laqirdî dikir, me ra şa dibû.

Emekê Egîtê Abasî bi fermî bilind hatîye qimetkirinê. Ew du cara bi xelata Komara Ermenîstanêye blind – Sîyanetnama Şêwra Ermenîstanê ya tewrebind û gelek hurmetname va hatîye rewakirinê.

Egîtê Abasî ne ku tenê herfrêzê rojnama «Rya teze» bû, lê pêra jî gotarvanekî wêyî çalak bû. Di nava salên xebata xweye dirêj da ewî bêhesab gotar, serpêhatî û kurteçîrok li ser rûpelên rojnama me çap kiribûn. Hemû nîvîsarê wî zelal û sade bûn, li ser mirovên xebathiz, bûyerên rojane bûn. Gelek caran ew tevî karê amedekirina radyokompozîsonên bi kurdî jî dibû û di dilqan da dilîst. Şureta wîye artîstîyê jî hebû. Xortanîya xweda ewî gelekî dixwest bibûya lîstikvanê şanoyê. Lê li Zanîngeha şanovanîyê ya Yêrêvanê ji ber konkûrsa mezin nehate hildanê…

Li destpêka sala 1993-a bû. Rojekê, piştî derxistina hejmara rojnamê ya bi sirê, apê Egît ji weşanxanê, ya ku li rex avayê hemû rêdaksîyonên rojnamên Ermenîstanêye dewletê bû, hilkişîya qatê rojnama «Rya teze», qatê 12-a û kete oda berpirsyarê rojnamê yê wê demê Emerîkê Serdar. Ez jî wê demê li wir amede bûm. Ewî dilê xwe ber hevalê Emerîk vekir û hinekî gazin kir. Got, wekî gelek serhatîyên wî li ser rûpêlên rojnamê derketine, ew dixweze wan serpêhatîyan bike berevok, lê şerm û fedî dike. Wî çaxî Emerîk ber dilê wîda hat, gotê, wekî nêta wî ne tenê başe, lê gelekî qenc û heqe.

Û Emerîkê Serdar wek nivîskarê cêribandî ne ku tenê bû berpirsyarê barevoka Egîtê Abasî, lê usa jî pêşgotina wê bi dilgermî nivîsî. Dawîya wê salê berevoka Egîtê Abasî ya bi navê «Rya dil» derket. Di berevokê da bêtirî dehan serhatîyên wî çap bûne. Ew derheqa gûndîyên xwe, rabûn-rûnştina wan û pevgirêdanên wane civakî da dinvîse, hizkirina berbi dê û teybetê tîne li ser zar. Xasma serhatîyên wî yên bi navê «Gazîya xûnê», «Hêsirê dê», «Holê», «Maka hezarî» bi hewaskarî têne xwendinê.

Nivîskarê navdar Eskerê Boyîk wê salê gotar-rêsênzîyake hêja derheqa pirtûka Egîtê Abasî da nivîsî û di rojnema «Rya teze» da weşand.

Sala 2000-ê Egîtê Abasî bi malêva bar kir, çû Rûsyayê. Gelek mirovên wî heta hingê îdî li wir diman, kurê wî Abas jî derketibû û hatibû bajarê Vladîmîrê. Carana, gava me yekî wîra têlê dixist, gelek kêfxweş dibû, derheqa rojnamê û radyoyê, xebatkarên wan ocaxên meye netewî da dipirsî, tê bêjî bîra her kesî kiribû…

29-ê tîrmehê sala 2011-a li bajarê Vladîmîrê (Rûsya) xizmetkarekî çanda meyî naskirî, herfrêzê rojnama «Rya teze» û kitêbên kurdî yê piremek Egîtê Abasî çû ber dilovanîya Xwedê. Rojnamevanekî xweyşuret, mirovekî xerîbdost, xêrxwez û dûreşer li vê dinya ronî konê xwe ji nava kona barkir û çû dinya batinî.

Behsa mirina Egîtê Abasî em – heval-hogirên wî gelekî xemgîn kir. Lê sed heyf û mixabin, ku gelek rewşenbîrên me li ser şîna wî ne amede bûn.

Sed yazix, ku em li welatan bela bûne, nikarin li ser şîn û şaya jî rastî hev bên. Bextê miletê me jî usa lêdaye, em çi bikin!..

31-ê tîrmehê li bajarê Vladîmîrê meytê Egîtê Abasî hildan. Xudanê van xetan jî çûbû li ser şîna wî û kete bin tabûta hogirê xweyî navsere…

Bi rê-rizma gelêrî meytê Egîtê Abasî li goristana netewî sipartine ax-berê sar…

Bêguman, emekê Egîtê Abasî tu wexta deya naçe, wê herdem bê şêkirandinê û qîmetkirinê. Lê bîranîna wî wê dilê wan kesan da heta-hetayê geş bimîne, yên ku ew nas dikirin, tevî wî xebitîne û hevaltî kirine.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev