Balafirên Tirkiyê bi gazên jehrî Kurdistanê bombardûman kirin!

Balafirên Tirkiyê bi gazên jehrî Kurdistanê bombardûman kirin!

Rûdaw. Balafirên şer yên Tirkiyê sînorê devera Berwarî Bala li herêma parêzgeha Duhokê bombebaran kir, nişteciyekî navçeyê dibêje 3 endamên malbata wî ji ber gazê bêhna wan diçike. Rêveberê nahiya Kanî Masî amaje bi wê yekê kir ku wan tîmên tendirustî şandine navçeyê bo ku pêdaçûn û lêkolînan li ser wê gazê bikin.

Nişteciyê gundê Hirûrê Cîhad Hirûrî ji Rûdawê re ragihand ku şeva borî balafirên şer ên Tirkiyê gundê wan li devera Berwarî Bala armanc kir û ji ber bordûmanê gazeke spî heta çend kîlometran li deverê belav bû.

Cîhad Hirûrî amaje bi wê yekê da ku bav, dayik û xwişkeke wî rastî bêhnçikandinê hatine, çavên wan ji ber gazê şewitîn û vereşiyan û bo nexweşxaneyê hatin veguhastin.

Rêveberê nahiya Kanî Masê Serbest Sebrî ji Rûdawê re ragihand ku ew bordûman demjimêr 6.40 bû, û rast e gazeke namo belav bû û ew guman dikin ku gaza rondikrêj be, lê bo piştrastbûnê wan tîmên tendirustî şandine navçeyê.

Berpirsê Ragihandina Tendirustiya Zaxoyê Emîr Elî  dibêje rewşa hersê birîndaran baş e.

Ev yek di demekê de ye, Hêzên Parastina Gel (HPG) ku baskê çekdarî yê PKKê ragihandibû ku artêşa Tirkiyê li dijî hêzên wan gazên jehrî bikar tîne.

Çavkanî: http://www.rupelanu.com

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *