Lêkolînerê Îtalî li ser wesiyetê li Agirîyê hat definkirin

Lêkolînerê Îtalî li ser wesiyetê li Agirîyê hat definkirin

Hewlêr (Rûdaw) – Lêkolînerê Îtalî Angelo Palego yê 86 salî ku 35 sal e derbarê Keştiya Nûh da lêkolîn dikir, piştî ku nexweş ket bo nexweşxaneya Erziromê hate veguhestin û li wir canê xwe ji dest da. Li ser wesiyeta Palego li Agiriyê bi axê ve hat spartin.

Li ser wesiyeta lêkolînerê Îtalî Angelo Palego ew li goristana bintarê Çiyayê Agirî ya Bakurê Kurdistanê hat definkirin.

Angelo Palego ji sala 1986an heta niha li navçeya Bazîdê ser bi parêzgeha Agirî û li qûntara Çiyayê Agiriyê derbarî Keştiya Nûhê lêkolîn dikir. Palego beriya 6 mehan ji ber rewşa tendirustiya wî giran bû, bo Nexweşxaneya Bajêr ya Erziromê hate veguhestin û 15ê Tebaxa 2021ê canê xwe ji dest da.

Murat Şahînê karê geştiyariyê dike piştî ku malbatê wekalet daye, cinazeyê Palego ji morga nexweşxaneyê wergirtiye û anîne Bazîdê. Şahîn dibêje malbatê bi rêya konsolxaneya Stenbolê ya Îtalyayê wekalet daye wî.

Murat Şahîn ê ku karê geştiyariyê dike got “Angelo Palego wesiyet kiriye ku ‘Gava bimire wî li qûntara Çiyayê Agiriyê defin bikin’ malbata wî xwe gihand me û bi rêya konsolxaneyê wekalet da min. Bi wekaletê min termê wî wergirt û li goristana li qûntara Çiyayê Agirîyê defin kir.”

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *